AMED - Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê JîTEM'ê ve hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu li vir axivî û diyar kir ku ew ê civaka demokratîk a ku gelek kesan ji bo wê berdêl dan, dê ava bikin.
Bi boneya Cejna Qûrbanê Serokê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve di 5'ê Tîrmeha 1991'an de hat revandin û piştre hat qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Rêveberên Komeleya Piştgirî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên ku Hezkiriyên Xwe Winda Kirine di Nav Bexçeyê Şaristaniyan (MEBYA-DER), malbata Aydin, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên bajarê Amedê û hevşaredar û gelek kes beşdarî bîranîna ku li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate lidarxistin bûn.
Birayê Aydin Veysî Aydin diyar kir ku rojên cejnê pîroz in û got, "Me gelek caran xwest ku cejn bibe wesîle ji bo aştiya bi rûmet. Îro pêvajoyek tê meşandin û em dixwazin ev pêvajo ber bi aştiyê ve biçe. Em bi keda şehîdên xwe hatine van rojan. Têkoşîna wan wê rê li ber me veke."
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn got, "Yên ku rê li ber jiyana bi hev re vedikin, ji cîhanê re dibin mînak. Em ê piştgiriya rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiriye û vegotina civaka demokratîk bidomînin."
Di dawiyê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û diyar kir ku ew bi vê bernameya bîranînê ve di heman demê de hesab dipirsin. Halîde Turkoglû bi bîr xist ku destpêka kuştinên kiryar nediyar kuştina Vedat Aydin e û got, "Ev têkoşîn wê bi aştiyê tacîdar bibe. Em ji bo vê têdikoşin. Ev berdêl wê avakirina civaka demokratîk misoger bikin."
Bîranîn li ser gora Aydin bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.