STENBOL - Damezirînerê Ekopolîtîkê nivîskar Ahmet Tarik Çelenk, biryara CHP'ê nirxand û got: "Ev tê wê wateyê ku CHP hêj ji kodên xwe yên berê qut nebûye."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, ji bo serdana Îmraliyê dengdan kir. Ji 51 endaman 32’yan jê dengê “erê” da. Tevlinebûna CHP’ê ya dengdanê û terikandina komîsyonê rastî bertekên tund hat.
Damezirînerê Ekopolîtîkê nivîskar Ahmet Tarik Çelenk, têkildarî helwesta CHP’ê axivî.
Çelenk, got ku helwesta CHP’ê nîşan dide ku hêj ji kodên xwe yên berê qut nebûye û ev tişt anî ziman: “Du sedemên esasî hene ku nehiştiye CHP xwe bigihîne civakê; ya yekemîn têkiliyên wê yên bi derdorên oldar û muhafezakar re, ya din jî pratîkên wê yên tund ên li dijî pirsgirêka Kurd e.”
Çelenk, di berdewamê de destnîşan kir ku alîgirên CHP’ê li dijî pêvajoyê ye û got: “CHP jî hewl dide vê girseya xwe konsolîde bike. Anku di kadroya wan a rêveber de hejmara kesên asta pirsgirêka Kurd fêm bikin pir kêm e. Ji ber ku di mijara fêmkirina pêvajoyê de pirsgirêk heye. Mirov li dijî tiştekî derdikeve lê ji ewil divê fêm bike wisa li dij derkeve. Mirov faşîst jî be divê kûrahiyek û bingeheke wê hebe. Divê mirov bi vî rengî li CHP’ê binêre.”
‘ÇÛNA KOMÎSYONÊ YA ÎMRALIYÊ GIRÎNG E’
Di berdewamê de Çelenk destnîşan kir ku çûna komîsyonê ya Îmraliyê girîng e û wiha pê de çû: “Ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û fêmkirina wê, rastiyek Ocalan heye. Her çend dewlet demokratîk nebe jî, ji hêla pratîk û teknîk ve Ocalan xwest vê pirsgirêkê ji ‘terorê’ xelas bike. Hem serweriya têgehî, hem ya metodîk hem jî ya stratejîk Ocalan diyar dike. Di mijara geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn, bi taybet jî di mijara çareseriya li Sûriyeyê de tekane muxatab Ocalan tê dîtin. Li gorî min rêzê ji bo nexşerêya Ocalan digire.”
‘TÊ WATEYA FERMÎBÛNA MUXATAB’
Çelenk, got ku piraniya geşedan û daxwazên di pêvajoyê de di çarçoveya daxwazên Abdullah Ocalan de pêş dikevin û wiha axivî: “Daxwaza komîsyonê jî ya Ocalan bû. Heta aqilmendên di pêvajoya çareseriyê ya 2012-2013’an de jî ya Ocalan bû. Her wiha Ocalan têgehên cuda hildiberîne; weke mîna têgeha neteweya demokratîk a Ocalan e. Û beşeke mezin a burokrasiya dewletê van têgehan bi vî awayî, bi taybet jî ji bo pirsgirêka Sûriyeyê pir pratîk dibîne. Belê, rewşekî konjektorel jî heye; di heman demê de Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û daxilbûna pirsgirêka li Rojhilata Navîn weke muxatabê fermî tê qebûlkirin.”
‘RASTIYA TIRKIYEYÊ RAST DINIRXÎNE’
Di berdewamê de Çelenk daxuyand ku serdana komîsyonê ya Îmraliyê dê pêşiya partiyên din jî veke û wiha pê de çû: “Ocalan rastiya Tirkiyeyê baş dibîne û dinirxîne, divê ev rastî were dîtin. Divê hevdîtina komîsyonê ya bi Ocalan re bi raya giştî re were parvekirin. Belkî hemû kitekitên wê neyên parvekirin lê ji bo bandoreke pozîtîf li civakê bike, dikare beşên wê bên dayin. Çûna şandeyê ya Îmraliyê, di heman demê de xetereyê jî di nav xwe de dihewîne. Heta hin kes gefa ‘hûn ê bên darizandin’ dixin. Anku dibêjin; sibê dê tiştên derqanûnî çêbibin û hûn ê bên darizandin. Ev tiştên xelet in û divê hiqûqa vê bê diyarkirin.”
‘DIVÊ HIQÛQA WÊ WERE DIYARKIRIN’
Çelenk, daxuyand ku ji bo tirs û fikara çûna Îmraliyê ji holê rabe, hewceye çarçoveya wê ya hiqûqî were diyarkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ocalan, ji bo aqilmendan jî daxwaza diyarkirina hiqûqê kiribû. Divê hiqûq, van kesan biparêze.”
MA / Esra Solîn Dal
