Ji malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê

  • rojane
  • 11:37 22 Gulan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn spasiya kesên tev li şîn, bîranîn û çalakiyan bûne kirin û gotin: “Tacîdarkirina bi azadiyê ya vê meşa mezin a wan daye destpêkirin, deynê stûyê me ye.” 
 
PKK’’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ku di navbera 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin, ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza altûn jiyana xwe ji dest dane. Piştî daxuyaniyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo Kaytan û Altûn şîn hatin danîn û çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. 
 
Malbatên Kaytan û Altûn, bi peyamekê spasiya kesên tev li şîn, bîranîn û çalakiyan bûne kirin. Li gorî nûçeya ANF’ê, peyama malbatan wiha ye: 
 
"Di 12'ê Gulana 2025'an de ji me re hate ragihandin ku ji ferdên malbatên me hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Ev yek ne tenê ji bo me, her wiha ji bo her kesên ku şerê azadî û hebûna Kurdan dimeşînin, windahiyeke mezin bû. Li şûna bibin bira, kek û kurek, wan tercîh kirin ku bibin parçeyek ji civakîbûna li Kurdistanê ku her kêliya wê bi ked, xwîn, êş û hêviyê hatiye hûnandin, afirandin. Li şûna vegera li malbatên me, wan xwestin guhertinê bikin. Em jî kirin rêwiyên vê rêya xwe. Ji ber vê yekê êşa me, windahiya me kolektîf e. Bi navê malbatên wan, em navê wan bi serbilindî, bi rûmet radikin.
 
Wan mîrateyeke gelekî xurt û hêja ji me re hiştin. Baweriya ji bo paşerojeke azad a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û her mirovên li dijî sîstemê têdikoşin. Ji bo vê baweriyê bi cih bînin, îradeyeke xurt afirandin. Wan ji me bêhtir temenê xwe bi hevrêyên xwe yên têkoşînê û civaka ku pêşengî jê re kirin, bihurandin. Lewma bi hevrê û civaka xwe re hîn bêhtir bîranînên wan hene. Li her mala ku li deriyê wê xist, li her cihê ku tasek av jê vexwar, li her warê ku jê re bû mêvan bandor kir, şopa xwe hiştin, ji şopa li malên me bêhtir. Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê gel ewladên xwe hembêz kir. Ji Qamişloyê heta bi Silêmaniyeyê, ji Amedê heta bi Torontoyê û bajarê Kolnê yê ku em lê dimînin, bi deh hezaran Kurdan di asteke bilind de xwedî lê derketin û pêşengên xwe bi rengekî hêja oxir kirin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin a gel, gotineke me nîne ku em lê zêde bikin. Lê dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin.
 
Kurd li her devera ku lê bûn mîna lehiyekê xwedî li nirxên xwe derketin, bi rengekî bêhempa xwe gihandin kok û cewhera xwe, xwestin xwe ji çavkaniya xwe nas bikin û bêne bîranîn. Ev yek nirxekî gelekî hêja ye ku berdêla wê nîne. Ya ku dibe para me ew e, ku em vî nirxî biparêzin, xwedî lê derkevin û zêde bikin. Em ê ji bo vê bijîn, li ber xwe bidin û xurt bin.
 
Bi vê wesîleyê di serî de malbatên şehîdan em dixwazin spasî û hurmeta xwe pêşkêşî hemû kedkarên tevgera azadiyê û her kesî bikin, ku li ser rêya wan meşiyan û bûn nefes ji me re.
 
Bi navê malbat û hevrêyên wan em soz didin. Em ê vê kevneşopiya nîv sed salî ku ji Kurdistana Azad re bû hişê jiyanê û bi ked û îradeyê hate avakirin, bi sedan salan dewam bikin. Di vê serdema têkoşînê de weke ku di bîranînên hevpar ên bi deh hezaran Kurdan de jî hate dîtin, em ê dilsozê Rêber Apo, şehîdan û nirxên xwe yên têkoşîna azadiyê bin û bi vî rengî bimeşin.
 
Şehîd Namirin."

Sernavên din

31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were HATE NÛKIRIN
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da