* Rojnameger Weysî Tallî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê axivî û got: “Îxtîmala ku di her kêliyê de provokasyona sala 1993’yan dubare bibe, heye. Armanca ji van êrişan ew e ku pêşiya pêvajoyê bigirin û zemîna şer zindî bihêlin.”
* Serokê Giştî yê Partiya Ewropayê ya Ermenistanê Tîgran Khzmalyan bertek nîşanî peymana korîdorê da û got: “Ev peyman, xetereyê li ser serweriya Ermenistanê çêdike. Dibe ku rewşa siyasî, jeopolîtîk, aborî û demografyayê ya herêmê biguherîne.”
* Berdevkê Platforma Parastina Bajar û û Piştevaniyê ya Amedê Mahsum Çiya Korkmaz, diyar kir ku avahiyên li Pira Dehderî tên çêkirin êdî di asta xetereyeke mezin de ye û got: “Divê hemû sazî, bi aqilekî kolektîf pêşniyarên çareseriyê bikin.”
* Li Geliyê Bertûlê yê li quntarê Çiyayê Gabarê ku bi xwezaya xwe ziyaretvanan mest dike, bi makîneyên kar talan lê dest pê kir.
* Di rapora pisporan a têkildarî madena sifirê ya li Taxa Mizakê yê Licê de hate gotin ku qad ji sedî 44 berjêr e û bal kişand ser xetereya “hezazê.” Parêzer Ahmet Înan got ku bi raporên pisporan hatiye belgekirin ku qada projeyê di asta yekemînde cihê erdhej û hezazê ye.
* Mele Saît Ozdemîr bertek nîşanî êrişî şînên HPG’iyan û binpêkirina mafê şîngirtinê yê malbatan da û got ku di hemû baweriyan de şîngirtin maf e û hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla olî ve sûc tê kirin.
* Şaxa ÎHD'a Amedê dê li avahiya şaxê rapora xwe ya "Binpêkirinên mafan ên 6 mehên dawî yên li Rojhilat û Başûrrojhilatê Anatoliyayê" aşkera bike. (12.00)
* Li dijî komkujiyên jinan dê li Amed, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Mêrsîn û Enqereyê meş bên lidarxistin û daxuyanî bên dayin. (13.00-19.30)
* Cenazeyê Ferhat Tunç ku li Cizîrê hatibû definkirin dê bi girseyî were ziyaretkirin. (14.30)
* Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dê civîna meclisa şaredariyê li dar bixe û il dijî sepanên qeyûm daxuyaniyê bide. (17.00)
* Çalakiya karkerên qeyûmê Wanê ji kar derxistibû dê bi meş û daxuyaniyê bidome. (18.30)