Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e

  • rojane
  • 09:24 15 Tîrmeh 2025
  • |
img
 
ÎZMÎR - Ekolojîstên ku piştgirîya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dikin, destnîşan kirin ku ev pêvajo derfetek e ji bo rawestandina êrişên li ser xwezayê. 
 
Her çiqas şer û pevçûn pirî di ser mirina mirovan re bibin rojev jî, candarên din û ekosîstem jî zirarên mezin ji wan dibînin. Bi taybetî çekên giran ên ji aliyên dewletan ve tên bikaranîn ax û çavkaniyên avê qirêj dibin. Zevî û daristan tên wêrankirin û jîngehên candaran tên tunekirin. 
 
Di şerê zêdetirî 40 salan ê li Kurdistanê de zirara herî mezin li xwezayê bûye. Bendav û santralên hîdroelektrîkê yên ji ber sedemên ewlehiyê hatine çêkirin, daristanên ji ber heman sedeman hatine wêrankirin û bombebaranên bi çekên giran ji bejahî û hewayî ve bûne sedema wêraniyeke berfireh a ekolojîk.
 
Tevî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara fesixkirina PKK'ê jî, êrişên li ser xwezayê bi dawî nebûne. Êrişên li ser deverên daristanî li gelek bajaran, bi taybetî li Şirnex û Amedê berdewam dikin û xweza bi rêya madenan tê talankirin.
 
Li gorî rêxistinên jîngehparêz û çalakvanên jîngehparêz, wêrankirin berdewam dikare û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku pevçûnê bi dawî kir, dikare texrîbata tê kirin jî bide sekinandin. Ekolojîstan pêvajoya berdewam wekî "derfetek ji bo parastina xwezayê" bi nav kirin.
 
'PÊVAJO FIRSEND E'
 
Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak diyar kir ku şeran ziyaneke mezin li xwezayê kiriye. Çirak got: "Bikaranîna çekan ne tenê zindiyan hedef girtiye. Bi tonan bombe û madeyên kîmyewîku li ser xwezayê hatine reşandin, telafiya wan ne pêkan e. Şer tenduristiya me xera kir û zirarên cidî yên aborî çêkir. Şewatên daristanan û çêkirina bendavan li herêmê zirar daye xwezayê. Desthilatê bi qanûnên ku derxistiye, bêyî ku çekan bi kar bîne jî, li ser xwezayê wêranî çêkiriye. Bêdengkirina çekan ji bo mirovan cîhekî diafirîne ku nefes bistînin. Ev pêvajo di heman demê de derfeta parastina xwezayê dide me. Her ku derfetên siyaseta demokratîk zêde dibin, derfetên parastina ekosîstemê jî zêde dibin."
 
'DIVÊ EM LI GEL AŞTIYÊ BIN'
 
Çalakvanê jîngehê Gurkan Develî jî destnîşan kir ku helwesta Abdullah Ocalan a li ser çareserkirina pirsgirêka kurd jidil e. Develî diyar kir ku dewlet di avêtina gavên pratîkî de ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hêdî dimeşe. Develî got:  "Tirkiye, hewceyê normalîzekirina siyasî ye. Ev normalîzekirin garantiya civakeke demokratîk e. Ev ê amûra 'terorê' ya ku hêza siyasî niha mîna ço dihejîne ji holê rake û hawirdorekê biafirîne ku beşdariya gel di rêveberiya herêmî de zêde bike."
 
Develî diyar kir ku AKP xwezayê bi tevahî "tasfiye kiriye" û got: "Çandinî û xwedîkirina heywanan diperpitin. Berê, ez ji bo qirkirina daristanan çûbûm Çiyayê Cûdiyê. Min wêrankirina xwezayê li wir bi çavên xwe dît. Ji ber vê yekê, divê pêvajoyeke demokratîk bi lezgînî were destpêkirin û rejîma kapîtalîst a ku ev wêranî çêkiriye divê were reformkirin. Gund bi hinceta 'terorê' hatin tasfiyekirin. Em dikarin van komkujiyan wekî nîşaneke şer bibînin. Bidawîhatina şer û destpêkirina pêvajoya aştî û danûstandinan dê bandorek erênî li ser Tirkiyeyê bike. Em, ekolojîst, em ê li gel aştiyê bin. Divê em civak li gel aştiyê bin. Ez wiha difikirim ku divê em bi rêxistinên jîngehê re biaxivin û wan daxilî nava pêvajoyê bikin."
 
TÊKOŞÎN
 
Endama Zarokên Xwezayê Sedanûr Parmaksizê jî destnîşan kir ku desthilat li dijî xwezayê di şer de ye. Sedanûr Parmaksizê got: "Divê ev pêvajo wekî derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan were dîtin. Lêbelê, divê em vê derfetê bi dest desthilatê re bernedin. Ev derfet bi tevahî bi têkoşîna me pêkan e. Em dikarin behsa komareke demokratîk bikin ku tê de xweza dibe kirde. Tişta yekem ku divê em bikin ev e ku têkoşîna ekolojîk berfireh bikin û vê têkoşînê civakî bikin. Têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşînek li dijî kêmbûna avê û krîza avhewayê ye. Desthilat dê di şevekê de aştiyê nede me û dema ku aştî pêk were xweza dê ji nişkê ve nebe kirde. Têkoşîna me dê vê yekê diyar bike. Di vî warî de, divê em ji mîsyona hevgirtinê bi gelê kurd re derkevin û roleke çalak bigirin."
 
'DIVÊ EKOLOJÎST XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN'
 
Ekolojîst Huseyin Çaglar diyar kir ku banga Ocalan "pir hêja" ye ji ber ku ew bang li hemû gelan dike. Çaglar got: "Pêvajo dê bi têkoşîna me ya hevbeş bi serkeftî bi dawî bibe. Di salên dawî de, sermayeyê êrişên cidî li ser xwezayê dane destpêkirin. Li bajarên kurdan, bi hinceta 'ewlehiyê' êriş li ser xwezayê hene. Daristan ji aliyê dewletê ve hatine şewitandin. Daristanên ku hatine birîn radestî sermayeyê hatine kirin. Li rojavayê, xweza bi madenê tê wêrankirin. Avakirina aştiyê dê bihêle ku xweza nefes bigire. Lêbelê, divê neyê jibîrkirin ku piştî ku aştî pêk hat, sermaye dê bi awayên curbicur êrişan bide destpêkirin. Ji ber vê yekê, divê pêvajoya aştiyê jî wekî pêvajoyeke aştiyê bi xwezayê re were hesibandin. Em, wekî ekolojîst, divê xwedî li pêvajoyê derkevin."
 
Aktîvîsta jîngehê Meryem Gulbûdakê girîngiya pêvajoya berdewam destnîşan kir û got: "Di şer de xweza zirarê dibîne, daristan dişewitin û candar jiyana xwe ji dest didin. Ger hûn bi berdewamî li herêmekê bombeyan bibarînin û çekên kîmyewî bi kar bînin, jiyan li wir diqede. Divê em xwedî helwesteke alîgirê aştiyê bin. Ji ber ku xweza aîdî hemû zindiyan e. Ji ber vê yekê, divê polîtîkayên ku xwezayê diparêzin werin pêşxistin. Ev pêvajo derfetek e ku hemû êrişên li ser xwezayê werin rawestandin."
 
MA / Ûgûrcan Boztaş
 

Sernavên din

19/07/2025
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin