Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe

  • rojane
  • 11:07 22 Tîrmeh 2025
  • |
img
RIHA – Pêvajoya çareseriyê ya beriya vê bi hinceta ku li Serêkaniyê 2 polîs hatine kuştin hatibû bi dawîkirin. Mehmet Nacî Yilmaz 32 mehan girtî ma û piştre serbest hat berdan û diyar kir ku divê 10 salên din badilhewa neçe. 
 
Mutabakata Dolmabahçeyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gaveke girîng bû û gotinên Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ên di 5'ê Nîsana 2015'an de anî ziman ku wan pêvajo xistine 'sarincê', êrîşên berfireh destpê kirin. Ev yek piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê û komkujiya di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê ku 33 ciwan hatin qetilkirin.
 
Piştî du rojan di 22'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsên bi navê Feyyaz Yûsûf û Okan Ûçar li malên xwe mirî hatin dîtin. Ev bûyer ji bo bidawîbûna 'pêvajoya çareseriyê' weke hincet hat dîtin. Rojek piştî cînayetê, wesayiteke ku 5 kes tê de bûn, li dû telefonê ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Dema lêpirsîna polîsan dirêj bû, kesên di wesayîtê de birin qereqolê; di dema prosedur berdewam dikir de, telefonek hat îdiakirin ku kesên di wesayîtê de destê wan di kuştina polêsan de heye. Ji 9 kesên hatin binçavkirin 7 kes ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna piştî cînayetê hat meşandin de, bi îdîaya 'xerakirina yekparebûna dewletê û yekparebûna welêt' û 'kuştina ji ber bicihanîna wezîfeya cemaweriyê' bi daxwaza girtina heta bi hetayê der heqê 13 gumanbaran de doz hat vekirin. Lê belê pêvajoya darizandinê bi îddîayên ku delîl an jî pêwendiyên bi Tevgera Gulen re hatine xebitandin derket pêş.
 
Parêzeran diyar kirin ku di cînayetan de şopên FETO’yê hene. Di dosyeya dozê de rewş û rola polîsê sêyem wek nîşaneya pirsê ma. Di Çileya 2017’ê de 3 kes hatin berdan. Di rûniştina biryarê ya 1'ê Adara 2018'an de hemû bersûcan beraat kir. Dadgeha Temyîzê ya Herêma Dîlokê biryar erê kir. Ji sala 2019'an û vir ve li 3'emîn Odeya Ceza ya Asliye ya Dadgeha Bilind tê darizandin.
 
Polîs ji aliyê kê ve û çawa hatine kuştin, tevî dem derbas bûye jî nehatiye diyarkirin. Bi vî rengî cînayetên polîsan ên pêvajoya aştiyê qedand. HDP'ê der barê dosya her du polîsên di wê demê de hatin kuştin de daxwaza lêkolîna meclisê kir, lê ev daxwaz hat redkirin. Ji ciwanên di dozê de tên darizandin Mehmet Nacî Yilmaz jî got, "Eger pêşî li pêvajoya aştiyê nehatibûya girtin, welat wê îro li cihekî cuda bûya."
 
Mehmet Nacî Yilmaz ê ku 10 sal berê weke gumanbarê cînayetê hat binçavkirin û ji bo bi zorê sûcdar bê girtin ji aliyê tîmên taybet ve îşkenceyeke sîstematîk lê hat kirin û piştî ragirtina 32 mehan beraet kir û wiha got: “Hinekan ev pêvajo xetimand. Yekî bi girêdana biratiyê mudaxele kiriye. Pêvajoyeke nû heye ku niha di qonaxa xwe ya destpêkê de ye. Eger pêvajoya beriya 10 salan destpê kir bihata qedandin, gelo wê welat di vî halî de bûya? 10 sal badilhewa çû. Ewqas sivîl, gerîla û leşker neçar nediman bimirin. Di vê pêvajoya ku nû dest pê kir de, weke yek ji mexdûrên herî mezin ên serdema berê, spasiyên xwe pêşkêşî her du aliyan dikim. Divê hemû gel vê pêvajoyê hembêz bikin. Ev welat nikare 10 salên din jî winda bike.”
 
LI DIJÎ PROVOKASYONAN HIŞYARÎ
 
Yilmaz li dijî provaksoyan hişyarî da û wiha axivî: "Weke gelê Kurd û Tirk, eger em di parastina aştiyê ya bê vî welatî de israr bikin, yên ji şer sûdê werdigirin wê ji aliyê gelan ve bên teşhîrkirin." Yilmaz da zanîn ku aştî ne şer, bi yekitiya gelan pêkan e.
 

Sernavên din

19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN