Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin

  • rojane
  • 22:41 18 Tîrmeh 2025
  • |
img

XARPÊT - Rêxistinên mafên mirovan û baro bertek nîşanî îşkenceya gardiyanên li Girtîgeha Hejmar 2 a Xarpêtê ya li girtî Omer Cûma Salih kirin, dan û xwestin ku der barê berpirsan de lêpirsîna were vekirin.

 
Bi pêşengiya MED TUHAD-FED, Şaxa OHD’ê ya Amedê û Baroya Amedê, der barê îşkenceya gardiyanana a li girtî Omer Cûma Salih de li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê û li dijî van binpêkirinên mafên mirovan xwestin tedbîr werin girtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, gelek partî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gel beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
TUNDIYA FIZÎKÎ Û GEFXWARIN
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Bahar Akdemîr daxuyanî xwend. Bahar Akdemîr diyar kir ku wan di 14’ê Tîrmehê de bi girtiyan re hevdîtin kirine û anî ziman ku li girtîgehê binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hene.
 
Bahar Akdemîr destnîşan kir ku gardiyanan di 7’ê Tîrmeha 2025’an de dema lêgerîna "rûtîn" dikirin û li ser girtiyan digeriyan heqaret li girtiyê bi navê Omer Cuma Salih kirine, gef lê xwarine û êrîşî wî kirine. Bahar Akdemîr anî ziman ku Salih di tiştên pê re rû bi rû maye di hevdîtina parêzerê xwe de wiha anî ziman: "Bi darekî li lingê min xistin û destê min xwar kirin. Min birin odeya yekkesî û bi saetan li wir hatim hiştim."
 
Bahar Akdemîr destnîşan kir ku êşkence ne tenê di dema lêgerînê de, piştî lêgerînê jî berdewam kiriye; Salih di hucreya yekkesî de rastî lêdanê hatiye û wî nebirine saziyeke tenduristiyê.
 
EV PÊKANÎN NE LI GORÎ RUHÊ CIVAKA DEMOKRATÎK E
 
Bahar Akdemîrê li ser şert û mercên giştî yên girtîgehan rawestiya û wiha pê de çû: "Daxwaza aştî û çareseriyeke demokratîk a hemû gel û civakên baweriyê yên li Tirkiyeyê dijîn îro ji her demê xurttir e. Polîtîkayên zext û tundûtûjiyê yên li girtîgehan bi awayekî zelal li dijî vê îradeya civakî ne.”
 
Bahar Akdemîrê anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di 27'ê Sibatê de kir, ji bo jinûve avakirina civakeke demokratîk û aştiyeke birûmet derfetek dîrokî pêşkêş kiriye û got ku lê pêkanînên li girtîgehan ne li gorî ruhê vê bangê ne.
 
DAXWAZ Û BANG
 
Di daxuyaniya hevpar a OHD, MED TUHAD-FED û Baroya Amedê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
 
“Divê îşkence û pêkanînên xirab ên li Girtîgeha Xarpêtê tavilê bi dawî bibe. Divê der barê gardiyan û rêveberiya girtîgehê ya lêporsînek bi bandor, bêalî û serbixwe were vekirin. Divê tenduristî, ewlehî û mafên bingehîn ên hemû girtiyan werin misogerkirin."
 
'DIVÊ JI BO GIRTÎGEHAN GAV BÊN AVÊTIN'
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ku di daxuyaniyê de axivî diyar kir ku divê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin û xwest ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan tavilê tevdîr werin girtin.
 
Daxuyanî bi dirûşmea "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.

Sernavên din

27/07/2025
11:08 Macron: Em bi Erdogan têkildarî Xezayê axivîn
11:02 Şewata li Licê ket bin kontrolê
10:41 Polîtîkaya windakirinên li hemberî Belûciyan dewam dike
10:23 Li dijî sansur û astengkirinê platforma hevpar
10:20 Ji AFAD'ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî
10:13 Yên li Sûrê ji cih û warên xwe bûne: Em qadên xwe yên jiyanê dixwazin
09:35 'Ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin'
09:02 Li Arxavûnê mîhrîcana stranan
09:01 Welatiyên ku beşdarî mîhrîcanê bûn: Yê ku gav bi dewletê bide avêtin em in
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN
26/07/2025
21:37 Li Siwêdayê hejmara kesên hatin qetilkirin derket hezar û 420 kesan
21:30 Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
21:24 Karamûs: Pêşeroja kurdan wê bi stratejiyeke hevbeş bê avakirin
17:06 Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were
16:39 Girtiyê nexweş Rojhat Ozkan tehliye bû
16:22 Mihrîcana Dêrsimê: Em ê li pêvajoyê xwedî derkevin
16:06 Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe
15:40 ‘Bila girtiyên nexweş bên tehliye kirin’
15:16 ‘Bila qanûna 7554’an bê betalkirin’
14:21 Xizmên windayan doza edaletê kirin
14:09 Dayikên Şemiyê: Bila kiryarên Suleyman Cîhan bên cezakirin
13:34 Li Girtîgeha Xelatê têkildarî gardiyanan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:06 Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin
12:59 ‘Kes ne xwediyê wê luksê ye ku kurdan paşguh bike'
11:54 Hêzên Îranê êrişê kolberan kir: Koleberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn
11:52 ‘Konferansa Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ li Bazîdê dest pê kir
11:19 DEM Partiyê çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar gotûbêj kir
11:15 ‘Kooperatîfa Dabînkirina Berhemên Xwezayî’
10:13 Mehmet Altan: Pirsgirêka 100 salan bi demokratîkbûnê ve tê çareserkirin
10:11 Kesê ku Hêlîn Erenê kuşt hat girtin
10:03 Parêzerê Elçîçek ê jiyanê xwe ji dest da: Ne înfaz bû, biryara mirinê bû
09:29 Li zozanên Qersê amadekariyên zivistanê
09:12 Karagoz: Karkerê 45 rojî şandine cihê şewatê
09:07 Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:03 Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2025'AN
08:57 Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
08:36 Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tehliye bû
25/07/2025
20:04 Rojnamevan Metîn Yoksû serbest hat berdan
16:44 Civîna nukleerî ya bi Îranê re bi dawî bû
16:28 Şandeya Îmraliyê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî vegeriya
16:15 Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
15:39 ÎHD’ê rapora çapemeniyê weşand
14:53 Li Amedê jineke hate qetilkirin
14:35 Nûnenerê MSD’ê yê Şamê: Polîtîkayên DYA’yê cesaretê dide HTŞ’ê
13:35 Di Mihrîcana Munzûrê de li dijî madenê meş hate lidarxistin
13:27 Li Gabarê talana daristanê di bin çavdêriya leşkeran de têkirin
13:04 Rapora NY'ê ya Sûriyeyê: Divê revandina jinan û zarokan bê lêpirsînkirin
12:50 Cemîl Bayik: Em ji bo siyaseta demokratîk amade ne
12:05 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
11:34 Ciwanên Ewropî: Gava herî girîng azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e
11:17 Girtiyê nexweş Hadî Elçîçek hate definkirin
10:12 Xelatgirên Nobelê ji saziyên navneteweyî re name şandin
09:53 Eren Keskîn: Ji bo ‘mafê hêviyê’ hinceta dewletê nema ye
09:04 Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn
09:03 Îhsan Colemêrgî: Tenê yekîtiya kurdan dikare pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe
09:02 ‘Em dixwazin vê pîşeya ji Kawa mayî bidomînin'
09:02 Pastor Eyup Badem: Aştî dê li vê xakê geş bibe
09:01 ‘Divê dayikên Kurd û Tirk ji bo aştiyê bên cem hev'
09:01 Krîza aborî kir ku mirov êdî kincên zavatiyê kirê bikin
09:00 Eleqeyeke zêde ji bo tesîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2025'AN
24/07/2025
16:38 Civîna Rêveberiya Xweser û HTŞ’ê taloq bû
16:12 Ciwanên ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin daxuyanê didin
15:50 Li Girtîgeha Exlatê êriş li dijî girtiyan pêk hat
15:49 GOÇ-DER: Em dixwazin di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin de cih bigirin
15:21 Berîvan Bahçecî: Em ê li her derê têkoşîna xwe mezin bikin
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin