Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome

  • rojane
  • 09:09 22 Cotmeh 2025
  • |

MÊRSÎN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgehan tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî zext berdewam dikin û bang li dewlet û desthilatê kirin ku gavên berbiçav bavêjin.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê, Tevgera Azadiya Kurd gelek gavên berbiçav avêtin. PKK'ê daxuyand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye. Ji bo vê armancê komîsyonek li meclisê hat avakirin. Ji bilî vê, dewlet û desthilatê gaveke berbiçav neavêtine. Ji ber ferzkirina "poşmaniyê", berdana bi hezaran girtiyan, bi taybetî girtiyên nexweş, tê astengkirin.
 
Xizmên girtiyan xwestin ku demildest gavên pêwîst werin avêtin.
 
Îbrahîm Umît, diyar kir ku kurê wî Mehmet Umît li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku şert û mercên dijwar ên li girtîgehan tevî pêvajoya berdewam jî didomin. Umît destnîşan kir ku kurê wî tevî ku destek wî tenê heye jî, bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Umît got: "Ew di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyê dikişîne. Girtiyên nexweş ên li girtîgehan nabin nexweşxaneyê. Li wir zilmeke mezin heye. Kurê min, bi seqetiya xwe, bi tenê tê hiştin, cil û berg û xwarina xwe bi destekî dike. Gardiyan carinan avê venakin û xwarinên nebaş didin. Li girtîgehê zext heye; hevalên nexweş hene, lê ew nabin nexweşxaneyê. Rewşa malbatên Îranî (Rojhilatî) xirab e; ew nikarin werin. Ev rewş bi tevahî xirab e."
 
Umît bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya bêbawer û diyar kir ku ji bo çareseriyeke demokratîk divê qedexeyên li ser ziman û nasnameyê werin rakirin. Umît got: "Em baweriya xwe bi dewletê naynin. Rêberê me destê aştiyê dirêj kir û ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê gav avêt, lê dewletê tu gav neavêt. Îro, rêberê me ne tenê rêberê kurdan e, yê hemû gelên bindest e. Ger Tirkiye bi rastî aştiyê dixwaze, divê pêşî zimanê kurdî nas bike û piştrast bike ku girtiyên nexweş dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Divê gel êdî di vê rewşê de bêdeng nemîne. Divê her kes rabe ser pêyan û xwedî li rûmeta xwe derkeve." 
 
DIVÊ GIRTÎ AZAD BIN
 
Sîdar Sertkaya, birayê Mazlum Sertkaya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê ye, diyar kir ku şert û mercên girtîgehê bi salan e neguherîne. Sertkaya diyar kir ku rewşa birayê wî ku ji sala 2019'an vir ve girtî ye, her ku diçe xirabtir dibe û ji destpêka pêvajoyê ve di girtîgehan de tu sererastkirin nehatiye kirin. Sertkaya diyar kir ku malbat bi hêvî pêvajoyê dişopînin, lê dewletê gavên berbiçav neavêtiye. Serkaya got: "Divê her kes azad bibe û divê niha gav bên avêtin. Em dixwazin li her derê Tirkiyeyê bi awayekî azad xwe îfade bikin û qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin."
 
Ekrem Hazar, birayê Fethullah Hazar ku li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 1 a Bandirma ya Balikesirê tê girtin, bal kişand ser binpêkirinên ku li girtîgehan diqewimin û got ku pêvajo tenê bi gotinan sînordarkirî maye û hêviyên girtiyan ji bo azadiyê nehatine bicîhanîn. Hazar ev daxwaz kir: "Divê gav bên avêtin, dayik kêfxweş bibin û girtî bi malbatên xwe re werin cem hev. Ger her kes karibe bi azadî bi Tirkî biaxive, em jî dixwazin bi azadî bi Kurdî biaxivin. Divê zarok, ciwan û dayikên me karibin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Xwişk û birayên me yên di girtîgehê de bi nexweşî û xizaniyê re têdikoşin. Divê niha gav bên avêtin û divê hemû werin azadkirin."
 
MA / Abdulkadîr Ayten   
 

Sernavên din

24/10/2025
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e