Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin

img
DÊRSIM - Rektoriya Zanîngeha Munzurê, beşeke pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtî û dozgeriyê kir. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Mehmet Aşkin got ku ev yek dê bandoreke neyînî li jiyana kampusê bike. 
 
Rêveberiya Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê qatên duyemîn û sêyemîn ên pirtûkxaneya zanîngehê û avahiya Fakulteya Aboriyê ya berê ji dozgerî û walîtiyê re tahsîs kir. Cihên hatine veqetandin dê wekî avahiya edliyeyê, Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr, Midûriyeta Tapo û Kadastoroyê ya Bajêr û Defterdariyê werin bikaranîn. Ev tahsîskirin wekî "amadekariya ji bo erdhejê" hat destnîşankirin. Xwendekar û mamoste, li hember rewşê bi bertek in. 
 
JI ZANÎNGEHÊ DAXUYANÎ
 
Rektoriya Zanîngeha Munzurê bi daxuyaniyekê bersiva rexneyan da û got: "Piştre, li ser bingeha hişmendiyeke bêagahdar û bêxem, buxtan û parvekirinên bêbingeh ên bêyî şêwirandinê hatin kirin, ji bo zanîngeha me di çavên raya giştî de biçûk bixinîn." Rektoriyê destnîşan kir ku ofîsên hatine veqetandin li kêleka avahiya pirtûkxaneyê ne û deriyên wan ê têketinê cuda ne.
 
BANDORA WÊ LI KAMPUSÊ
 
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Dêrsimê Mehmet Aşkin diyar kir ku divê edliye li kampusê nebe. Aşkin got: "Dibe ku hin kes hebin ku vê gavê bi sedema erdhejê rewa bikin. Lêbelê, em li dijî vê yekê derdikevin ji ber ku bandora vê gavê li ser jiyana kampusê dê wêranker be. Tê gotin ku avahî ji bo salekê hatiye veqetandin. Ev yek bi qasî nîvê jiyana akademîk a xwendekarekî pêşîlîsansê an jî xwendekarekî lîsansê ye. Ango, xwendekar dê tevahiya salê di bin şert û mercên awarte de li vê kampusê bijîn."
 
Aşkin diyar kir ku kes nikare van şert û mercên awarte li ser xwendekaran ferz bike û got: "Em rastiya erdhejan paşguh nakin, lê em her wiha dibêjin ku li pişt vê yekê nebûna plansazîbûnê heye. Nêzîkî du sal berê, Lîseya Anadolû ya Dêrsimê û Baxçeyê Zarokan ê Ataturk bi merasîmekê wekî beşeke ji 'amadekariya erdhejê' hatin valakirin. Lêbelê, di du salan de nûjenkirineke piçûk jî li van avahiyan nehatiye kirin. Ger rayedarên têkildar berpirsiyariyên xwe bicîh bianiya, ev avahî niha dê ji walîtî an dadgehê re bihatana veqetandin û hewcedariya veguhestina van saziyan ji bo kampusê wê çênebûna." 
 
‘ZANÎNGEH AZADIYÊ TEMSÎL DIKE'
 
Aşkin diyar kir ku li Dêrsimê tê payîn ku erdhejek bi pileya 7 an jî zêdetir çêbibe û got: "Ev sazî ji xwe pir qerebalix in. Veguhestina wan ji bo kampusê dê bibe sedema çûnhatineke zêde. Dê pirsgirêkên parkkirinê çêbibin. Dê asteke bilind a herikîna trafîkê hebe û ewlehî dê têk biçe. Ev dê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya xwendekar û perwerdekaran bike. Îzolekirina van avahiyan li nava kampusê ne mimkun e." 
 
Aşkin pirsa "Li hundirê pirtûkxaneyekê çi îşê dadgehê heye?" kir û diyar kir ku biryara rektoriyê ji bo zanist, perwerde û pêkhateyên zanîngehê zirar e. Aşkin got: "Adliye aliyê burokratîk, disîplînkirî û zordar ê dewletê temsîl dike, lê zanîngeh azadiyê temsîl dike. Veguhastina saziyeke ku otorîteyê temsîl dike ji bo qadeke azadiyê temsîl dike, tiştekî binakok e. Ev ê bandoreke neyînî li ser kedkarên perwerdehiyê û xwendekaran bike."
 

Sernavên din

10:54 Cîgirê Şaredarê Koycegîzê Ornek hate binçavkirin
10:53 Li Mûglayê şewata daristanê
10:27 Serokeşîrên Ereban: Peyama Ocalan xwişk-biratiya gelan xurt dike
10:19 Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn
09:52 Ocalan koça ber bi Ewropayê ve rexne kir: Polîtîkayeke koçberkirinê ya bi zanebûn e
09:35 Nêzî salekê ye di navbera Amed-Wanê de li edaletê digere: 'Çi bi serê Rojînê hat?'
09:32 Bendewariya xizmên girtiyan ji pêvajoyê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan
09:31 Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê
09:30 Tirkiye li Sûriyeyê êgir gur dike
09:26 Çakmak ê HDK'î: Armanca sereke civakîbûna aştiyê ye
09:15 Bavê Şerzan Kurt: Hêviya me ji pêvajoyê heye, em wekheviyê dixwazin
09:11 Huseyin Tosû: Divê bendên li ber mafê perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin
09:09 Cîhana dengbêjên çavên wan nabînin: Xewnên Tarî
09:05 Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin
09:03 Parêzer Tekîn: Divê komîte ji bo 'mafê hêviyê' zorê bide Tirkiyeyê
09:02 ATK'ê ji girtiyên ji sedî 94 astengdar re got: Te çima li dijî DAIŞ'ê şer kir?
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
16/09/2025
16:51 'Azadiya Ocalan azadiya civakê ye’
16:40 Di doza HDK’ê de biryara beraet û ‘sekinandina teqîbatê’ hat dayin
15:37 ‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
15:23 Li Wanê banga ji bo meşê: Divê Ocalan azad bibe
15:10 Li Tirkiyeyê cara ewil li ser formayê tîmekê dirûşma bi Kurdî cih girt
15:03 Li Gazî Yaşargîlê tundiya li dijî tenduristvanan hate protestokirin
14:58 Bernameya Sûrfestê diyar bû
14:40 Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
14:32 OHD’ê bang li Meclisê kir: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
14:30 Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
14:28 Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
14:14 Pirtûkên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên dayin
13:35 ‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
13:30 ‘Efû’ya rejîma Îranê dê ji bo girtiyên siyasî derbasdar nebe
13:25 Di 16 rojan de li Sûriyeyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe
12:36 Filistînê ji bo Xezeyê bang li civaka navneteweyî kir
12:33 ‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
12:24 Li pêşiya KE’yê çalakî: ‘Mafê hêviyê’ cîbicî bikin
12:12 Li Dêrsimê xetereya erdhej, hezaz û lehiyan
11:41 Bavê girtiyê nexweş ê mafê wî yê hêviyê nayê cîbicîkirin: Ev îşkence ye
11:10 Jinên Meksîkayî ji bo ‘mafê hêviyê’ çalakî li adr xistin
11:05 Ji bo meşa Amedê bang: Em azadiya Ocalan biqîrin
10:56 Hinceta taloqkirina tehliyeya Mizrakli: Ji rêxistinê veneqetiyaye!
10:44 Ji Komîteya Wezîran re name: Di mijara ‘mafê hêviyê’ de peyama zelal bide
10:34 Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye
09:49 Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
09:35 Li Amedê xebatên ji bo meşa ‘mafê hêviyê’ didomin
09:30 Li Çiyayê Gabarê gefeke nû: 114 bîrên sondajê yên nû tên vekirin
09:19 Li Gilîdaxê pirsgirêka sergoyê
09:00 ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2025’AN
15/09/2025
19:54 Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
17:00 Foruma Sûriyeyî ya 5’emîn: Serkeftina Rêveberiya Xweser piştrast bû
16:24 Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
16:12 Malbata ji bo hevdîtina girtîgehê diçû Erzînganê di rê de qeza kir
15:30 Ji bo meşa 17’ê Îlonê li Wanê belavok hatin belavkirin
15:24 Di êrişa çekdarî ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin
15:20 Êrişên li dijî goristanan bi navê ‘Hey Hewar’ bû belgefîlm
14:44 Ji Mûşê banga ‘mafê hêviyê’ cîbicî bikin
14:29 Ji OHD’ê rapora girtîgehên Osmaniye û Tokatê: Tehliye bi biryarên lijneyê tên astengkirin
14:09 Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 68 di bin sînorê birçîtiyê de ma
14:03 BTK’ê ji bo nûçeya têkildarî qeyûmê Xelfetiyê biryara astengkirinê da
13:34 Komîsyon dê vê hefteyê li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike
13:30 Xelkê Amedê: Divê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
13:19 Dê li 3 bajaran ji bo ‘Mafê hêviyê’ meş bên lidarxistin
12:36 Di cînayeta nefretê de tê payin mutalaa were pêşkeşkirin
12:28 KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
12:24 Ji 39 jinan ji bo KE’yê nameya ‘mafê hêviyê’
12:16 Erol hevdîtina dawî ya li Îmraliyê vegot: Divê pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe
11:33 Li girtîgehên Tîpa S û Ewlehiya Bilind tecrîd didome
10:44 Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin
10:14 Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
09:57 Komîteya Wezîran ji bo ‘mafê hêviyê’ dicive: Tê payin ku biryara navberê bê dayin
09:28 Xwebûn bi manşeta ‘Mafê hêviyê gerdûnî ye’ derket
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2025’AN
09:00 Parêzer ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
08:03 Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
14/09/2025
16:17 Mûrat Arslan piştî 30 salan hate berdan
15:43 Çalakiya Belucan di meha 3’yan de didome
14:46 Li Mêrdînê TUHAD-DER hate avakirin
14:27 10 rêxistinên zarokan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
14:10 Li gelek bajaran çalakiya ‘mafê hêviyê’: Biryara DMME’yê bicih bînin
13:18 Ocalan ji eşîrên Ereb re name şand: Ji bo Sûriyeya demokratîk hûn dikarin rolekî girîng bilîzin
13:04 Serkeftina Kobanê ji bo gelan bû hêvî
12:24 HSD: Hêzên hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
12:21 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê mûçeyê kêmtirîn derbas kir
12:04 Jody Williams: Tirkiye mecbûr e gavên li gorî pêvajoyê biavêje
12:03 Ji IPPNW Swîsreyê nameya ‘mafê hêviyê’: Divê tavilê bikeve meriyetê
12:03 Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
11:22 Krîz û hişkesaliyê bandor li amadekariyên zivistanê kir
10:46 Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon: 8 kes hatin binçavkirin
10:41 Li Rojava sala nû ya perwerdeyê dest pê kir
10:39 ‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’
10:15 Parêzer Guneş: Ocalan şensê dawî yê vê dewletê ye
09:57 Konsey dê bi rojeva ‘Mafê hêviyê’ bicive: Divê gav bên avêtin
09:40 Li Geliyê Xursê xetereya hişkesaliyê
09:17 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:16 Ji Çiyayên Kazê ber bi Bestayê ve: Em dikarin bi hev re xwezayê azad bikin
09:03 Li ser daxwaza zanîngehê parvekirinên têkildarî Rojîn Kabaîşê hatin astengkirin
08:56 ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2025’AN
13/09/2025
16:46 Nêrgiz Mihemedî: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê zindî ye
16:03 SOHR: Li Siwêdayê 2 hezar û 38 kes hatine kuştin
15:47 Xwestin kesên li Siwêdayê hatine revandin bên berdan