ŞIRNEX – Akadmîsyenan, diyar kirin ku li Zanîngeha Kobanê li gorî paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk perwerde tê dayîn û destnîşan kirin ku dê perwerdeyê bi azadiya jinê û Jîneolojiyê ya ku Abdullah Ocalan gotibû “projeya min a nîvcomayî” ve temam bikin.
Şoreşa Rojava ya Jinê ya ku ji 19’ê Tîrmeha 2011’an û vir de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê geş dibe, di perwerdehiyê de dewrek nû dest pê kir. Bi pêşengiya jinan ve hate dameziran zanîngehên azad, demokratÎk û pirzimanî hatin damezirandin. Li van zanîngehan li gorî paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk a Abdullah Ocalan perwerde tê dayîn. Zanîngehên ku li Rojeva hatine damezirandin li dijî polîtîkayên bişaftinê firsenda perwerdehiya bi zimanê dayikê dide gelan. Ev modela nû ya perwerdehiyê hêz û moral dide têkoşîna azadiyê ya gelan.
Rojava piştî şoreşê bi pêşengiya jinê xwe di çand, huner, siyaset, tenduristî, perwerde, hiqûq û jiyana komunal xwe di gelek waran de ji nû ve bi rêxistin kir. Yek ji qadên girîng ên jiyana civakî ya ku hate avakirin perwerde ye. Zanîngeha bi pergala nû cara yekemîn di 26’ê Tîrmeha 2015’an de li Efrînê hata destpêkirin. Zanîngeha Rojava di 20’ê Mijadar 2016’an de li Qamişlo, Zanîngeha Kobanê di 30’ê Îlona 2017’an û Zanîngeha El-Sharq di 2021’an de li bajarê Reqqayê hate vekirin.
Abdullah Ocalan di hevdîtina bi malbatê re ya 7’ê Hezîranê malbata ya bi munasebeta Cejna Qurbanê, silavên xwe ji mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê re şand. Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku divê perwerdehiya li zanîngehê li gorî paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk be. Piştî silavê, di 29’ê Hezîranê de di komxebata ku li zanîngehê hate lidarxistin de Fakulteya Zanistên Civakî hate damezirandin. Ji bo qeydkrina van zanîngehan divê xwendekar lîse xilas kiribe û bawername girtibe. Di zanîngehê de beşên wek Wêjeya Kurdî, Erebî Îngilizî, biyolojî, matematik, fîzîk, kîmya, mamosteriya polê, mamostetiya pêşdibistanê, erdnîgarî, kombîter, mekanik, perestarî, anestezi, dermansazî, laboratuvar, hiq’ûq û medya hene.
Mamoste û xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku silava Abdullah Ocalan moral û hêz dane wan.
‘EM Ê PROJEYA NÎVCOMAYÎ BIBIN SERÎ’
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Kantona Firatê Sidika Hilo, diyar kir ku silava Abdullah Ocalan û nameya 30’ê Gulanê ya ji bo Akedemiya Jineolojiyê, ji aliyê jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi awayeke coş hatiye pêşwazîkirin. Sidika Hilo wiha axivî: “Jineoloji, akademiyeke hemû meseleyên civakî eleqedar dike. Em wek Akademiya Jineolojiyê me cihê xwe di Fakulteya Zanistên Civakî de girt. Silava Rêber Apo moral û cesaret da me. Gelek jinan dixwest div ê fakülteye de perwerdehiyê bibinin lêbelê derfeta wan a perwerde ya ji derve tunebû. Rêber Apo ji bo jinan gelek ked da. Em wek jin, em ê îro hewl bidin da ku layiqê keda wî bin. Em li ser rêya ku wî rê me daye dimeşin. Rêber Apo, di nameya xwe ya ji bo Jineolojiyê de got ‘proejeya min a nîvcomayî bi Akademiya Jineolojiyê ve didome’. Em wek endamên Akademiya Jineolojiyê em ê vê projeyê bıbın serî.”
Akademîsyenê Beşa Felsefe û Civaknasiyê ya Fakulteya Zanistên Civakî Mustafa Îsa, got: “Damezirandina fakulteyê gaveke dîrokî ye. Carînan xwendekarên me ji me dipirsîn ka em ê kengî bighîjin van rojan. Ev gav şoreşek e. Îro, xeyala me ya salan pêk hatî. Ev xeyalên me bi saya Rêber Apo pêk hat.”
‘POLÎTÎKAYÊN BIŞAFTINÊ KÊR NEHATIN’
Xwendekara Zanîngeha Kobanê Hêvîdar Ferho, rave kir ku hemû xwendekar ji ber avakirina Fakulteya Zanistên Civakî bextewar in û got: “Xeyala me dîtina îro bû lê me bawer nedikir. Di bin sîwana Fakulteya Zanistên Civakî de fêrbûna felsefe, dîrok, jinelojî û civaknasiyê bi Kurdî şanseke mezin e. Kurd li ku derê dibin, dikarin bên zimanê xwe fêr bin. Her çendî hêzên serdest zimanê me tune bihesibîne û hewla asîmîlekirinê bide jî lê em îro bi zimanê xwe ve li zanîngehê perwerde dibinin.”
Xwendekar Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Hewle Qehreman, destnîşan kir ku silava Abdullah Ocalan li seranserê zanîngehê bi coşeke mezin ve hatiye pêşwazîkirin û got: “Zanîngeha Kobanê li gorî fikrên Civaka Demokratîk hatiye dameziranedin. Silava Rêber Apo moralê bilind kir. Ev yek berpirsiyariyên nû li da ser milê me. Em jî ji vir silavên xwe yên germ dişinin Îmraliyê. Em soz didin ku em ê li gorî paradigma û felsefeya wî perwerdehiyê bidin. Heta azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk neyê em ê têbikoşin.”
‘EM Ê LIYAQÎ SILAVÊ BIBIN’
Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Serbest Bozan, diyar kir ku Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa zimane û got: “Em bi felsefeya Rêber Apo ve perwerde dibin û perwerde dikin. Felsefeya Rêber Apo, hemû gelan di nava xwe de dihewîne. Miqabilê silava Rêber Apo em ê xwe bêtir pêş ve bixin êu liyaqî silava wî bibin.”
MA / Emrullah Acar