NAVENDA NÛÇEYAN - PKK’ê ragihand ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê li dar xistiye.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Abdullah Ocalan, di banga xwe de ji PKK’ê xwest ku kongreya xwe li dar bixe û xwe fesix bike. PKK’ê jî piştî bangê daxuyanî da û got ku dê tiştên di bangê de hatine xwestin bicih bîne.
PKK’ê têkildarî kongreyê daxuyaniyeke girîng da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); PKK’ê diyar kir ku wan Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serkeftî li dar xistine. Hate ragihandin ku encamên Kongreya 12'emîn, biryarên hatin wergirtin û belge û agahiyên berfireh ên têkildarî kongreyê wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
DAXUYANIYA PKK’Ê
Daxuyaniya Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
“Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwend û nirxand. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK'ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
Di vê çarçoveyê de Kongreya 12'emîn a PKK'ê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKK'ê biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê ku di meha şehîdan Meha Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minnet bi bîr anî. Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyîn.
Kongreya 12'emîn a PKK'ê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minnet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da. Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.
Encamên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minnet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.
Şehîd Namirin!
Bijî Rêber Apo!”
ÇI QEWIMÎ?
Abdullah Ocalan piştî rewşa agahînegirtina mutleq a 44 mehan domiya, di 23’yê Cotmeha 2024’an de di çarçoveya hevdîtina malbatê re bi Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Piştre jî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di şandeyê de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtin. Şande, di 22’yê Çileyê û 27’ê Sibatê de jî dîsa çûn serdana Îmraliyê.
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 3’yemîn de tevî hevalên xwe yên girtî yên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di daxuyaniya bangê de Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol jî cih girtin.
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Di banga Abdullah Ocalan de wiha hate gotin:
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk
PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt.
Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.
25'ê Sibata 2025'an
Abdullah Ocalan”
'DIVÊ ALIYÊ HIQÛQÎ BÊ NASKIRIN’
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesix bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”
HEVDÎTIN
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî banga Abdullah Ocalan, lez da trafîka xwe ya hevdîtinan. Di vê çarçoveyê de ji Herêma Federe ya Kurdistanê heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ewropa û Tirkiyeyê bi gelek derdoran re hevdîtin kir.
Endamên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan, di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtin kirin.
Dihat payîn ku endamên şandeyê piştî hevdîtinên behsa xeberê biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin. Lê belê, ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û di 3’yê Gulanê de jî jiyana xwe ji dest da.
Dema tedawiya Onder didomiya, Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol di 22’yê Nîsanê de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.