NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî, bi beşdariya hezaran kesan bi konvoyekê ji Dêrikê ber bi Qamişloyê ve bi rê ket.
HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û yek ji pêşengên Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ku di sala 1990’ê de tev li têkoşîna azadiyê bûbû, di 6’ê Nîsana 2021’ê de jiyana xwe ji dest daye. Bi hezaran kesên ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên serê sibehê de ji bo wergirtina cenazeyê Nûreddîn Sofî herikîn Nexweşxaneya Wetanî ya Dêrikê. Li bendê ye ku konvoy, li ser rêgeha Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê ji hêla gel ve were pêşwazîkirin.
Li bendê ye ku cenaze saet di 17.00’ê de bigihije Qamişloyê û li wir were definkirin. Ji bo Sofî, dê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê merasîm were lidarxistin û piştre jî dê cenazeyê wî li Goristana Şehîd Delîl Saruxan were definkirin.