'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’

  • jin
  • 11:37 19 Cotmeh 2025
  • |

ŞIRNEX - Jinên tev li nobeta li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê xwendekar tacîz kiribû hatiye destpêkirin, diyar kirin ku jin û zarok bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û gotin: “Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe derxîne.”  

 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burk Ercan ku li Cizîrê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû, çalakiya “Nobeta Edaletê” da destpêkirin. Nobeta ku li Kolana Hunerê hatiye destpêkirin, dê heta roja 20’ê Mijdarê ku dê danişîna Burak Ercan were lidarxistin, di her roja şemiyê de bidome. Di heman demê de dê bi meş, daxuyanî û çalakiyên cur bi cur raya giştî bê birêxistinkirin. Jinên ku duh tev li hefteya ewil a nobetê bûn, têkildarî “şerê taybet”, tacîza zayendî û necezakirina faîlan axivîn. 
 
'HEWCEYE KESEK LI DIJÎ SÛCAN BÊDENG NEMÎNE’   
 
Ji aktîvîstên TJA’yê Makbûle Demîr ku piştgiriyê dide nobetê, got: “Divê gelê me piştgiriyê bide dengê Egîtîm Senê ku naxwaze ser tacîzê were girtin. Zarokên hatin îstîsmarkirin, yên rastî tacîzê hatin zarokên me ne. Ew zarok pêşeroja me ne. Dema em wan dişînin dibistanan ditirsin. Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û hêj gelekên din. Ev ne bûyerên jirêzê ne, encama polîtîkayeke sîstematîk e. Divê her kes li dijî vê baldar be. Divê kesek li hemberî sûcên li dijî zarokan bêdeng nemînin. Hêzên ewlekariyê çalakiyên ji bo sûcên li dijî zarokan tê kirin, asteng dikin. Mertalên danin pêşiya me ji bo parastina zarokên me nayên bikaranîn. Li şûna me asteng bikin, bila faîlên tacîzê asteng bikin.” 
 
'DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’  
 
Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Nafiye Geçgel jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û got: “Polîtîkayeke şerê taybet a qirêjî tê meşandin. Jin û zarokan hedef digirin. Dema li dijî tacîzê meşek tê kirin polîs ji bo astengkirinê her tiştekî dikin. Divê her kes li dijî şerê taybet dengê xwe bilind bike. Em van polîtîkayên şerê taybet ên dewletê şermezar dikin. Em ê serî li ber polîtîkayên îstîsmar, tacîz û tecawizê netewînin. Ji gelek aliyan ve şerê taybet dimeşînin. Çavên xwe li tiryak, dizî, fihûşê digirin. Ji bo ku ciwan siyasetê nekin çavên xwe li her tiştekî digirin. Divê em di ferqa vê de bin û rêxistiniya xwe mezin bikin. Divê ciwan li van lîstikan hişyar bin. Xwe li dijî vê birêxistin bikin.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ  
 
Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç Yerbasan jî bi bîr xist ku dê danişîna faîlê tacîzê Burak Ercan di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin û got: “Ev bû 6 sal faîl nehatiye cezakirin. Beriya niha ji bo pêşiya bertekan bigirin cezayekî biçûk dan lê ew jî betal kirin. Çima? Kî Burak Ercan diparêze? Ev 6 sal in em van pirsan dikin. Egîtîm Sen jî ji bo bersiva van pirsan dest bi Nobeta Edaletê kir. Heke li dijî tacîz, tecawiz û îstîsmarê bêdengî çêbibe dê hêj zêdetir bibin. Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibin. Li dijî zarok û jinan di meriyetê de y.e Divê her kes bi hev re bertekê nîşan bide. Bi vî awayî dikare encam were girtin. Em dixwazin her kes tev li danişîna di 20'ê Mijdarê de de bibe. Heta ku cezayê faîl heq dike lê tê birîn dê têkoşîna me bidome.” 
 
'DIVÊ JIN BÊDENG NEMÎNIN’  
 
Hevseroka DBP’a Cizîrê Aynûr Elçîoglû jî anî ziman ku yasa ne zarokan lê faîlan diparêzin û axaftin xwe wiha qedand: “Polîtîkayên şerê taybet ên qirêjî di meriyetê de ne. Ciwanan ber bi çirava fihûş û tiryakê ve kaş dikin. Divê her kes li dijî vê hişyar be. Pergal, zarokên me naparêze. Faîlên Rojbîn Kabaîşê bi zanebûn nayên dîtin û tên parastin. Gulistan Doku li ku derê ye? Faîlê hemû jinan dewlet e. Polîtîkayên necezakirinê cisaretê didin faîlan. Divê jin li dijî vê bêdeng nemînin. Hewceye yasa biguherin û cezayê heq dikin bidin faîlan. Heta faîl tên dîtin û cezakirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
MA / Emrullah Acar  
 

Sernavên din

24/10/2025
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
10:11 Belgefîlma Kerboranê: Em ê hestiyên me ji bîrê derxistin ji bîr nekin
09:48 Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
09:16 Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
09:14 Dosyeya Rojîn Kabaîşê: Me daxwaza berfirehkirina lêpirsînê kir
09:13 Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
09:11 Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
09:08 'Li dijî asîmlasyonê divê weşangeriya Kurdî bêtir bê piştgirîkirin'
09:06 Ji bo konsera Koma Amed bang
09:05 Bi şanoyê Kirmanckî berbiçav dike
09:00 'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
09:00 ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2025’AN
22/10/2025
16:35 Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
15:21 Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
14:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
14:45 Qeyûm zextê li xebatkaran dike ku sendîkaya xwe biguherînin!
13:52 Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
13:36 Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
12:54 HSD ne ‘gef’ e lê hêza jinûveavakirinê ye
11:48 Leşkeran dest danîn ser telefona welatiyê dixwest talana li Gabarê bikişîne
11:34 Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
10:57 Weqfa Mezopotamyayê kursa ‘Folklor û Edebiyata Gelêrî’ ya onlîne dide destpêkirin
10:44 Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
10:03 'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
09:36 Çanda Dêrsimê bi çanda kulav neqş kir
09:16 'Ger dewlet bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike'
09:09 Xizmên girtiyan: Zilma li girtîgehan didome
09:04 Li Îzmîrê qeydên ji bo Kurdî dest pê kirin
09:02 Dadgehê biryar da ku malbatên HPG'î tazmînatê bidin leşkerê birîndar bûye
09:00 ROJEVA 22’YÊ COTMEHA 2025’AN
21/10/2025
16:35 Tevî astengkirina cendirmeyan jî şîna Cansu Seferoglû hate danîn
16:12 Dermanên razandinê yên rojnameger Aykol dîsa hatin kêmkirin
16:05 Di doza Mînguzzî de cezayê muebbeda girankirî dan 2 bersûcan
15:28 Hikûmeta Demkî careke din rêya Tebqa-Selemiyê girt
14:43 Li seranserî cîhanê 520 kesan bang li rejîma Îranê kir
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Beriya hevdîtinên budçeyê sererastkirinên yasayî bikin
12:40 Di doza Uytun de daxwaza girtina faîl û keşfa cihê bûyerê hate redkirin
12:13 Ceza dan rojnameger Oznûr Degerê
12:10 Ciwanên Yerlîkaya hedef nîşan dabû hatin binçavkirin
11:09 Prof. Ross piştgirî da pêvajoyê: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî pûç neke
10:25 Kamaran Osman: Tirkiye bi çêkirina rê û baregehên nû re amadekariya şer dike
10:17 Gulistan Alê bi afirîneriya xwe qedexeya girtîgehê vala derxist
09:45 Jinên Elewî: Aştî bi vîna hevpar a gelan tê avakirin
09:28 ‘Ji bo eşkerekirina kujerên Rojînê yekitî divê'
09:15 Li Wanê ji dikandarên komirê û êzingan 8'an jê dikanên xwe girtine
09:08 Li Mêrdînê îsal berhemdariya mehseran kêm e
09:02 Got 'Mirov ji ber tiştekî ku nekiriye poşman nabe', berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2025'AN
20/10/2025
20:01 Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan
19:57 Li Wanê çalakî ji bo Rojîn Kabaîşê: Rektor bêyî pirsan bibersivîne reviya
16:28 Şandeyeke ji Iraq û Herêma Kurdistanê çû Tehranê
15:33 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê li pêşiya Wezareta Dadê bûn: Edalet li ku ye?
15:20 Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin
14:41 Huseyîn Aykol dê dîsa bê razandin
14:25 Ramazan Demîr li bajarê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
14:22 Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
14:21 Ji ÎHD’ê daxuyaniya têkildarî Rojîn Kabaîşê: Mekanîzmayên dewletê faîlan diparêzin
13:57 Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir
13:49 Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî tezkereyê da: Gel li benda demokrasiyê ye
13:12 Tehliyeya girtiyê ji sedî 80 astengdar e cara 6’an hate taloqkirin
12:10 Li Bestayê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:01 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 45 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:39 Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir
10:30 Hêzên Şamê êrişî Siwêdayê kirin
10:27 Akbulut: Hewceye daraz bi biryarên xwe aştiya civakî xurt bike
09:55 Tekane daxwaza Dayikên Aştiyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
09:33 Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket
09:29 ‘Ji bo çareseriyê divê astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin’
09:00 ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2025’AN
19/10/2025
17:20 Dayikên Aştiyê: Mifteya aştiyê azadiya Ocalan e