WAN - Nûnerên ol û baweriyan di komxebata zimanê Kurdî ya Wanê de bal kişand ser rola medreseyan a di pêşxistina zimanê Kurdî de û gotin ku divê li dijî qedexeya ser ziman li ber xwe bidin. Her wiha di xebatên ziman de xemsariya li hemberî zaravayê Kirmanckî jî hate rexnekirin.
Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” ku ji aliyê Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ve li Wanê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Di rûniştina duyemîn de bikaranîna zimanê Kurdî ya di qadên ekolojî, perwerde, tenduristî, ol, bawerî û di qadên de û têkoşîna ji bo vê hate nîqaşkirin. Di rûniştina şeşemîn ya komxebatê de mijara “Di têkoşîna ji bo zimanê Kurdî de rista bîr û baweriyê” hate nîqaşkirin.
Ji ewil endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Lokman Ozdemîr axivî. Ozdemîr, diyar kir ku 50 sal in têkoşîna gelê Kurd bedelên gelek giran dan û da zanîn ku ev bedel ji zimanê Kurdî azad nîne. Ozdemîr ku bal kişand ser têkiliya medrese û zimanê Kurdî wiha got: “Kurd hewl didin zimanê xwe biparêzin û kedeke mezin didin. Gelek pêşengên zimanê Kurdî ji medreseyên Kurdî derketine. Medreseyên Kurdan şêwaza jiyana Kurdan in û balkêş in. Zimanê Kurdî di medreseyan de cih girt û medrese bihêz û xurt bûn.”
'BIKARANÎNA ZIMAN DI QADA BAWERIYÊ DE JÎ HATE QEDEXEKIRIN’
Endama Estîtuya Kurdî ya Amedê Nesrîn Navdar jî bi zaraveya Kirmanckî axivî û diyar kir ku mafê tu serdestan nîne ku zimanê miletekî qedexe bike. Nesrîn Navdarê anî ziman ku ji aliyê baweriyê ve jî qedexekirina ziman rûreşiyek e û got: “Mirov xweza ye û têkiliya navbera wan de gelek bi hêz e. Qur’an dibêje ku her qewm bi zimanekê cuda hatiye afirandin. Heta niha bi zaravayê Kirmanckî qet perwerdehî nehatiye dayîn, lewma Kirmanckî gelek lawaz maye.”
'GELÊ KURD XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERNEKET’
Li ser navê Komeleya Alimên Olî ya Wanê Kerem Yilmaz bandora olê ya li ser ziman vegot. Yilmaz, got ku tu kes mafê mirov nade, divê em bi xwe mafên xwe bistînin. Yilmaz, anî ziman ku heke mirov xwedî li zimanê xwe derkeve dê her kes alîkariyê bide û wiha pê de çû: “Miletê Kurd xwe Kurd hesab nekiriye û xwe bi xwe bişaftî ye. Dewletê gelek polîtîka ceribandin, lê nekarîn Kurdan di bişaftinê re derbas bike. Lê me bi xwe bi bişaftina navxweyî xwe bişaft. Li ser navê olê me hînî zimanê xwe dikin. Heke em bibin berxê serjêkirî, dê dijmin jî bi ser me de bên. Mirovê ku Kurdî nezane û di mala xwe Kurdî neaxive, divê ji aliyê ziman ve bên hişyarkirin û ziman li ber çavên wan bên şirînkirin.”
'QÎMETÊ NADIN KIRMANCKÎ’
Li ser navê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Sutiye Dapakli jî daxuyand ku ew zimanê xwe pir paşguh dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Ji ber ku em li malê bi kar naînin, zimanê me winda dibe. Divê em jî xwe li hember zilma ku dewlet li ser me ferz dike biparêzin. Divê em li hember van polîtîkayên qedexe li ber xwe bidin û her kêliyê bikaranîna zimanê xwe derbas bikin.”
Rêveberê Navenda Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Îmam Şenol jî got: “Pirtûkên Kirmanckî tên nivîsandin, lê em wan fêm nakin. Ji ber ku em wan fêm nakin, pirtûk li wir dimînin. Em bi îradeya xwe asîmîle nebûn. Ji aliyekî ve dewletê em asîmîle kirin û ji aliyê din ve jî gelê kurmancan em tepeser kirin. Her kes dibêje ku ew ji Kirmanckî hez dikin, lê kes ji bo Kirmanckî tiştekî nake. Her çend dewlet destûrê bide me ku em mafên xwe bi kar bînin jî, me envanter an daneyên ku em vî mafî bi kar bînin tune ne. Divê bi heman awayî ku nêzî kurmancî dibin, nêzî kirmanckî jî bin.”