Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike

  • rojane
  • 10:25 21 Cotmeh 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Nûnerê Iraqê yê CPT’yê Kamaran Osman da zanîn ku dewleta Tirk li gel birîna daran a li herêmên Zap û Avaşînê, di heman demê de kalekolan va dike û got: “Di demeke hevdîtinên aştiyê didomin de amadekariyên şer dike.” 

 
Talankirina xwezaya Kurdistanê ku bi sala ye li Şirnex û gelek bajaran dihat domandin, niha li Herêma Federe ya Kurdistanê jî hate belavkirin. Di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan, li herêmên Zap û Avaşînê dar tên birîn, bi traktoran tînin bajarên ser sînor û ji wir jî dibin bajarên din û tên firotin. Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan (CPT) ku têkildarî “binpêkirinên” li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê raporan amade dike, da zanîn ku ji Îlonê heta niha li herêma Zapê û Avaşînê di bin çavdêriya leşkeran û bi destê hin şexsên anîne herêmê xweza tê talankirin. CPT’yê da zanîn ku Tirkiye li herêmê rê û baregehên nû çêdike û amadekariya şer dike.  
 
Nûnerê Iraqê yê CPT’ê Kamaran Osman, têkildarî liv û tevgera li herêmê axivî. Osman, diyar kir ku qirkirina daran a li Herêma Federe ya Kurdistanê ji Îlona 2021’ê ve didome û got: “Piştre qirkirina daran sekinandin. Di demeke hevdîtinên aştiyê tên kirin de dîsa dan destpêkirin.” 
 
ROJANE 95 TRAOKTOR DARAN DIBIRIN 
 
Kamaran Osman, wiha domand: “Tirkiye ji meha Îlonê heta niha li herêmên Zap û Avaşînê daran dibire. Rojane barê 95 traktoran daran dibirin. Em nizanin ka heta niha çend dar birîne lê her roj bi dehan traktoran daran dibin. Li 120 gundên li pişta çiyayê Metînayê dar tên birîn. Darên tên birîn jî bi traktoran dibin Tirkiyeyê. Kesên daran dibirin ji Tirkiyeyê tên. Leşker ewlehiya van diparêzin. Beşeke darên dibirin Tirkiyeyê, dikin kursî, mase û hwd. û difiroşin Herêma Kurdistanê. Em jî kursî û maseyên ji darên me hatine çêkirin bi pereyên xwe dikirin. Hinek darên tên birîn jî dibin Wan û Şirnexê. Ev dar li baregehên leşkerî ji bo sotinê tên bikaranîn.” 
 
‘JI BO PDK Û YNK’Ê RENGÊ HILBIJARTINÊ GIRÎNG E’  
 
Osman, bêdengiya partiyên siyasî ya li dijî birîna daran rexne kir û got: “Tekane rojeva wan hilbijartin in. PDK û YNK tenê bi hilbijartinê re mijûl in û heta niha yek gotin têkildarî birîna daran nekirine. Ji bo wan rengê hilbijartinê girîng e. Ji bo wan tu wateya şînkatiya Kurdistanê nîne. Divê hemû sazî û dezgehên navneteweyî bertekê nîşanî vê bidin. Darên Kurdistanê ne tenê yên Kurdistanê ne. Dê bandorê li cîhanê bike. Tu sînorek ji bo oksîjen û hewa nîne. Daristanên Kurdistanê yên hemû mirovahiyê ne. Lewma divê raya giştî ya navneteweyî pêşî li vê talana Tirkiyeyê bigire. Divê hikûmeta Iraqê xaka xwe biparêze û bertek nîşan bide.” 
 
‘AMADEKARIYÊN ŞER DIKIN’
 
Kamaran Osman, got ku di demekî li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê tê domandin de dewleta Tirk li Metînayê baregehên leşkerî yên nû ava dike û axaftina xwe wiha qedand: “Di navbera Tirkiye û PKK’ê de pêvajoyeke aştiyê heye. Beriya niha hebûna PKK’ê dikirin hincet û her cureyên êriş û sûcan dikirin. Lêbelê niha PKK’ê xebatên xwe bi dawî kir. PKK’ê dawî li şerê çekdarî anî. Divê her kes vê pirsê bike ‘Tirkiye çima baregehên nû ava dike û daran dibire?’ Tirkiye amadekariya şerekî nû dike. Ji bo vê jî rê û baregehên nû ava dike. Armanca wan ew e ku çiyayê Garê bigirin bin kontrola xwe. Bi Garê re jî dixwazin li Misûl û Başîkayê serwer bin. Xeyalên Neo-Osmanî didomin. Bi îdiaya Mîsak-i Mîllî dixwazin herêmê dagir bikin. Ji bo aştiyê hewldaneke wan tune ye. Dema dibêjin ‘aştî’ jî haziriya şer dikin. Her roj balafirên şer ser Kurdistanê digerin. Dibêjin aştî lê ji bo şer rêyên nû çêdikin.  Heke inyeta wan aştî be wê demê divê ev hewldan bi dawî bibin. Ji bo aştiyê dev birîna daran berdin û qereqolên nû ava nekin.” 
 
MA / Emrullah Acar

Sernavên din

24/10/2025
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e