Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike

  • rojane
  • 09:23 15 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL- Nagehan Avçil a OHD'î diyar kir ku ew ê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di meha Îlonê de daxuyaniyeke nû li ser "mafê hêviyê" bidin û wiha got: "'Mafê hêviyê' bi qasî hiqûqî be, dê ew qasî tevkariyê li pêvajoya civaka demokratîk bike."
 
Di 18'ê Adara 2014'an de, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta hetayê bêyî mafê berdana bi şertî (mafê hêviyê) li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dît. DMME'yê daxwaz kir ku Tirkiye sererastkirinên xwe yên di vî warî de bi cih bîne. Tevî 11 sal derbas bûne jî, der barê biryara "binpêkirinê" de tu gav nehatine avêtin.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), piştî sê salan di civîna xwe ya di 17-19'ê Îlona 2024'an de biryarên binpêkirinê yên DMME'yê ji nû ve nirxand. Komîteyê daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst bêyî derengketinê werin girtin. Komîteyê hişyarî da ku heke tedbîr neyên girtin, dê di civîna xwe ya di Îlona 2025'an de biryareke bigire. 
 
Bi nêzîkbûna meha Îlonê re, Tirkiyeyê "planeke çalakiyê" ya nû pêşkêş kir. Tirkiyeyê dubare kir ku Abdullah Ocalan ji "mafê hêviyê" bêpar e. 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Cezayê de (CÎSST) û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) jî amadekariyan dikin ku danezaneke nû pêşkêşî KW KE bikin. 
 
'MAFÊ HÊVIYÊ DÊ TEVKARIYÊ LI PÊVAJOYÊ BIKE'
 
Endama OHD'ê Nagehan Avçîlê bal kişand ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a berdewam û destnîşan kir ku divê şert û mercên Ocalan bên başkirin. Avçîlê got: "Ji bo ku ev pêvajoya dîrokî bi awayekî tekûz û bibandortir were meşandin, divê sererastkirinên qanûnî yên der barê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan de ku 'mafê hêviyê' yê wî misgore dike, werin çêkirin."
 
Nagehan Avçîlê bal kişand ser biryara binpêkirinê ya DMME'yê û wiha got: "Xala 47'emîn a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê (TCK), xala 25'emîn a Qanûna Bicîhanîna Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê û Xala 107/16 ew xal in ku çavkaniya binpêkirinê pêk tînin. Ji bo rakirina encamên vê binpêkirinê tu sererastkirin nehatine çêkirin. Sererastkirinên qanûnî yên ku werin danîn dê her wiha piştrast bikin ku girtiyên siyasî yên ku cezayên girankirî yên heta hetayê distînin dikarin ji 'mafê hêviyê' sûd wergirin. 'Mafê hêviyê' dê hem ji hêla qanûnî ve hem jî ji hêla siyasî ve tevkariyê li pêvajoya civakeke demokratîk bikin."
 
'EM LI GEL PÊVAJOYÊ NE'
 
Nagehan Avçîlê destnîşan kir ku biryara "mafê hêviyê" 11 sal in nehatiye bicîhanîn û got ku hewldanên ji bo bicîhanîna biryarê berdewam dikin. Nagehan Avçîlê diyar kir ku Lijneya Dadê dê di civîna xwe ya Îlonê de mijara "mafê hêviyê" bîne rojevê û ew ê berî wê danezaneke nû bidin. Nagehan Avçîlê wiha domand: "Eşkere ye ku pêvajoya ku bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, lê di heman demê de li herêmê jî dê bibe sedema aştî û civakeke demokratîk. Misogerkirina sererastkirinên qanûnî yên pêwîst û garantiyên qanûnî ji bo pêkanîna baş a vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tevkariya tevahiya raya giştî ya demokratîk ji bo vê pêvajoyê, ji bo serdestbûna aştiyeke dîrokî li herêmeke ku şer lê serdest e, pir girîng e. Wekî OHD, em vê pêvajoyê esas digirin û bi her tevkariyê li gel wê ne."
 
Nagehan Avçîlê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ev demeke dirêj e, em li her platforman dibêjin ku dengê birêz Abdullah Ocalan bigihîje civakê dê aştî û lihevkirina civakî misoger bike. Di vê demê de, banga birêz Ocalan a ji bo 'Civakeke Aştî û Demokratîk' a di 27'ê Sibatê de bangeke dîrokî bû. Ev bang ku xwedî girîngiyeke mezin a herêmî û cîhanî ye, gavek mezin e ber bi avakirina civakeke aştî û demokratîk a dîrokî ve. Di 9'ê Tîrmehê de, ji bo cara yekem piştî 26 salan, deng û dîmenê birêz Abdullah Ocalan gihîşt civakê û bi heyecaneke mezin hat pêşwazîkirin. 'Manîfestoya Civaka Demokratîk' ku wî di peyama xwe ya dawî de îşaret pê kir, dê di heman demê de rêberiya avakirina civakeke demokratîk jî bike."
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

19/07/2025
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin