Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê

  • rojane
  • 13:24 26 Cotmeh 2025
  • |
img

 

AMED - Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Ya girîng ew e ku yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin.” Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku bi entegrasyona demokratîk re hewceye aştiya civakî pêk bê.
 
PKK’ê, piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û gelek biryarên girîng da. Yek ji biryara girîng jî xwefesixkirin bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd, gavên di çarçoveya biryarên kongreyê de diavêje, didomîne. Di vê çarçoveyê de îro li Qendîlê daxuyaniyek da û ragihand ku bi erêkirina Abdullah Ocalan, hêzên xwe yên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) vekişandiye “Herêmên Parastinê yên Medyayê.” 
 
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, têkildarî gava dawî axivîn. 
 
JI 27’Ê SIBATÊ HETA NIHA ‘BIRYARÊN BIÎSTIQRAR TÊN DAYIN’
 
Guleç, diyar kir ku daxuyaniya tevgerê daxuyaniyeke li bendê bû û da zanîn ku ji 27’ê Sibatê ve di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de gavên biîstiqrar diavêje. Guleç, got: “Îro bi daxuyaniyekê ragihand ku tu hêzên wan li Tirkiyeyê nemane û ev jî encama vê daxuyaniyê ye. Weke di daxuyaniyê de jî hatiye gotin, yekser bandoreke erênî li silametiya pêvajoyê dike. Ji ber ku hebûna hêzên çekdar ên li wê derê, îxtîmala provokasyonan bi xwe re tîne. Ev dibêtî, qet nebe bi biryara vekişînê re di astekî bilind de rê li ber hate girtin. Lewma jî li gorî min pêvajo bi awayekî biîstiqrar gihişt astekê. Lêbelê heta niha jî gavên ku bingeha vê temam bikin nehatine avêtin. Têkildarî van kesên xwe vekişandin, yên çek berdane, yên ji pêvajoyê bawer û dixwazin tev li siyaseta demokratîk û civakê bibin, tu xebateke yasayî nehatiye kirin. Wisa texmîn dikim ku amadekarî hene. Ji bo avêtina hinek gavan xebatek heye. Ji ber ku ev xebat li pêş çavê raya giştî nayên kirin. Lê hewceye ji vê saetê şûnde ev pevajo were lezandin û bibin rojev.” 
 
'HEWCEHÎ BI YASAYÊN ENTEGRASYONÊ HEYE’ 
 
Di berdewamê de Guleç bal kişand ser naveroka daxuyaniyê ku tevgera daxwaza entegrasyona demokratîk û yasayên veguhêz dike û got: “Êdî divê ev gav bên avêtin. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî, aktorên pevajoyê jî vê dixwazin. Ev, pêwîstiyek e. Wekî di hemû tecrûbeyên cîhanê de jî hatiye dîtin, heta yasa neyên çêkirin dê pirsgirêk bi gavavêtina aliyekî çareser nebe. Lewma heke yasayên entegrasyonê bên amadekirin, bi vê daxuyaniyê re dê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe.”
 
‘BERSIVA LI DIJÎ DIJBERÊN PÊVAJOYÊ YE’
 
Bi domdarî Guleç destnîşan kir ku daxuyaniya nû ji bo dijberên pêvajoyê jî bersiveke û wiha pê de çû: “Her wiha bersiveke li dijî derdorên dijî pêvajoyê disekinin e. Bersiveke pir xurt a li dijî gotina ‘Jidil nînin, ev lîstikek e, projeya dabeşkirina Tirkiyeyê ye’ ye. Ji ber ku ev biryar, helwestekî li hemberî pêvajoyê nîşan dide. Bingeha vê hate avakirin. Hemû hêzên çekdar derketin derveyî Tirkiyeyê. Êdî hûn jê re dibêjin yasayên veguhêz, yasayên entegrasyona demokratîk, nav pir girîng nîne. Ya girîng ew e ku li gorî ruhê pêvajoyê, li gorî samimiyetê aktoran û bendewariyên wan yasa bên amadekirin û zemîna hiqûqî were avakirin.” 
 
‘BI ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK DIVÊ AŞTÎ ÇÊBIBE’ 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî diyar kir ku daxuyaniya tevgerê ji bo pêşketina pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e. Ekîn Yeterê got: “Ev gav nîşan dide ku pir cidî nêzî pêvajoya aştiyê dibin. Di vê çarçoveyê de, hewceye li dijî vê gavên gavên pratîk bên avêtin û pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin. Ji bo bi awayekî çalak tev li siyaseta demokratîk bibin, hewceye rêgez û yasayên li gorî serdema nû bên amadekirin. Hewceye mafên şexsî û yên kolektîf, bi hiqûqeke ku yasa, destûra bingehîn û peymanên navneteweyî jî digire nav xwe bê cîcibîkirin; bi entegrasyona demokratîk a gelan re aştî û civaka demokratîk bê avakirin.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel
 

Sernavên din

10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake
09:09 Darên ku bi qamyonan tên veguhastin bi brandayan tên veşartin!
09:05 Girtiyê nexweş Çam, rojê 17 dermanan bi kar tîne
09:00 ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2025’AN
27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan
16:15 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 11 milyon û 705 hezar kesan
16:08 Ji Kampa Holê 840 penaberên Iraqî çûn welatê xwe
16:00 DFG: Nabe ku dengê aştiyê were sansurkirin
15:22 Şîna Zozan Ayazê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:00 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 8.6 e
14:53 Kurtulmuş: Derbasî serdemeke nû dibin ku dê tenê fikir biaxivin
14:02 Di hilbijartinên Arjantînê de hevalbendê Trump bi ser ket
13:58 ‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’
11:58 Xelkê Amedê: Tevgera Kurd ji bo aştiyê zelal e, divê dewlet gavan biavêje
11:08 Ji bo Îmamoglû, Yanardag û Ozkan biryara girtinê hat dayin
11:07 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin
11:02 Tuncer Bakirhan: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye
Tulay Hatîmogûllari: Gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komarê firsend e
10:29 Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e
10:07 Rojnameger Yurtsever: Divê demildest yasayên pêwîst bên amadekirin
09:58 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket
09:42 Unsal: Divê şertên Abdullah Ocalan derbasî şertên muzakerevanekî bibin
09:00 ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN
26/10/2025
17:50 Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
17:38 Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e
17:29 'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’
17:03 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
16:54 Tahmaz: Ji bo pêvajoyê hewcehî bi yasayên taybet heye
16:49 Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e
16:39 Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be
16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî