STENBOL – Dora duyemîn a civînên Îran, Îngilistan, Frensa û Almanyayê yên têkildarî bernameya nukleerî ya Îranê bi dawî bû.
Duyemîn dora civînên Îran û Îngilistan, Frensa û Almanyayê yên der barê bernameya nukleerî ya Îranê saet 09.30ê li Konsolxaneya Komara Îslamî ya Îranê ya li Stenbolê dest pê kir. Piştî civînên ku bi qasî 4 saetan dewam kirin, şandeyan saet di 13.30’ê de ji avahiya konsolosxaneyê derketin. Civînên ku ji çapemeniyê re girtî hatin lidarxistin ji aliyê gelek saziyên çapemeniyê yên herêmî û biyanî ve hatin şopandin.
BIRYARA BERDEWAMIYA CIVÎNAN HATE DAYÎN
Piştî civînê Cigirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tiş got: "Geşedanên dawî yên derbarê rakirina mueyîdeyan û mijara nukleerî de hatin gotûbêjkirin û nirxandin. Me helwesta wan a di şerê dawî yê êrişa li dijî gelê me de bi awayekî cidî rexne kir, me helwêstên xwe yên bi rêgez ên li dijî mekanîzmaya vekişînê rave kirin. Her du alî jî bi hin nêrînan hatin civînê û aliyên cuda yên van nêrînan hatin nirxandin. Lihevkirin çêbû ku di vê mijarê de şêwir berdewam bikin.."