* Girtiyê nexweş Soydan Akay piştî 32 salan hate berdan, Akay diyar kir ku girtiyên nexweş bêyî sererastkirieke hiqûqî divê bên berdan û wiha got: “Berdana girtiyên nexweş û yên ku berdana wan tê astengkirin ne berdêla çekdanînê ye, berdêla çekdanînê aştî û civaka demokratîk e.”
* Li girtîgehên Edene û Osmaniyeyê hinek girtiyên nexweş nikarin bimeşin û hinek jî li ber mirinê ne. Ji bo hinek girtiyan rapora 'nikarin li girtîgehê bimînin' hatiye dayîn lê tevî nexweşiyên xwe jî nayên dermankirin û nayên berdan.
* Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku di dozên hevberdanê de paşveçûneke cidî di mafên jinan de heye û diyar kir ku jin bi kêmkirina nafakayan û redkirina daxwaza 'xaniyê malbatî' dixwazin ji hev cûdabûnê kêm bikin.
* Fîlozof Alaîn Badiou, di nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandî de got, "Di nava van şert û mercan de daxwaza me ya herî xurt ew e ku kanalên te yên ragihandinê bên vekirin. Em heta dawiyê li cem te ne."
* Hîndekarê Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley got, "Ji bo pêvajoya aştiyê bigihêje encamê divê ji bo azadiya Ocalan pêşketinek hebe."
* Xebatkara bi navê Rojîn Akat a ku ji ber mobbînga ku ji aliyê Gerînendeya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Êlihê ya qeyûm hatibû tayînkirin, bi nexweşiya hêrsê ketiye, giliyê şaredariyê kir. Hevseroka Şaxa Genel-Îş a Êlihê Narîn Erol da zanîn ku pêkanînên bi heman rengî di hemû yekîneyan de hene.
* Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Jiyan Tosûn anî ziman ku guhertinên di pakêta darazê de kêm in û di sererastkirinên qanûnî de newekhevî heye.
* Zanîngeha Anadoluyê derbarê 3 xwendekarên ku girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu protesto kirin de lêpirsîn vekir. Xwendekaran diyar kirin ku lêpirsîn hewldana ji bo teslîm girtina îradeya xwendekaran e.
* Welatiyên li Rihayê diyar kirin ku ji bo pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêş bikeve niha dora meclisê ye û gotin, "Bi naskirina mafên destûra bingehenî re em dikarin bi hev re bijîn."
* Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Hemû Teqawîtan a 2021'ê Alî Surucu diyar kir ku teqawît bi xemgînî dikevin vê cejnê û got, "Bi kêm pereyên di destê xwe de wê hewl bidin neviyên xwe kêfxweş bikin, şensê wan ê şerjêkirina qurbanekê nîne, çûyîna betlaneyê êdî xeyal e."
* Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin wê li ser gora xwe ya li Amedê were bîranîn. (08:00) ZINDÎ