ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2018'AN

*  Ji ber kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê, îsal ji sedî 70'ê berdariya zeytûnan kêm bû. Serokê Komeleya Hilberînerên Zeytûnan ên Akdenîzê Atîlla Parlak, destnîşan kir ku kurmikên fêkiyan ên Akdenîzê zeytûn nehiştin. 

* Ekolojîst û parêzer Arîf Alî Cangi, bal kişand ser zirarên ku Rafînera Starê ya li Alîagayê û got, ji ber qirêjiya çêbûye Deşta Menemenê mir. 
 
* Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Dr. Mehmet Antmen, diyar kir ku bi "Bernameya Veguherîna Tenduristiyê" qada tenduristiyê veguheriye piyaseyê. Antmen, destnîşan kir ku ji sala 2005'an heta niha 12 bijîşk hatine kuştin û 460 kedkarên tenduristiyê xwe kuştine. Antmen  xwest "Di tenduristiyê de qanûna şidetê" bê çêkirin. 
 
* Rojnamevan Esra Solîn Dal ku di operasyona li Amedê ya li hember rojnamevan û siyasetmedaran de hat binçavkirin, diyar kir ku her ku li bajêr operasyon çêdibin polîsa davêjin ser mala wê û ev yek êdî veguheriyeke rewşeke rûtîn. Dal, destnîşan kir ku ev rewş asta azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nîşan dide. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Ozgur Bektaşoglû ku ji sedî 52 berasteng e, nameyek ji Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê re şand. Bektaşoglû, diyar kir ku îdareya girtîgehê jimariya li ser piyan lê ferz dike û hatiye îşkencekirin.
 
* Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê bi navê Abdullatîf Teymûr li xwişka xwe Gulseren Yildirimê geriya û got: "Pêşî îşkence kirin. Niha jî herkê 50 roj cezayê hucreyê li me birîn. Dengê me ragihînin."  
 
* Komeleya Mafên Mirovan li Antalyayê nûnertiyek vekir. Yek ji nûnerên komeleyê Parêzer Denîz Yildirim, anî ziman ku ew li benda alîkariya hemû derdora ne. 
 
* Rojnameya Yenî Şafakê bi ser navê "Dora karsazên PKK'yî ye" nûçeyek serwîs kiribû. Parlementerê HDP'ê Selçûk Mizrakli bertek nîşanî vê yekê da û got: "Eger li partiyeke ku bi pereyên mezin kar dikirin digerin, nexwe bila li partiya îktîdarê û alîgirên wê binerin." 
 
* Rojnamevan Ziya Ataman, ku ragihandibû li girtîgehê gurçikên wî îflas kirine û bi dermanan li ser piya disekine, dê sibê careke din li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Şirnexê derkeve pêşberî dadwer. 
 
* Danişîna 5'emîn a doza derbarê 2 polîsên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi panzerê ketin malekê û 2 birayên hev Yildirim dibin panzerê de eciqandin de hat vekirin, dê  li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Cizîrê bê dîtin.  (10.00)
 
* Parêzerên bi armanca serbest berdana hempişeyên xwe yên girtî, Nobeta Edaletê ya li ber Edliya Çaglayana Stenbolê dabûn dest pê kirin, dê di hefteya 76'emîn de berdewam bikin. (11.30)
 
*Meclîsa Jinan a KESK'ê dê li ber Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Malbat û Civakî ya Amedê, derbarê daxuyaniyên Serokê TBMM'ê Bînalî Yildirim a têkildarî birîna alîkariya civakî ya jinan de, daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)
 
*Malbatên Roboskî, dê di hefteya 356'emîn a lêgerîna edaletê de, li ser gorên xizmên xwe kom bibin û daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.30)

Sernavên din

26/10/2018
09:19 Girtiyê 29 roj in di greva birçîbûnê de: Ne piştî mirinê niha xwedî derkevin
09:18 Li qişleyan hejmara mirinên biguman zêde dibin
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2018'AN
25/10/2018
17:35 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:45 Meclîsa Jinan bertek nîşanî binçavkirina Gurbuz da
16:26 HDP’ê li Meletiyê civîna amakedariya hilbijartina herêmî pêk anî
15:36 Şahîn a agahî da derve rastî cezayê hucreyê hat
15:22 Dersim Dag doza Lîcê ji wezîrê Dadê pirsî
14:53 Rapora pisporê ‘Doza Panzerê’ rastî bertekan hat: Em nikarin panzerê bidarizîn in
14:37 Eskerekî din jî bi guman mir
14:36 Sarisaç ê HDP'î: Em bibin yek dikarin xwe ji faşizme rizgar bikin
14:07 HDP’ê ji bo aştiya civakî 3 pêşnûma-qanûn dan meclîsê
14:04 Di Nobeta Edaletê ya heftaya 76’emîn de sonda têkoşînê hat dayîn
13:50 Li 3 rojnamegeran 4 sal û 9 meh û 12 roj ceza birîn
13:41 Derûnînas Çeter: ‘Sonda xwendekaran' dibe sedema aloziya nasnameyê
13:34 Jinek li Stenbolê hat kuştin
13:26 ‘Çareseriya Neteweya Demokratîk’ dê li Amedê bê nîqaşkirin
13:12 Ferîbotek di Çemê Merîç de noqî avê bû
13:01 3 meh şûnde cenazeyê Hadar Karaburk dan malbatê
11:57 Kesek li Osmaniyê hat binçavkirin
11:47 Danişîna 5’emîn a 'Doza Panzerê' dest pê kir
11:46 Parêzerên Ocalan cara 758’an serî li Serdozgeriyê dan
11:38 Got 'Mirina bi wate bi qasî jiyanê xweş e' û meşiya sêdarê
11:32 Alîgirên HDP'ê bi alîkariya komirê ceza dikin
10:48 20 girtiyên jin ji Amedê sewqî Tarsusê kirin
10:32 Malbata du birayên hev Yildirim: Tu hêviya me nemaye
10:25 Êdî kes Heskifê ziyaret nake
09:55 Tax li holê tune, lê qeyûm tayinî muxtar kirin
09:28 Danişîna rojnamevan Ataman sibê ye
09:27 Yenî Şafakê karsazên kurd kirin hedef
09:26 Êdî li Antalyayê jî ÎHD heye
09:25 Girtîgeha Duzceyê piştî îşkenceyê 50 roj cezayê hucreyê li girtiyan birî
09:24 Jimariya li ser piyan li girtiyê nexweş ferz dikin
09:23 Rojnamevana di her operasyonê de polîs davêjin ser mala wê
09:22 'Ji 2005'an heta niha 460 kedkarên tenduristiyê întihar kirin'
09:22 Rafînera Starê, Deşta Menemenê dikuje
09:21 Kurmikên fêkiyan zeytûn nehiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2018'AN
08:40 Karkerê ji înşaetê ket jiyana xwe ji dest da
24/10/2018
16:45 Li Rihayê muxtar jî dinav de 4 kes hatin binçavkirin
16:31 Temellî: Di hilbijartina herêmî de divê em xwe ji şerma demokrasiyê rizgar bikin
15:56 Qeyûm tayînê muxtarê taxê hat kirin
14:57 Rojnameger Kemal Ozer nehat berdan
14:33 Jina 3 zarokên xwe kuştin hat girtin
14:19 Gundogan li Dersimê hat definkirin
13:47 ‘Mirina leşkerên bi guman ên kurd û elewî rasthatinek e gelo?’
13:32 Baroya Amedê dê mudaxilê doza ‘Sonda Xwendekaran’ bibe
13:14 Endamê Meclîsa HDP’ê yê berê Koç hat binçavkirin
12:44 Temellî: Min navnîşanê Îmraliyê nîşan da
12:22 Di rapora keşfê ya Doza Panzerê de: Bersûc bi qisûr hatin dîtin
11:47 Hunermend Aslan û Qoçgirî li Amedê konser dan
11:39 2 kesên di qezayê de bi giranî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan
11:34 Polîsan bi ser kovara Yuruyuşê de girt
11:21 Di qezaya li Dersimê rû da de 2 kes birîndar bûn
11:20 Bîlgen muxalefetê hişyar kir: Bi vê krîzê re divê muxalefet nekeve nav xemsariyê
10:59 Du muxtarên gund li Dersimê ji kar hatin avêtin
10:54 Dozger: Girtî ji bo ku girtîgehê bixe zoriyê îşkence li xwe kiriye
10:26 Parvekirina ‘Gelê kurd heye û neteweyek e’ jî bû sûc
10:02 Di 21 mehan de 5 car serlêdan kir: Kurê min ne bê kes e
09:32 'Bi mîlyonan kes divê tecrîta li ser Rêbertiyê bişkîn in’
09:27 Rojê 15 saetan dixebitin, heqedesta wan 45 lîre ye
09:26 Amedî: Dawî li tecrîdê bînin, divê Ocalan bê berdan
09:25 Ozguneş: Yekîtiya netewî çênebe, dê dîrok efû neke
09:25 Karkerê şantiye bi şantiye geriya: Herkes dibêje me şantiyeya xwe girtiye
09:24 Ji ber qedexekirina zozanan pezên xwe firotin
09:23 Ji ber qedexeyan sewalvanî nema, niha jî çandiniyê dikin
09:21 Li bazarê her tişt du qat biha bûn: Kes nikare tiştekî bikire
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2018'AN
23/10/2018
17:33 Kesê ket nav lepên îstixbaratê, tiştên hatin serî wî gotin
16:46 Cenazeyê Emîne Gundogan ber bi Dersimê ve hat birêkirin
16:36 Îmîr: Divê em vê bedeniyê biqelêşin
16:21 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: 10 hezar û 148 binpêkirinên mafan rû dan
15:55 'Karkerê we li balafirgehê kuşt û winda kir kî ye?'
15:37 Doz derbarê Kişanak û 10 rêveberên şaredarên Amedê de hat vekirin
15:20 HDP’a Wanê: 7 salin birîna erdhejê nehatiye kewandin
15:15 Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
14:07 Li Êlihê pevçûn derket: kesek mir û 3 kes birîndar bûn
13:59 HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje
13:15 Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn
12:39 Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir
12:03 Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin
11:16 7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome
10:15 Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim
10:15 Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin
09:57 ‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’
09:20 Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin
09:19 HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
09:19 Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin
09:18 'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin'
09:17 3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye!
09:16 Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê
09:15 Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN
22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e