Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin

  • rojane
  • 09:53 2 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê de, zextên li ser Kurdan zêde bûn. Rojnameger Hîva Zarîe diyar kir ku rejîm hewl dide bi tepisandina daxwaza xweseriyê ya Kurdan re pêşî li ber serhildanê bigire.

Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de ku di 13’ê Hezîranê de dest pê kir, di roja 12’an de bi agirbestê biencam bû. Piştî agirbestê, zextên rejîmê yên li ser gel zêde bûn. Hem di dema şer de hem jî piştî şer bi sedan Kurd, Beluc û aktîvîstên jin hatin girtin û li nêzî 20 girtiyên siyasî jî bi îdiaya “Hevkariya bi Îsraîlê re” cezayê îdamê hate birîn. 
 
Rojnameger Hîva Zarîe ku li herêmê rojnamegeriyê dike, têkildarî zextên rejîmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
ZEXTA LI KURDISTANÊ ZÊDE BÛ
 
Rojnameger Hîva Zarîe anî ziman ku zext û cihêkariyeke zêde li ser Kurdan heye û wiha got: “Piştî şerê 12 rojan ê Îran û Îsraîlê, Îranê careke din li dijî herêmên Kurdan pêla zextan da destpêkirin. Gelek rêxistinên mafan ên li Îranê, raxistin ber çavan ku binçavkirin û girtinên li dijî Kurdan zêde bûne. Rejîm, bi vê helwestê hewl dide li herêmê ‘rewşa ewlehiyê’ bide rûniştandin. Ev zextên ser Kurdan tenê bi binçavkirinan bisînor nînin. Her wiha li bajarên Kurdistanê noqteyên ewlehî û kontrolê hatin danîn, dewriyeyên sivîl zêde bûn. Bêyî biryarên dadgehê girtin çêdibin. Rejîmê li vir rewşekî tirsê û terorê ava kir. Van kiryaran, careke din zext û cihêkariya Komara Îslamî ya li dijî Kurdan rexist pêş çavan.” 
 
'DAXWAZA XWESERIYÊ TÊ ÇEWISANDIN’
 
Bi domdarî Hîva Zarîe bi lêv kir ku zexta Îranê ya li ser Kurdan bêyî şerê bi Îsraîlê re hebû û wiha pê de çû: “Rejîm, her tim daxwaza xweseriyê ya Kurdan weke gefekê dibîne. Ev daxwaza Kurdan, bi bombebarankirina bajaran, zêdekirina zexta leşkerî û bi înfazên komî hate tepisandin. Bi dehan salan ev nêzîkatî hebû û bi hinceta ewlehiya neteweyî jî piştî şer ev zêdetir kirin. Li gorî raporan, zêdetirî 300 Kurd bi îdiaya ‘hevkariya bi Îsraîlê re’ û ‘xebatên li dijî ewlehiya neteweyî’ hatine girtin. Weke mînak; li Seqizê du birayên bi navên Mîlad û Hadî Rahîmî bêyî biryara dadgehê hatin girtin û kes nizane ka li ku ne yan jî dijîn an na. Her wiha li Urmiyeyê kesên mîna Idrîs Alî û Rasoul Ahmet Rasoul bi îdiayên sûcên bêbingeh hatin înfazkirin. Ev jî nîşan dide ku dixwazin înfazan weke amûra tirsandinê bi kar bînin.” 
 
TIRSA REJÎMÊ: SERHILDANA KURDAN 
 
Hîva Zarîe destnîşan kir ku rejîma Îranê ji gelê Kurd ditirse û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm, ji rabûrdiya berxwedana sivîl û siyasî ya Kurdan ditirse û bi fikare ku Kurdistan dîsa bibe navenda protestoyan. Gelek çavkaniyên li Îranê nivîsandin ku rayedarên ewlehiyê yên Îranê ji ber ‘serhildaneke li herêmên Kurdan’ bifikar in.”
 
‘ARMANCA VEŞARTINA TÊKÇÛNA LEŞKERÎ YE’ 
 
Di berdewamê de Hîva Zarîe anî ziman ku yek ji sedemên din a zextên ser Kurdan jî bêzarkirina muxalefeta civakî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi îdiayên bêbingeh ên weke ‘sîxûrtiya ji Îsraîlê re’ dixwazin zextê li aktîvîstan bikin û civakê bêzar bikin. Rejîm, bi van sepanên xwe dixwaze têkçûna xwe ya leşkerî û krîza aborî ji raya giştî re veşêre. Rejîma Îranê ku di şerê 12 rojan de windahiyên mezin da, bi zêdekirina ‘gefên navxweyî’ re dixwaze dîsa hêza xwe komî ser hev bike.” 
 
'DIVÊ DAXWAZÊN KURDAN BÊN QEBÛLKIRIN’ 
 
Hîva Zarîe diyar kir ku polîtîkayên cihêkar ên rejîmê yên li dijî gelan zirarê didin aştiya navxweyî û got: “Polîtîkayên zextê yên Komara Îslamî yên li dijî Kurdan ne tenê binpêkirineke giran a mafên mirovan e, di heman demê de parçebûna etnîkî û bêîstîqrariyê jî kûrtir dike. Divê rejîm daxwazên rewa yên Kurdan qebûl bike. Li şûna bersiva van daxwazan bide, bi milîtarîzekirina herêmên Kurdan re rageşiyê zêde dike. Ev nêzikatî, ne tenê Kurdan lê li seranserî Îranê aktîvîstên civaka sivîl, rojnameger û profesorên zanîngehan jî hedef digire. Ev sepan nîşan didin ku rejîm ji protestoyan ditirse.” 
 
'DIVÊ ZEXTA NAVNETEWEYÎ WERE KIRIN’
 
Hîva Zarîe, axaftina xwe wiha qedand: “Rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî divê zextê li Îranê bikin da ku rêzê ji mafên gelên din bigire û zextan bi dawî bike. Kurd, parçeyeke neteweya Îranê ne û xwedî wî mafî ne ku azad û bêtirs xwe îfade bikin. Domandina vê polîtîkayê, ne tenê zirarê dide Kurdan, dide tevahiya gelên Îranê û îstîqrara herêmî jî.” 
 
MA / Bêrîvan Kutlu 
 
 
 
 

Sernavên din

07/07/2025
08:44 Hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dan derket 8’an
06/07/2025
20:10 Abdullah Ocalan peyam şand: Pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe
17:21 Di 7 mehan de 3 hezar û 181 şewat derketin
16:02 DEM Partî çû serdana CHP’ê: Operasyon, berdewama feraseta qeyûm e
15:27 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
15:10 Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê
15:02 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû
14:42 Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû
14:16 Şewata li Çiyayê Gabarê hate vemirandin
14:15 Komxebata Zarokan: Zimanê dayikê bingeha civakê ye
13:15 Li Tûşbayê şewat derket
13:14 Ji MYK’a DEM Partiyê civîna awarte
13:13 Ciwan di komxebatê de hatin gel hev: Em ê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bikin
12:48 Tulay Hatîmogûllari dê biçe serdana CHP’ê
12:48 Hûsiyan êrişî balafirgeha Îsraîlê kir
12:43 Tirkiyeyê qedexeya ji bo balafirgeha Silêmaniyeyê dirêj kir
11:52 Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin
11:19 Li Efrînê komîteya xespkirina malên Kurdan ava kirin!
11:05 Li Şirnexê tundiya mêr
11:03 MKG: 7 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin
10:48 Li DYA’yê lehî rabû: 43 kes mirin, 20 zarok winda ne
10:47 Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim
10:10 Şandeya DEM Partiyê ber bi Îmraliyê ve bi rê ket
10:10 Çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS’ê: 19 jin û zarokek hatin qetilkirin
10:09 Li Gimgimê gund li benda xizmetê ne
10:08 Li bazarê di lênûska deynan de rûpelên vala neman!
09:44 Çav û guhê cîhanê li PKK’ê ye: Kîjan partî û rêxistin dê bişopînin?
09:33 Ji bo Kurdî daxwaza statûyê: Em dikarin aktîf rol bigirin
09:17 Kovara Jinê vê heftê bi manşeta ‘Jin, Bawerî û Hevrûbûn’ê derket
09:04 Gefa hecizkirinê ya bankan zorê dide welatiyan
09:00 Girtiyê nehatî tedawîkirin çavê xwe winda kir
09:00 ROJEVA 6’Ê TÎRMEHA 2025’AN
05/07/2025
17:05 Çalakiya KHK: Pêşiya aştiyê bi vegera ser kar vedibe
16:15 DEM Partiyê serdana Şaredariya Semsûrê kir
16:03 Sebahat Tûncel: Em di 8'ê Tîrmehê de li Enqereyê bicivin
15:55 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
15:41 Di komxebata zarokan de bal kişandin ser zimanê dayikê
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Aktaş û Gurban bên berdan
15:15 Di komxebata ciwanan de dê qeyran û çareseriyên Rojhilata Navîn bên gotûbêjkirin
14:57 Li du bajaran komxebatên ciwanan: Em ê erka xwe bi cih bînin
14:34 Girtiyê ku 15 caran sewqa wî ya nexweşxaneyê hatibû astegkirin teşhîsa alzeheimerê lê hate kirin
14:27 Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin
14:05 Xizmên windayan: Kiryarên Vedat Aydin eşkere bikin
13:25 Dayikên Şemiyê: Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li bêcezatiyê bînin
13:10 Li Hatayê erdhej çêbû
13:06 DEM Partî wê serdana şaredariyên CHP’ê bike
13:00 Ji DEM Partiyê daxuyaniyeke girîng
12:57 Li Gabarê bi hezaran dar şewitîn
12:19 Hevserokên DEM Partiyê: Ev operasyon rêya çareseriyê dixetimînin
11:59 AYM’ê têkildarî Kader Ortakaya biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da
11:12 Dê doza Îzol ji nû ve bê lidarxistin: Parêzeran ji bo ragirtinê serlêdan kirin
09:52 Şîrketa Nasiroglûyê AKP'î Sîsê talan dike
09:52 Sûavî: Huner bi aştiyê azad dibe
09:50 Fîşeka gazê ya ku Ûytûn qetil kir 16 sal in winda ye
09:30 Banga ji bo komxebata ciwanan
09:00 ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:16 Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin
04/07/2025
21:50 Tûnç Soyer û Serokê CHP'ê yê Bajêr hatin girtin
17:10 Di sempozyûma mafên mirovan de bal kişandin ser ‘tekoşîna hevpar’
16:38 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Siddik Guler rapora “rewşa wî ji bo girtîgehê guncav nîne' da
16:36 Projeya GES’ê ya li Xeceriyê hate betalkirin
16:35 Li Stenbolê dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ bê lidarxistin
16:34 Şaredarê Manavgatê hate binçavkirin
16:12 Ji ber gotina ‘Rêberê PKK’ê’ 2 sal û mehek ceza lê hate birîn
16:06 Ji ber stranên di lênûskê de cezayê hucreyê lê hate birîn
15:32 DBP’ê li Agiriyê rêveberiya nû diyar kir
15:13 Di lehî û hezaz a li Hindistanê de: 69 mirî 110 birîndar
14:21 Li Omeryayê şewat bi daristanê ket
14:19 Çetîn Arkaş li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin
12:53 Şewata li Gabarê li herêmeke berfireh belav bû
12:50 Tunç Soyer û 98 kesên din bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
12:42 Hejmara girtiyan a piştî 10’emîn Pakêta Darazê
11:44 Rewşa dawî ya şewatên li Îzmîrê
11:37 Li Wanê li girtiyan hevdîtin hate qedexekirin
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:59 Parlamenterê Partiya Gelecekê Torûn: Divê tavilê komîsyon bê avakirin
10:48 Serokê Baroya Amedê: Em amade ne alîkariya hiqûqî bidin pêvajoyê
09:56 Li Îzmîrê 137 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
09:45 Meclisa Ciwanan dê bi rojeva ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bicive
09:42 Yek ji bihûştên xwezayê Heftborî dê bi HES’ê bê tunekirin
09:06 Îsal li Îdirê berê mişmişan bibereket e
09:05 Gundên Qaxizmanê bê av û ceyran in!
09:05 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Em ji her wextî bêtir ji bo yekitiya neteweyî bi hêvî ne
09:05 Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e
09:05 Kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim': Armanca sereke azadiya Ocalan e
09:03 Aydin: Şensê taloqkirin û derenxistina kongreya neteweyî nemaye
09:02 Li Wanê dê pêşangeha ‘Hêviya Hunerê’ ya zarokan vebe
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2025'AN
03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da