Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş

RIHA - Di civînên gel de ku dê ya 280'emîn li Amarayê lidarxistin, baweriya bi Abdullah Ocalan, banga wî û daxwaza gav avêtinê ji dewletê derketin pêş.

Li Rihayê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 279 "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" li dar xist, di çaçroveya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de. Di destpêkê de 250 civîn hatibûn plankirin, lê ji ber daxwaza zêde hejmara civînan zêde bû. Civîna dawî û 280'emîn, îro dê li gundê Abdullah Ocalan ê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê, saet di 19.30'yî de bê lidarxistin. 
 
Welatiyan li Serêkaniyê civînên heya niha nirxandin û daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. 
 
Zeynep Kahraman (40), diyar kir ku ew bi hêviya aştiyê beşdarî civînan bûye û got: "Ez dixwazim aştî bê û hemû girtî serbest bên berdan. Ez dixwazim em hemû wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Em dixwazin bi hev re û azad bijîn, bêyî zext û zoriyê." 
 
Zeynep Kahramanê bal kişand ser wê yekê ku dewletê hîn gavên pêwîst neavêtine û got: "Heta ku Tirkiye gav neavêje, ew ê pêvajo kar neke. Mesele girtî ne; gelo birêz Ocalan û Demirtaş dê werin berdan? Nexweş di girtîgehan de hene. Ger ew neyên berdan, ev pêvajo dê nemeşe."
 
'ÇIMA DEWLET SEKAN E?' 
 
Gazî Taş (80) bal kişand ser komîsyona ku li meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatiye avakirin û got: "Ev destpêka pêvajoyeke ku hêvî jê tê kirin. Em ê kêfxweş bibin, em ê piştgiriyê bidinê û em ê ji bo serkeftinê çi ji destê me bê bikin. Ez ji vir bang li gel dikim: Bila pêvajoyê li her derê rave bikin. Divê em peyva ka pêvajo dê çawa pêş bikeve û dê ji kê re çi bîne belav bikin û divê em li ser vê mijarê bixebitin. Aliyê ku pêvajo da destpêkirin Abdullah Ocalan û tîma wî ye. Lê em li bendê ne ku dewlet gavekê bavêje û meclis jî gavekê bavêje. Mixabin, wekî gelê kurd, em ji rewşa sekan ya dewletê tiştekî fêm nakin. Em li bendê ne û em hêvîdar in. Dewlet bê guman dê gavekê bavêje. Em dizanin ku xebat berdewam dike."
 
Kayis Işik (51) diyar kir ku gelê ereb ji pêvajoyê bendewariyan xwe hene û got ku mîna gelê kurd li gelê ereb, piştî banga Abdullah Ocalan, kelecaneke mezin peyda bûye. Işik got: "Wekî gelê ereb, em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Ji banga birêz Ocalan vir ve hemû gav hatine avêtin. Lêbelê, gelê me jî li benda gavekê ye ji dewletê. Bendewariyên gel hene. Divê ev gav ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn were avêtin. Divê ev ji bo avakirina jiyaneke hevbeş a pêşerojê were kirin."
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Serêkaniyê Salîha Şîmşekê diyar kir ku civînên gel bi coş derbas bûne û wan tenê li Serêkaniyê zêdetirî 30 civîn li dar xistine. Salîha Şîmşekê got: "Yek ji van serdana rêxistinên civaka sivîl bû û me du civînên bêhempa bi jinan re li dar xistin. Piraniya beşdaran nebûna baweriya xwe bi dewletê anîn ziman. Wan got ku ew baweriya xwe bi birêz Ocalan tînin, lê sekaniya dewletê gumanan li wan peyda dike. Me li vir dubare kir ku em aştiyeke birûmet dixwazin û ev daxwaza me ye."
 
'GEL BI OCALAN BAWER E'
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Serêkaniyê Hasan Arslan jî got: "Gelê me li bendê ye ku dewleta Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje." Arslan anî ziman ku daxwaza pêşî ya gel berdana girtiyên nexweş e û got ku çendî dewlet gav neavêtiye jî gel bi Abdullah Ocalan û banga wî bawer e. Arslan bal kişand ser civînên ku li Serêkaniyê çêkirine û got ku her kes aştiyê dixwaze û dixwazin niha pêk bê. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê
15:38 Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
15:37 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê di pêvajoyên biryardayînê de rêveberiyên xwecihî jî hebin
14:55 UNICEF: Li Xezeyê rojane 28 zarok jiyana xwe ji dest didin
14:43 Li Xezeyê di 24 saetan de 8 kesan ji birçîna jiyana xwe ji dest dan
14:32 Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
14:01 Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
12:55 Gundiyên ku faza ceyrana wan hatibû daxistin çalakiya xwe didomînin
11:38 Komîsyona li Meclisê civiya: Êdî dema wê hatiye em bi dengekî bilind biaxivin
11:36 'Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinan reformên binesazî pêwîst in'
11:18 Mazlum Ebdî: Bi Sûriyeya nenavendî re her kes dê qezenc bike
10:18 Li dijî Şaredariya Pirsûsê êriş hate kirin
10:17 Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
09:32 Di hevdîtinan de baweriya bi Ocalan û daxwaza ku dewlet gav biavêje derketin pêş
09:22 Gundiyên ku ceyrana wan hate birîn rê li trafîkê re girtin
09:13 Rêxistinên piştgiriyê didin malbatên girtiyan: Bila girtî bên berdan
09:06 Gundê hatiye jibîrkirin: Ne rê ne jî ceyran heye
09:05 Hêviya gelê Amedê ji komîsyonê: Ji bo demokrastîkbûnê sererastkirinên qanûnî
09:00 ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2025’AN
04/08/2025
21:15 Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne
20:39 Bertek li dijî girtina Komeleya Avestayê
16:28 Barrack têkildarî Siwêyda û Minbicê daxuyanî da
16:20 Çalakiya jinên Beluc di roja 20’an de didome
16:08 Îlham Ehmed: Avakirina Sûriyeyeke nû bi naskirina hemû nasnameyan pêkan e
15:27 Girtina Komeleya Avestayê li Agiriyê hate protestokirin
15:09 Roja danişîna lêpirsîna ÎzBB’ê diyar bû
14:42 Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê: Tirkiye peymana avê binpê dike
14:28 HSD: Komên hikûmeta demkî êrişî nuqteyên me yên leşkerî kirin
14:00 Kurtulmuş bi koordînatorên komîsyonê yên partiyan re civiya
14:00 Bîlançoya li Yemenê giran bû: 76 kes di behrê de xeniqîn
13:59 Endamê Kongreya DYA’yê Hemade: HSD’ê rêveberiyeke mînak ava kir
13:15 Serokê ICRC’ê: Rewşa mirovî ya li Siwêdayê giran e
13:14 Qirkirina daran a li Gabarê ku Walitiyê gotibû ‘hatiye rawestandin’ didome
12:56 Temel: Bêyî tevkariya polîtîk a Ocalan çareseriyeke mayinde pêkan nîne
12:02 ‘Hewceye komîsyon şefaf be û gel agahdar bike’
11:36 DFG: Astengiyên li pêşiya hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re rakin
11:09 Mazlum Ebdî: Ji bo gelê Sûriyeyê rola xwe bilîze bingeh hatiye avakirin
10:46 Ji Abdullah Ocalan hişyariya ji bo komîsyonê: Divê bingeha hiqûqî hebe
10:43 ENAG: Enflasyona salane ji sedî 65,15 e
TUÎK: Enflasyona salane ji sedî 33,52 ye
10:42 Pêşniyara dayikan a ji bo komîsyonê: Bila Ocalan azad bibe
10:01 ‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
09:33 Li Behra Spî û Çukurovayê civînên gel: Xelk ji AKP'ê bawer nake û dixwaze gav bên avêtin
09:23 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2025’AN
03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin