Prof. Lemkow: Gava ewil divê azadiya Abdullah Ocalan be

  • rojane
  • 09:17 12 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Louis Lemkow Zetterling, diyar kir ku divê gava ewil berdana Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî be û got: “Gavên bi vî rengî di demên berê de jî di pevçûnan de dihatin avêtin.” 

 
Di demeke nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd didomin de piştgiriya navneteweyî ya ji bo pêvajoyê jî didome. Derdorên cuda û kesayetên di qada xwe de pispor, dibêjin ku ji bo serkeftina pêvjayê û mizakereyên di şert û mercên wekhev de, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. 
 
‘PÊVAJO JI BO ÇARESERIYÊ DESTPÊKEKE BAŞ E’  
 
Ji civaknasên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow Zetterling, têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.  Prof. Lemkow anî ziman ku hewldanên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ên Abdullah Ocalan gelekî girîng û got: “Piştî têkoşîna çekdarî ku zêdeyî çil salan, mirina bi hezaran kesî û birîndarbûna bi hezaran kesî, pêvajoyeke bi vî rengî divê weke pêşketineke mezin bê dîtin. Bi dîtina min ev yek gelekî bi wate ye. Ev yek di rêya çareseriyê de gava destpêkê ye, bêguman. Hîn qonaxa destpêkê ye lê belê destpêkeke girîng e. Em hêvîdar in ku encameke şênber ji vê yekê derkeve holê. Mirov dikarin xweşbîn bin, ji ber ku ev yek dikare weke gava destpêkê ya cidî ya têkiliya vê pêvaoyê bi pêvajoya aştiyê re bê danîn.”
 
‘NABE KU OCALAN DI TECRÎDÊ DE WERE RAGIRTIN’  
 
Prof. Lemkow anî ziman ku nabe Abdullah Ocalan vê pêvajoyê di nava şert û mercên girtîgehê de bimeşîne û wiha domand: “Nayê qebûlkirin ku Ocalan 26 sal in tecrîdkirî ye. Ev yek binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan e. Li gel vê yekê Ocalan li Tirkiyeyê fîgurekî gelekî girîng e, ji bo gelê Kurd jî semboleke aştiyê ye. Di heman demê de fikrên girîng daniye holê ku aştî bi çi rengî dikare bê bidestxistin û ji bo gelê Kurd xweserî çawa dikare pêk were. Li gel vê rola xwe jî dîlgirtina wî nayê qebûlkirin."
 
‘BIRYARA PKK’Ê GAVEKÎ GELEK GIRÎNG E’  
 
Prof. Lemkow îşaret bi girîngiya biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê kir û ev tişt anî ziman: “Ev biryar li pêvajoya Abdullah Ocalan tê. Fesixkirina PKK'ê gaveke gelekî girîng e. Ya rast, di wê baweriyê de me ku di navbera Ocalan û Kongreyê de mutabaqatek heye. Zanim ku têkildarî vê yekê hin fikar hene, lê belê ev fikar bê bingeh in. Dibe ku bê îdiakirin ku gelê Kurd dibe ku hîn bêhtir bêparastin bimîne. Ez ne di wê baweriyê de me ku welê bibe. Bêçekbûn hewldaneke gelekî girîng e ku rewşa gelê Kurd xurt dike. Di heman demê de daxwaza wan a ji bo aştiyê û rêveçûna ji bo vê armancê bi şênberî radixe pêş çavan.”
 
'BERDANA OCALAN DÊ BIBE GAVEKÎ GELEK GIRÎNG’ 
 
Prof. Lemkow dewleta Tirk rexne kir ku li pêşberî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd hîn jî gavên şênber neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara rola dewleta Tirk û cidiyeta wê de fikar hene. Lê belê avabûna komîsyoneke li parlamentoyê weke min got, gava destpêkê ye. Lê li gorî min, efûyek û berdana girtiyan, bi taybetî jî berdana Ocalan wê bibe gaveke gelekî girîng. Gavên bi vî rengî di şerên beriya niha de hatin avêtin. Weke min got, her şer cuda ye. Lê belê li gorî min jestên bi vî rengî yan jî hewldanên bi vî rengî -efûyek, berdana girtiyan- wê gelekî girîng be û teqez tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike."
 
'PIŞTGIRIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E'
 
Prof. Lemkow anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê civaka navneteweyî zextê li hikûmeta Tirk bike û ev tişt anî ziman: “Zexta civaka sivîl a navneteweyî girîng e. Bêguman di şerên beriya niha de jî girîng bû. Mînak, li Xezeyê li hemberî rewşa metirsîdar seferberiya civaka sivîl a navneteweyî ya ku rola dewleta Îsraîlê şermezar kir, girîng bû û bandorek kir.
 
Ragihandina rewşa gelê Kurd li qada navneteweyî ji bo vê pêvajoyê girîng e. Bi her cure çalakiyan piştgiriyeke hîn berfireh dikare ji vê pêvajoyê re bê dayin. Bêguman niha hinekî zehmet e, ji ber ku bûyerên bi serê Kurdan de tê ji ber bûyerên li Fîlîstînê nayên dîtin. Lê belê bi dîtina min dewamkirin gelekî girîng e. Gelekî girîng e ku mirov girîngiya pêvajoyê ragihînin û li cîhanê piştgiriya civaka navneteweyî bê wergirtin. Di vê nuqteyê de ez di xizmeta gelê Kurd de me."
 
'HEBÛNA HÊZA ÇAVDÊR GIRÎNG E'
 
Di dewama axaftina xwe de Prof. Lemkow bal kişand ser girîngiya hebûna hêzeke çavder a navneteweyî axaftina xwe wiha qedand: “Yek ji mifteyên çareseriya şer navbeynkarên navneteweyî ye. Rola aliyên sêyemîn timî girîng bûye. Dema ku mirov şer bibe beramberî hev divê baldar bin; dîsa jî ders dikarin jê bêne wergirtin. Her şerek xwedî dîrok û dînamîkên xwe ne, lê belê analîzkirina wan û wergirtina dersê ji wan hîn jî girîng e. Di mînakên Îrlanda û Baskê de navbeynkarî gelekî girîng bûye. Bi piştgiriya navbeynarkiya navneteweyî, her wiha efûyek an jî berdana girtiyên siyasî wê girîng be."
 
LOUIS LEMKOW ZETTERLÎNG KÎ YE?
 
Prof. Louis Lemkow Zetterling akademîsyeneke ku li ser mijarên sosyolojiya hawirdorî û pêşveçûna daîmî pispor e. Li Zanîngeha Xweser a Barcelonayê weke profesor wezîfeyê dike. Lemkow giraniyê dide ser mijarên; têkiliya navbera civakê û hawirdorê, rîskên hawirdorî, polîtîkayên daîmî û newekheviya civakî. Lêkolînên wî bi giranî li ser guhertina avhewayê, newekheviya civakî, bandora civakî ya biyoteknolojiyê û edaleta hawirdorî. Prof. Lemkow ku li qada tevnên akademîk ên civakî çalak e, gelek berhemên xwe hene ku li ser mijarên cuda hatine weşandin.
 

Sernavên din

16/10/2025
09:55 Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
09:53 Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
09:49 Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
09:27 Karkerên qeyûm ji kar derxistî: Ji me tenê yek kes jî bimîne dê têkoşîn bidome
09:23 Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
09:06 'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
09:04 Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
09:00 ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2025’AN
15/10/2025
20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye