Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê

  • rojane
  • 09:21 30 Tîrmeh 2025
  • |
WAN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê diyar kirin ku ev pêvajo derfeteke sedsalekê ye û divê demildest komîsyon were avakirin da ku pêvajoyê di warê qanûnî de misoger bike. 
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi pêşketinên nû berdewam dike. Bang li dewletê tê kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bîne da ku ev pêvajoya ku li çaraliyê cîhanê ji nêz ve tê şopandin, veguhere aştiyê. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê pêvajoyê nirxandin û ji dewletê xwestin ku gav biavêje.
 
PÊVAJO Û MISGOGERKIRINA QANÛNÎ
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Umit Dede diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê karê komîsyonê bileztir bibe. Dede tekezî li ser pêwîstiya bi tevdîrên qanûnî kir da ku pêvajo daîmî be û bal kişand ser pêvajoyên çareseriyê yên berê. Dede îşaret bi girîngiya çareserkirina kêmasiyên Qanûna Hejmar 6551 ku di navbera 2013 û 2015'an de hatiye derxistin û misogerkirina ku prosedur û rêgezên çalakiyên komîsyonê di çarçoveyeke qanûnî de tên destnîşankirin û misogerkirina ku sererastkirinên di nav metna qanûnî de û şert û mercên xebata azad ji bo aliyan peyda dikin da ku pêvajoyê bi rêkûpêk bi rê ve bibin, kir.
 
DIVÊ TMK BÊ RAKIRIN
 
Dede bi bîr xist ku merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk gaveke girîng ber bi aştiyê ve ye û got: "Dewletê hîn jî li dijî van tevdîran tu gavên berbiçav neavêtiye. Divê merasîma şewitandina çekan bibe rastî, divê çek bi rastî bên bêdengkirin û ber têkoşîna demokratîk were vekirin û ji hêla qanûnî ve were garantîkirin. Divê pêvajo ji hêla qanûnî ve were ewlekirin da ku ev gava sembolîk bi tevahî were pêkanîn. Divê xebat li ser qanûnên dijdemokratîk dest pê bike û TMK bi tevahî were betalkirin."
 
SERERASTKIRINÊN HIQÛQÎ
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn bal kişand ser pêşketinên girîng ên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk û diyar kir ku bidawîanîna şerê 50 salî ji bo her kesî girîng e. Coşkûn destnîşan kir ku gava yekem a vê pêvajoyê divê serbestberdana girtiyên nexweş û siyasî be û ji bo vê yekê divê sererastkirinên qanûnî werin çêkirin.
 
Coşkûn diyar kir ku her çend di pêvajoyê de pêşketin hebe jî, ji aliyê dewletê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin û got: "Li ser avakirina komîsyonekê li meclisê ku hemû partiyên siyasî tê de bin, nîqaş hene. Divê ev gav demildest werin avêtin û divê dewlet gavên niyeta baş ên ku ji aliyê PKK'ê ve tên kirin bidomîne."
 
FIRSENDA SEDSALÎ
 
Endamê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyîn Yavîç jî diyar kir ku ji damezrandina Komarê ve hebûn û mafên herî bingehîn ên kurdan hatine paşguhkirin û diyar kir ku ev yek bûye sedema pevçûneke nêzîkî 50 salî. Yavîç got: "Di encama vê pevçûnê de, her du aliyan jî bedelên giran dane. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek travmayên civakî çêbûne. Mafên herî bingehîn hatine binpêkirin. Travma û birîn û birînên civakî divê bi vê pêvajoyê re baş bibin. Ji ber vê yekê, em dikarin vê pêvajoyê wekî derfeteke sedsalekê bihesibînin."
 
Yavîç got ku ji bo ku pêvajo baştir pêş bikeve, divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin baştirkirin û pêvajo bi hemû beşên civakê re were meşandin.
 
 

Sernavên din

30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin
16:28 Ji bo sersaxiya Zîlan Esen serdana girseyî
16:06 Gardiyanan hem îşkence lê kirin hem jî giliyê wî kirin
15:17 Ozel: Serokê meclisê daxwazên me qebûl kirin, em ê di komîsyonê de cih bigirin
15:14 DEM Partiyê endamên malbata Dedeogullari bibîr anî
14:20 Sînorê xizaniyê yê Turk-Îşê: 86 hezar lîre
14:11 Di 7 mehan de 4 hezar û 426 şewat: Qadeke 50 hezar hektar bû xwelî
14:04 Ji Hunergeha Welat berhemeke nû: Derwêş û Edûlê
13:38 Li Koreya Başûr ji ber germa zêde 13 kes mirin
12:57 Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê
12:44 Pêlên tsûnamiyê gihîştîn peravên Rûsya, Japonya û DYA'yê
12:15 Li dijî karwanê NY´ê êriş: Kesekî birîndar bû
12:02 Li nexweşxaneyê klîma nayên xebitandin nexweş mexdûr in
11:59 Şîna Firat Bayrak bi girseyî hate ziyaretkirin
11:58 Li dijî derxistina 223 karkeran bertek
10:57 Li gorî TUÎK'ê rêjeya bêkariya rastîn ji sedî 32,9 e
10:50 Li Tetwanê sal û nîveke texrîbatên qeyûm û AKP'ê ji holê tên rakirin
10:10 Dayika Nîhat Kazanhan: Ger edalet nebe aştî jî çênabe
09:51 Keşeyê Dêra Portestanê Peker: Ger em bibin yek dê hikûmet gavan biavêje
Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acar: Dermanê Kurdistanê yekîtî ye
09:42 Elewiyan piştgirî dan Ocalan: Em parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne
09:29 Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
09:21 Saziyên Wanê: Pêvajo firsendeke sedsalî ye, misgoerkirina qanûnî divê
09:12 Li Edeneyê 22 kedkar 9 sal in li benda vegera ser kar in
09:08 Li taxên Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
09:08 Di bin 40 pileyî de dixebitin: Ji mecbûrî
09:03 Hesendînî: Em xwedî li xwezaya xwe derkevin
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
29/07/2025
21:38 Brîtanya: Eger Îsraîl agirbestê paşguh bike ew ê dewleta Filistînê nas bikin
21:18 Li Şirnexê li dijî darbirînê kampanyaya îmzeyan
20:39 Di navbera Tirkiye û Qazaxistanê de 20 peyman hatin îmzekirin
17:00 Li Îdîrê jinan pêvajo gotûbêj kir
16:50 Di doza teşhîrkirina bedena jinan de biryara bêşopandinê
16:44 Li Îranê di hefteyekî de 20 girtî hatin darvekirin
16:32 Ji Siwêdayê banga ‘Ambargoyê rakin û hesab ji sûcdaran bipirsin’
16:21 ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand
16:20 Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê
16:07 Karneya ÎHÎK’ê ya girtîgehan: Ji bo 21 hezar û 642 serlênanên binpêkirinê 153 serdan kirî
15:06 Şîna Berîvan Demîr bi girseyî hate ziyaretkirin
13:42 Rojnamevanan li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê: Em deng didin hempîşeyên xwe yên Filistînî
13:18 Ji ber ‘lêgerînê’ tedawiya girtiyekî hate astengkirin
12:11 Têkildarî astengiyên tehliyeyê ji bo 4 saziyan serlêdan hate kirin
12:03 Baroya Amedê: Divê parvekirinên ku aştiya civakî tehdîd dikin cidî neyên girtin
11:36 Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
11:27 Li Rezanê polîs tundî li ciwanekî kir
11:18 Ji bo zarok û mezinan perwerdehiya ziman destpê dike
11:15 Li Girtîgeha Merîwanê tundiya li ser girtiyan zêde bûye
11:09 Li Mêrdînê welatî bêav hatin hiştin
11:08 Ji ber nelirêtî û gendeliyên di dema qeyûm de: 25 kes hatin cezakirin
10:49 Polîsê ku zarokê 7 salî kuşt dê neyê darizandin
10:25 Li Midûriyeta Tenduristiyê ya Şirnexê sixtekarî!
09:55 Îkbal Eren: Em gorên xizmên xwe û cezakirina kiryaran dixwazin
09:50 Dîmen karkerên HepsiJET'ê piştrast kirin
09:43 Pirsa ku tehliyeyê dereng dixe: Eger PKK bi avabûneke nû dewam bike, hûn ê tevlî bibin?
09:13 Rojnamevan Abayay tê bibîranîn: Peyrewên wî lêgerîna heqîqetê didomînin
09:12 'Gavên yekalî pirsgirêka ewlehiyê kûrtir dikin'
09:11 Jakob Migenda: Têkoşîna Ocalan nîşaneya azadiya gelan e
09:06 Înîsyatîfa Yekîtiyê: Dive her kes beşdarî Înîsyatîfa Yekîtiyê bibe
09:03 Li Cizîrê ciwanên ku bi bekçiyan re nîqaş kirin hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2025'AN
28/07/2025
21:21 Abdullah Ocalan: Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye
16:43 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Sûriyeyê 8 jinên Elewî hatine revandin
16:24 Li Qersê civîna jinan: Dê têkoşîna me destkeftiyên me diyar bike
16:01 Li Hesendînê çalakî: Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk pêk tê
15:49 Bîranîna Komkujiya Roboskê: Bêyî rûbirûbûna aştî pêk nayê
15:48 Li Şirnexê li dijî talana daristanan dê kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin
15:39 Piştguhkirina DEDAŞ’ê bû sedema mirina 6 çêlekan
15:34 Hunermendan ji bo pêvajoyê 8 pêşniyarî kirin
14:41 KESK: Bila mûçeyên herî kêm di ser sînorê xizaniyê de be
14:05 Ji bo girtî Kiskaç bang: Rewşa wê ya tenduristiyê giran e
13:26 Îranê 4 sal û 8 meh ceza da nivîskarê Kurd
13:16 DAIŞ’ê êrişî dêrê kir: 43 kes mir in 15 kes jî birîndar bûn
13:08 Şara dê sêyek a Parlamentoya Sûriyeyê diyar bike
12:12 DFG’ê 3 rojnamevan bi bîr anî: Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ne
12:00 100 jinên enternasyonalîst: Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan
11:29 Rahîb Kavak: Divê dêr jî tevli pêvajoyê bibin
11:03 Li Iraqê partiya jinan hate damezirandin
10:56 Hejmara nû ya Xwebûnê der ket
10:42 Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê înfaza 2 girtiyan hate şewitandin
10:35 Beşdarên Konferansa Yekitiya Neteweyî: Em ê bi yekitiyê ve bi ser bikevin
10:30 Çima civîna Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin?
10:05 ‘Lijneyên çavdêriyê hêviya çareseriyê hedef digirin’
10:02 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Berpirsiyarê şewatan hikûmeta AKP’ê ye
09:21 Xwest bibe vasî lê vasî tayînî wî kirin û jiyana wî serobino kirin
09:09 Di Mihrîcana Munzûrê de nêrîna hevpar: Li dijî talanê têkoşîna hevpar
09:05 Mîhrîcana Stranan a Arxavûnê bi dawî bû
09:00 ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2025’AN
27/07/2025
16:29 'Divê erka rêveberiyên herêmî ya mudaxalekirina şewatan bê zêdekirin'
16:05 Hevserokên Giştî yên DBP'ê çûn serdana Veysî Aktaş
16:01 Di Mîhrîcana Mûnzûrê de mijara ekolojiyê hat nîqaşkirin
15:33 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dev ji xebata ku zirarê dide Birqleynê berdin
15:18 Îsraîlê êrîşî Lûbnanê kir: 2 kes mir
14:35 SOHR: Hêzên Îsraîlê ketin Quneitra
14:16 Hevserokê DBP'ê Bayindir: Kurd nêzî bidestxistina statuyê ne
13:39 Siweyda di bin dorpêçê de ye, 36 gund wêran bûn