* Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 10’emîn Paketa pêşkeşî Meclisê hatiye kirin nirxand û got: “Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye. Divê di înfazê de wekhevî hebe û TMK were rakirin.”
* Endama TJA’yê Eylem Saruca ku beşdarî 1’emîn Kongreya NADA’yê bûbû, diyar kir ku meseleya jinê meseleya azadiyê ye ku sînor derbas kiriye û got: “Yek ji mijara herî zêde em li ser axivîn ew bû ku divê rêxistiniya hevpar a jinan veguhere avadaniyeke enternasyonal. Em dikarin bibêjin ji bo avakirina avadaniyeke enternasyonel jî gava ewil bi NADA’yê hate avêtin.”
* Hem welatiyên ji bo dan û standinê çûn pazara semtê û hem jî esnafên wê ji ber krîza aborî bi gazinc in. Serokê Bazara Semtê Siddik Penlî, got: “Aborî gelek xerab e, hêvîdarin pêvajo baş pêş bikeve.”
* Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyî di nava salekê de ji çêkirina rêyan heta navendên jinan û etutan, gelek navend vekir. Hevşaredar Serhan Paydaş, got: “Tiştên di 45 salan de nehatine kirin me di salekê de kirin.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê dê bi beşdariya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari 1’emîn Kongreya Awarte li eywaneke dawetan a li navçeya Halîliyeyê li dar bixe. (10.00-13.00) ZINDÎ
* Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê dê bi dirûşma “Em ji bo aştî û civaka demokratîk xwe birêxistin bikin” 2’yemîn Kongreya Asayî li ar bixe. (11.00-17.00)