RIHA - Welatiyên li Rihayê diyar kirin ku ji bo pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêş bikeve niha dora meclisê ye û gotin, "Bi naskirina mafên destûra bingehenî re em dikarin bi hev re bijîn."
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ku rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû, PKK'ê di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe 12'emîn lidarxist û bandora bangê di nav gel de dewam dike. Welatiyên Rihayê têkildarî bangê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
'PÊVAJO JI AKP-MHP'Ê WÊDETIR E'
Welatiyê bi navê Ebubekîr Perk diyar kir ku ew hikûmeta AKP'ê samîmî nabînin ji ber ku têkildarî aliyên tevlî pêvajoyê bûne tu gavan navêje û wiha got: "Welat demeke dirêj di nava şer de ye û başe ku pêvajoyeke wiha destpê kiriye. Lê ew jî bi xwe re gelek zehmetiyan tîne. Di vê pêvajoyê de kî bi Kurdan re tifaqê bike û li cem wan bisekine wê qezenç bike. Îro li Îranê bi Kurdan re têkiliyeke heye. Lê belê di statukoya xwe ya heyî de hewl dide xwe biparêze. Hatiye dîtin ku Tirkiye jî bi 10'emîn Pakêta Darazê hewl dide xwe biparêze. Em dikarin bibînin ku hikûmet û mûxalefet xwedî kîjan zîhniyetê ne. AKP-MHP di vê dewletê de ne samîmî ne. Kurd ew gel in ku bi vîn, hêz û rêxistinbûna xwe bawer in. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Lazim e Kurd baweriya xwe bi îradeya xwe ya siyasî bînin. Pêvajoya heyî ji AKP û MHP'ê wêdetir e."
'DIVÊ RÛBIRÛBÛN WERE KIRIN'
Mûrat Karaçizme (45), diyar kir ku pêvajoya didome hêviyê dide, got ku şer û pevçûn fêdeyê nade tu kesî û wiha axivî: "Pêwîste em li hev bikin û biratiyê bidomînin. Tu dizanî, em duh nehatin vir. Ji ber vê yekê, bi qasî ji dest me tê em tevkariyê li pêvajoyê bikin." Karaçizme destnîşan kir ku rûbirûbûna pêwîst e û divê mafên tên xwestin bên dayîn.
'DIVÊ MAFÊN DESTÛRA BINGEHÎN BÊN NASÎN'
Welatiyê bi navê Zekî Yildirim (55) diyar kir ku pêvajo hemû civakan di nava xwe de vedihewîne û wiha got: "Li gorî rêgeza wekheviyê divê hin qanûn di cih de bin. Divê mafên destûra bingheîn yên ku kêm in bên dayîn. Dema ev pêk were em ê bi hev re bijîn."
Ahmet Çelik, anî ziman ku ew wek gel piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha got: "Divê meclis bikeve tevgerê." Îbrahîm Halîl Zahter (40) jî wiha got: "Wekî ku pêvajo geh heye, geh tune tevdigerin. Li girtîgehan cih nîne. Gelek mirov di hundir da ne. Eger aştî pêk were dê mirov kêfxweş bibin."
MA / Ceylan Şahînlî