ŞIRNEX- Li qada Mêrgamor a Bestayê ku bi hincetên ewlehiyê hatiye qedexekirin, bi çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan ve dar tên birîn. Hat ezanîn ku rojene 50 qamyon dar ji herêmê tê barkirin.
Daristanên herêma Besta, çiyayên Cûdî û Gebarê ji aliyê şîrketên bi piştgiriya dewletê tên tunekirin. Birîna daran dibe sedema tunekirina çavakaniyên avê û ekosîstemê û li ser jiyana hemû zîndeweran xetereyê çêdike. Li herêmê, birîna daran berhemdariya çandiniyê kêm dike û sewalkariyê diqedîne.
XWEZAYA ŞIRNEXÊ TÊ TALANKIRIN
Birîna daristanan, di çarçoveya projeyên “pêşketin” a dewletê berfireh bû. Dewlet, erdên cemaweriyê dide şîrketan û qadên daristanan, kanên madenan bi projeyên enerjî û ji bo xebatên binesaziyê ji sermayedaran re pêşkêş dike. Saziyên fermî ku erka wan parastina daristanan e carînan pêşiya birîna daran vedike.
LI MÊRGAMORÊ TALANÊ DEST PÊ KIR
Birîna daran a ku demek e dirêj e li herêma Bestayê didomiya, vê carê li qada Mêrgomarê dest pê kir. Bi çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan ve li qadê birîna daran dest pê kir. Çûyina herêma 5 sal in qedexe ye.
Ajansa Mezopotamyayê dîmenên nû bi dest xist. Di dîmenan de daristan tên talankirin, darên hatine birîn ji aliyê cerdevanan ve li kamyonan tên barkirin û ji herêmê tên derxistin. Çavkaniyên herêmî yên ku em bi wan re axivîn gotin, rojane 50 qamyon darên hatine birîn ji herêmê bi rêya Sêrtê bo bajarên Tirkiyeyê tên veguhastin.
QEREQOLA BESTAYÊ
Di dîmenan de li qada ku 100 metre dûrî Qereqola Cendirme ya Bestayê, bi sedan darên jêkirî û li ser hev hatine stêrkirin tên dîtin. Qurmên daran bi rêya motoran ji çiyê bo qadê tên veguhestin û ji qadê jî bi rêya TIR’an ve bo bajarên din tên veguhestin û tên firotin. Ev dîmen talana xwezayê ya bi hevkariya leşker û cerdevanan nîşan didin.
MA / Zeynep Durgut