Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye

  • jin
  • 13:16 14 Cotmeh 2025
  • |
img

WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku geşedanên di dosyaya Rojîn Kabaîşê de nîşaneya wê ye ku li welat edalet û hiqûq tune ye û xwestin faîl tavilê bên dîtin. 

 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargehê derket û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Piştî demekî dirêj, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora xwe ya têkildarî Rojîn Kabaîşê ji dosyayê re pêşkeş kir ku niha yek ji mijarên herî zêde li ser tê axaftin e. ATK’ê, piştî serlêdanên sûc ên baroyên Amed û Wanê di 10’ê Cotmehê de rapora xwe li dosyaya lêpirsînê zêde kir. Di raporê de mînakên du DNA’yan ên aydê du mêran hatin tespîtkirin. Ji van DNA’yan yek jê li ser sing û yê din jî di vajînayê de hate tespîtkirin. Bi raporê re îxtîmala êrişa zayendî zêde bû. Li hêla din tevî ku cihê DNA’yê hatiye tespîtkirin jî ATK’ê ev agahî 9 mehan dereng vehêland û vê jî rê li ber bertekan vekir. 
 
Me ev mijar ji xelkê Wanê pirsî û wan jî xwestin faîl bên girtin. 
 
JI BO ROJÎNÊ EDALET  
 
Sema Buyuk ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwîne, diyar kir ku li kampusa ku tu tevdîr nehatine girtin de nexweşxaneya diranan heye û her kes dikare têkeve wê derê. Sema Buyukê got ku ji bilî kontrolkirina nasnameyan tu tevdîrên ewlehiyê tune ne û wiha domand: “Rojîn hêj nû hatibû bajarê me. Di nava hefteyekê de hate qetilkirin û gotin ‘întîhar’ kiriye. Baş e ku bavê Rojînê bêdeng nema û salekê li pey ket û dev jê berneda. Ez ji bo Rojînê edaletê dixwazim.” 
 
'ZEXTA CIVAKÎ RASTÎ DERXIST HOLÊ’  
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Siya Akgun jî got: “Piştî zexta civak û jinan ATK’ê jinûve rapor amade kir. Di encama vê de derket holê ku mijar cînayet e, êrişa zayendî ye. Ev saleke her tim hewl didin di bin navê întîharê de veşêrin. Dibe ku faîl niha di bin daîreya min de rûnê. Dibe ku cîranê min be ku ez her roj dibînim. Divê faîl bên girtin.” 
 
HEWCEYE FAÎL BÊN DÎTIN   
 
Xwendekara zanîngehê Viyan Dayan jî anî ziman ku ew xwe di ewlehiyê de hîs nake û wiha pê de çû: “Ji bo Rojînê em heta Amedê çûn û em bi malbata wê re axivîn. Ez ditirsim êdî li kolanan bimeşim. Ji ber ku faîlên Rojînê nehatine dîtin, bavê min her tim şîreta ‘dernekeve’ li min dike. Nikarim bi rehetî biçim dibistanê û nikarim bi hevalên xwe re rûnim. Divê jin bêhtir biaxivin. Ji ber ku heta ku em neaxivin em ê bêhtir bimirin.”
 
Enes Kaplan jî bi lêv kir ku ew xwe li tu cihekî di ewlehiyê de hîs nakin û got: “Heta ku faîlên Rojînê neyên dîtin, em gumanê ji her kesên derdora xwe dibin. Divê dewlet faîlan bigire û radestî darazê bike. Ev saleke ev agahî dihat veşartin û em vê qebûl nakin. Em li vî bajarî dijîn û nabe ku faîl di nav me de bigerin.” 
 
'EM JI BO TÊKOŞÎNÊ AMADE NE’  
 
Nûrcan Bozkurt jî bi lêv kir ku ATK’ê bi parvenekirina agahiyên di raporê de re pêvajo dirêj kiriye û got: “Ji bo ewlehiya hemû jinan divê faîlên Rojînê bên dîti. Em amade ne ku ji bo Rojînê têbikoşin. Em qebûl nakin ku ev bûyer bê nixûmandin. Divê tevdîrên baştir bên girtin. Xelk, ji bo zarokên xwe bide xwendin dişînine vê derê. Ji bo jin û zarokan divê tevdîrên ewlehiyê yên baştir bên girtin.” 
 
'DIVÊ PERGAL BIGUHERE’ 
 
Kiyasettîn Atilgan jî got: “Agahiyên di raporê de piştî salekê bi raya giştî re hatin parvekirin. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî ne edalet ne jî hiqûq heye. Heke li welatekî hiqûq tune be, ew welat welatekî têkçûyî ye. Li vê derê edalet tenê ji bo feqîran nîne. Zarokek malbateke xizan hatiye vê derê, li vir winda bûye û mafê wê nayê parastin. Ev nayê qebûlkirin. Heta ku ev pergal neguhere mixabin ev neheqî dê her bidomin.” 
 

Sernavên din

16/10/2025
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye