AMED – Li navçeya Rezanê ciwanek, ji ber pirsa sedemê kontrola nasnameyê ji aliyê polîs ve rastî tundiyê hat.
Li taxa Îskanevlerî ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê ciwanê ku li xwaringehekî xwarin dixwar, rastî êrişa polîs hat. Di dîmenan de xuya dibe ku dema ciwan xwarinê dixwe polîs dixwaze wî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) de derbas bike. Polîs, ciwan li erdê dirêj dike û tundiyê lê dike. Herwiha di dîmen de tê dîtin ku welatiyên dixwazin tundiyê asteng bikin jî rastî gefên polîs tên.
Hate zanîn ku ciwan piştî di Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) de derbas bûye, hatiye berdan.