AMED - Weşanxaneya Aramê 3 jê yên dîrokê û 2 jî roman bi giştî 7 pirtûkên nû çap kir.
Pirtûkên Henry Mayers Hyndman ên “Peresana Şoreşê” û “Ingilistana Herkesî” ku ji Ingilîzî hatine wergerandin, pirtûka Nasrîn Parvaz a “Şahidiya Zindana Tehranê: Ji X bo A’yê Nameyên Nepen” ku ji Farisî hatiye wergerandin, pirtûka A. Fuat Hengirvanli ya “Rejîma Rêbaz û Heqîqetê”, pirtûka Denîz Bîlgîn a “Çiyayê Zeman Welidandî”, pirtûka Şiyar Dêrsim a “Di Behrê De Şopa Zarokên Çiyê” û pirtûka Diyar Bohtî ya bi Kurdî “Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda” ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatin çapkirin.
Pirtûka “Peresena Şoreşê” ya Henry Mayers Hyndman ji hêla Cemîl Toprak ve hatiye wergerandin û ji 456 rûpelan pêk tê. Pirtûka “Ingilistana Herkesî” ya heman nivîskarî jî ji hêla Cemîl Toprak ve hatiye wergerandin û ji 168 rûpelan pêk tê. Pirtûka Nasrîn Parvaz a “Şahidiya Zindana Tehranê: Ji X bo A’yê Nameyên Nepen” ji hêla C. Guneş Îspîr ve hatiye wergerandin û binpêkirin û zilma li girtîgeha Tehranê tê kirin hatiye vegotin. Pirtûka A. Fuat Hengirvanli ya “Rêbaz û Rejîma Heqîqetê” jî ji 424 rûpelan pêk tê. Pirtûka Denîz Bîlgîn “Çiyayê Zeman Welidandî” ji 240 rûpelan pêk tê.
Pirtûka lêkolînê ya Diyar Bohtî ya bi Kurdî “Ehmedê Xanî Bi Çavekî Cuda” jî ji 408 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de li ser jiyana yek ji mezintirîn helbestvan û fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî hatiye sekinînin û têkoşîna wî ya ji bo ziman û nasnameya gelê xwe hatiye vegotin. Tê destnîşankirin ku her çend berhema Mem û Zînê weke destana evînê bê nîşandan jî di esasê xwe de manîfestoyeke bêhempa ya hebûnê ye.