ENQERE - Malbata Êzdî Erkîş ku ji ber zextên siyasî ji Êlihê koçî Almanyayê kir û milkê wan ji aliyê cîranên wan ve hatin desteserkirin, 13 sal in ji bo erdên xwe bi dest bixin têdikoşin.
Êzdiyên ku di tevahiya dîrokê de ji ber baweriya xwe bi fermanan û herî dawî bi fermana 74'an a piştî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Şengalê re rû bi rû man, niha jî desteserkirina mal û milkên wan berdewam dike. Mal û milkên Êzdiyên ji ber zextên siyasî û civakî ji bajarên wekî Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê koçî Ewropayê kirin, ji aliyê cîranên wan ve hatine desteserkirin. Ji ber vê desteserkirinê, gelek malbat tevî ku dixwazin vegerin gundên xwe jî nikarin vegerin. Yek ji van malbatan malbata Erkîş e.
Ji ber zextên siyasî û civakî li Tirkiyeyê û valakirina gundê wan ji aliyê hêzên dewletê ve, malbat neçar ma ku di sala 1992'yan de ji Êlihê koçî Almanyayê bike. Malbata ku ji gundê Kelhokê yê navçeya Kercewsê koç kiribû, mal û erdê xwe nefirotin bi hêviya ku rojekê vegerin. Malbatê bi cîranên xwe re peymanek bi noterê îmze kir û destnîşan kir ku dema ew ne li malê bin, ew ê li erdê wan xwedî derkevin û biçînin. Li gorî peymanê, piştî vegera xwe, ew ê erdê xwe biçînin û li gundê xwe bicîh bibin. Lêbelê, di sala 2012'an de, bi sivikbûna rewşa siyasî, hin malbatên ku dixwestin vegerin biryar dan ku bi hev re vegerin gund. Malbatan hîn bûn ku cîranên wan gund û erdê wan nedane wan û tew desteser kirine.
Nedîm Erkîş, kurê malbata Êzdî Erkîş, ku di dema koçberiyê de 17 salî bû, ji sala 2012'an vir ve 13 sal in têdikoşe da ku vegere gundê xwe û zeviyên xwe biçîne. Wî doza ku ji bo vegerandina erd û malên xwe vekiribû qezenc kir. Xanî hatin valakirin. Dagirkeran çar ji wan vala kirin û çûn milkên din ên bi tapo bi cih bûn. Li dijî vê Nedîm Erkîş çû Enqereyê û ji partiyên siyasî yên di meclisê de alîkarî xwest.
XANIYÊN WAN TEXRÎB KIRINE
Erkîş ku ji bo daxwaza piştgiriyê li Enqereyê ye, got: "Di salên 1980 û 1990'î de, Êzdiyan koçberiyeke dijwar ber bi Ewropayê, bi taybetî jî ber bi Almanyayê ve jiyan. Sedemên vê koçberiyê hem siyasî û hem jî olî bûn. Li herêmê li dijî Êzdiyan zilmeke giran hebû. Vê zextê ji ber atmosfera siyasî û baweriyên me jiyanê dijwar kir. Ji ber vê yekê, gelek Êzdî neçar man ku koçî Ewropayê bikin. Dema ku me koç kir, me mal û erdên xwe spartin serokê eşîrê. Mixabin, dema ku me di sala 2012'an de biryar da ku em vegerin gundê xwe, ev soz nehatin bicihanîn. Sala 2012'an li Tirkiyeyê serdema pêvajoya aştiyê bû. Di vê serdemê de, me derfetek dît ku em vegerin gundê xwe. Armanca me ew bû ku em vegerin gundê xwe û tişta ku me spartibû wan li me vegerînin. Lêbelê, bersiva ku me wergirt pir neyînî bû. Em li hember vê rewşê bêçare man û me ji bo çareserkirina pirsgirêkê serî li rêyên qanûnî dan."
Erkîş ê di dozê de bi ser ket, diyar kir ku di 7'ê Tîrmehê de rayedarên daîreya îcrayê ya Elihê serdana gund kirin û ferman dan çar malbatan ku di nav mehekê de derkevin. Erkîş, got: "Me par doz qezenc kir, lê me heta 7'ê meha borî dem da wan ku derkevin. Dema ku em çûn gundê xwe, malbata navborî neçûbû. Piştre, di 12'ê Tîrmehê de, wan çar xaniyên me radestî me kirin. Mixabin, sê kes ji xaniyên me derketin û li xaniyên din ên tapokirî bi cih bûn. Me daxwaznameyek pêşkêşî dozgeriyê kir. Wan pace û dîwarên xaniyên me yên din jî hilweşandin. Me hemû daxwaznameyên pêwîst pêşkêş kirin. Em niha li benda bidawîbûna betlaneya dadwerî û dayîna biryarê ne."