NAVENDA NÛÇEYAN - Fransayê bi armanca zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê ya li hemberî "gefên ewlehiyê yên zêde dibin" û ji bo pêşkêşkirina derfeta xizmeta welêt a ciwanan vesazkirina xizmeta leşkeriya bi dilxwazî dubare xist rojeva xwe.
Fransayê bi armanca zêdekirina kapasîteya xwe ya parastinê, xizmeta leşkeriya bi dilxwazî dubare xist rojeva xwe. Serokkomar Emanuel Macron diyar kir ku Ewropa li hemberî "gefên mayînde" yên Rûsyayê bi talûkeyê re rû bi rû ye û bal kişand ser hewcehiya zêdekirina xurtkirina neteweyî.
Macron di daxuyaniya xwe ya roja yekşemê de ku got, "Ewropa bi gefekê re rû bi rû ye û li hemberî vê gefê hewcehî bi neteweyeke xurt û bikaribe seferber bibe, heye" anî ziman ku bes zêdekirina hêzên alîkar bi têrê nake û hewce ye ji ciwanan re derfetên ku di nava artêşê de bi awayên cuda xizmetê bikin, werin pêşkêşkirin.
Macron diyar kir ku wê biryarên xwe yên têkildarî vê mijarê payîzê eşkere bike.
Fransayê leşkeriya mecbûrî di sala 1997’an de betal kiribû. Lê belê ji ber gefên Rûsyayê yên ewlehiyê welatên Baltikê û gelek welatên Ewropayê yên wekî Îskandînavyayê di salên dawîn de dubare berê xwe dabû leşkeriya mecbûrî.
Roja Duşemê Belgeya Nirxandina Stratejiya Neteweyî ya Fransayê hat weşandin û di belgeyê de hat diyarkirin ku "xizmeteke leşkeriyê ya bi dilxwazî ya hatî nûkirin" wê bikaribe perwerdeyeke leşkerî ya sereke pêşkêşî welatiyên Fransayê yên kamil bike û dibe ku ev perwerde di demên pêş de veguhere teahudeke leşkeriyê ya demdirêj.
Li Fransayê ji sala 2015’an ve ye bi tevlîbûna nêzîkî hezar ciwanan di bin disîplîna leşkerî de bernameyeke leşkeriya bi dilxwazî ya perwerdeya pîşeyî pêşkêş dike,heye.
Lê belê pergala nû ya tê plankirin, bes ne pîşeyî di heman demê de ji aliyê parastinê ve jî wê bi erkeke girîng bigire ser milên xwe. Li gorî belgeyê armanc xurtkirina hestên yekîtiya neteweyî û avakirina hêza însanan e ku di demên krîzan de bikare xwe seferber bike.