MÊRSÎN - Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku azadiya îfadeyê ya girtiyê nexweş Bekîr Donmez ê ji ber gotinên di dema axaftina bi telefonê de bilêv kir cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, hatiye binpêkirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), der barê cezayê dîsîplînê yê li girtiyê bi navê Bekîr Donmez ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3’emîn a Tarsûsê hat birîn de biryara îxlalkirinê da. AYM'ê xwest ku ji bo Donmez tazminat bê dayîn û ji nû ve bê darizandin.
Donmez di dema axaftina bi telefonê ya 7'ê Îlona 2022'an a bi hevsera xwe re got, "Xwedê belaxwe bide wan." Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê ji ber van îfadeyan der barê Donmez de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Lijneyê biryar da ku ev gotin ji bo rêveberiya girtîgehê hatiye gotin û cezayê mehek tevlênebûna bernameyan dabû Donmez. Li ser îtiraza dozgeriyê, Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Tarsûsê biryar betal kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Donmez qebûl kir û biryar da ku azadiya ramanê hatiye binpêkirin. Di biryarê de bal hat kişandin ku Donmez personelên girtîgehê hedef negirtiye û ji bo dîsîplîna saziyî tehdîteke şênber pêk naynin.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo ji nû ve darizandinê biryar da ku encamên îxlalkirinê ji holê bê rakirin û tazmînat bê dayîn.