NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TJA'yê bal kişand ser girîngiya jinên pêşengî ji şewitandina çekan re kirin û gotin, "Bêyî rê bidin zîhniyeta mêrsalar an jî dewlet me parçe bikin, divê em li ser bingeha rêxistinbûyînê bibin yek û têbikoşin."
Tevgera Azadiya Kurd di vê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir de, li pey hev gavên şênber avêtin, girêdana xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane nîşan da. Di vê çarçoveyê de herî dawî PKK'ê li Şikefta Casenê ya ser bi bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federal a Kurdistanê merasîmeke îmhakirina çekan lidar xist.
Komek gerîla ya ji 30 kesan ku di nav de Hevseroka KCK'ê Besê Hozat jî heye çekên xwe şewitandin û îmha kirin. Merasîma dîrokî ku bi pêşengiya Hevseroka KCK'ê Besê Hozat pêk hat, rola jinê ya di avakirina civaka demokratîk de careke din raxist pêş çavan.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîz Kaya û Zeynep Çelîk têkildarî dîmenên Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan hat weşandin û peyama ku hat dayîn axivîn.
MODERNÎTEYA NÛ
Gulîz Kaya da zanîn ku têkoşîna azadiyê ya Kurd serketineke nû afirandiye û wiha axivî: "Kurd êdî neteweyeke ku li tevahiya cîhanê tê naskirin û qebûlkirin e. Li ser vê bingehê em tevgereke ku gihaştine armanca xwe. Bi gavên bên avêtin re, weke gelên Tirkiyeyê em ê li ser bingeha wekhevî û azadiyê modernîteya nû bi pêş bixin. Di vê wateyê de êdî têkoşîn bi pîvanên siyasî hatiye esas girtin.”
PÊŞENGIYA JINAN
Gulîz Kaya diyarkir ku jin pêşengiya merasîma dîrokî dikin peyameke girîng e û wiha axivî: "Jin bi teoriyên Birêz Abdullah Ocalan bûne kirde. Jina ku koloniya mêtingeriyê bû, niha bûye kirde. Me ev yek di merasîma bêçekbûnê de jî dît. Koma ji 30 jinan pêk dihat ji 15 şervanên jin û 15 şervanên mêr pêk dihat û birêz Besê Hozat pêşengiya komê dikir. Bi ronîkirina rola pêşeng a jinê re careke din ji raya giştî ya cîhanê re hatiye nîşandan ku ev tevger tevgereke jinê ye."
Gulîz Kaya di berdewamê de ev tişt anî ziman: "Eger em paradîgmaya xwe ya azadiya jinê bi cih bînin, wê yekîneyên jinan jî ji ewlekariya jinê berpirsyar bin. Ew ê ne tenê ewlehiya bajare lê belê her tax û her gund wê ewlehiya xwe pêk bîne û civak wê ava bibe. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku ev sîstem ji bo me çiqasî pêwîst e."
‘ME LI PÊVAJOYÊ XWEDÎ DERKEVIN’
Gulîz Kaya da xuyakirin ku ji bo pêvajo di demeke herî nêz de bi pêş bikeve pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye û got, "Em ji xwe û tevgera xwe bawer in. Em dixwazin hemû aliyên siyasî di komîteya ku dê li meclisê bê avakirin de samîmiyet û cesareta pêwîst nîşan bidin. Divê em tirsa windakirina dengan bidin aliyekî û gavên wêrek bavêjin. Em ê neteweya demokratîk bi hev re li vî welatî ava bikin. Aştî, azadî û edalet ji bo me hemûyan pêwîst e, êdî werin em bi hev re vê pêvajoyê xwedî derkevin. Parlamento jî divê di zûtirîn demê de gavan bavêje. Em dixwazin bi xebata bi hev re vê pêvajoyê bi encam bikin."
MERASÎMA ÇEK ŞEWITANDINÊ
Zeynep Çelîk diyar kir ku di şer de herî zêde jin mexdûr dibin û wiha got: “Di şeran de jin an zarokê xwe, hevjînê xwe, bavê xwe an jî pismamê xwe winda dikin. Bêguman birînekê dikişînin. Di aştiyeke ku bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' hat avakirin de wê jin bibin serketiyên herî mezin. Û jin jî wê vê aştiyê ava bikin. Ji ber ku ya herî zêde li ber xwe dide jin e. PKK'ê ji bo ev pêvajo bê navber bi pêş ve biçe, li gel bêçekbûnê jî para xwe girt.”
Zeynep Çelîk bi bîr xist ku jinan di merasîmê de pêşengî kirine û ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê ew ê bi berpirsyarî rabin. Zeynep Çelîk diyar kir ku piştî bangawaziyê mal bi mal, tax bi tax û kolan bi kolan bi jinan re tên cem hev û wiha got: "Em bi jinan re xwenaskirinê nîqaş dikin. Ji ber ku nasnameya jinê ya bi zîhniyeta serdestiya mêr a bi hezaran salan teşe digire heye. Pêşî divê em xwe ji wê nasnameya jinê paqij bikin. Divê em biryarê bidin bê ka em ê bi hişmendiyeke azad çi bikin. Divê jin ji derveyî zîhniyeta zilam-serwer, bi şêwaz û şêwazekî nûjenî, cihên ku wê lê hebin biafirînin. Her ku em mekanên aîdî xwe biafirînin, weke ku Rêbertiya me diyar kiriye, 'civak jî dikare ji koletiya ku li ser pişta jinê mîna xencerekê dimeşe azad bibe'. Heta ku em xwe ji vê koledariyê rizgar nekin, em nikarin bibin parçeyek ji jiyanê. Pêwîste em li ser bingeha rêxistinbûyînê bibin yek û bêyî destûr bidin zîhniyeta mêr an jî dewlet me parçe bikin, têbikoşin. Lê belê eger em vê bikin, em ê karibin azad bibin. Ji bo mezinkirina hêz û rêxistinbûyîna xwe, pêwîste em xwe ji hemû afirandinên zîhniyeta mêrsalarî rizgar bikin."