* Welatiyên ku li Hesendînê li hember xebatên madenê yên berdewam dikin bertek nîşan dan, bang li her kesî kirin ku xwezayê biparêzin.
* Karkerên înşaetê yên ku di germahiya zêde ya Amed de dixebitin, ii bêgavî bi xirtûmê xwe şil dikin û dixebitin.
* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê diyar kirin ku ev pêvajo derfeteke sedsalekê ye û divê demildest komîsyon were avakirin da ku pêvajoyê di warê qanûnî de misoger bike.
* Karkerên ku ji ber çalakiyên sendîkayî û daxwazên aştiyê ji kar hatin avêtin, neh sal in li benda vegera li ser kar in. Guven Boga got: "Daxwaza aştiyê sûc nîne. Tevî beraetan jî, daxwazên vegera li ser kar tên redkirin."
* Keşeyê Dêra Protestan Ender Peker ku yek ji beşdarên "Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd" bû got: "Ger em yekgirtî bin, em ê bihêz bin. Ger em bihêz bin, aliyê din dê guh bide me." Endama DÎK'ê û Hevseroka DADEN'ê Sabahat Înal Acarê jî got: "Dermanê Kurdistanê yekîtî ye."
* Ayşe Kazanhan, dayika Nihat Kazanhan ê ku di 12 saliya xwe de hat qetilkirin, anî ziman ku komîsyona ku dê li Meclisê were avakirin divê ji bo zarokên hatine qetilkirin doza edaletê bike û got: "Bêyî edaletê aştî nabe."
* Hevşaredarê Şaredariya Tetwanê Mumîn Erol diyar kir ku sal û nîveke li dijî texrîbata ku qeyûm û AKP'ê çêkirine têdikoşin û got ku ew ê tevî gel bajêr bi rê ve bibin û pirgsirêkan çareser bikin.
* Têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cuma Erçe destnîşan kir ku Elewî parçeyeke vê pêvajoyê ne.
* Ji bo karkerên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de ji kar hatine derxistin, dê li Kolana Hunerê daxuyaniyek bê dayîn. (18:00)