WAN - “Şahiya Biharê ya Erdîşê” di roja duyemîn de bi tevlibûna ciwanan û bi coşeke mezin domiya. 
	“Şahiya Biharê” ku ji hêla Şaredariya Erdîşê ya Wanê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir. Eleqeyeke zêde ji bo şahiyê hebû û coşeke mezin hebû. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi hezaran welatî tev li bûn. 
	Di şahiyê de Dengê Arsîsa, Koma Sorjîyan û hunermend Xêro Abbas derketin ser dikê. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Roja duyemîn a şahiyê bi dirûşman û konserê bi dawî bû. 
