ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir. 
	Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar a bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re dest pê kir. 
	Hevdîtin li Meclisê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin. Tê payîn ku di hevdîtinê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk agahî bên parvekirin. 
