STENBOL - Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Sirri Sureyya Onder tevî hemû êrişan jî li cem kurdan rawestiyaye û got: "Xeyala wî ya Komara Demokratîk hebû. Ji bo avakirina welatê ku xeyal dikir, em ê hîn bêhtir têbikoşin."
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Sirri Sureyya Onder, li Hêwana Cemal Reşît Re şîn hat danîn. Heyeta DEM Partiyê ku di nav de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û malbata Onder jî hebû, sersaxî qebûl kirin.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Pariyê Tayyîp Temel ku ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa têkoşîna aştiyê ya Onder kir.
Temel anî ziman ku ew qaneh nebûne ku Onder ne di nav wan de ye û got ku ji lew re bi hebûna xwe bawerî dida. Temel bilêv kir ku Onder xwedî qabîliyeteke ku pirsgirêka zûzû û bi civakîbûnê çareser bike û got ku ji ber vê partiya me wekî windahiyeke ku şûna wê nayê dagirtin pênase dike.
Temel destnîşan kir ku Onder pirgsirêkên civakê bêyî guh bide berjewendiyên takekesî wekî pirsgirêkên xwe dîtine û got: "Tekane xema wî ew bû ku digot madem siyasetê dikim, eger ez pêşî li mirina ciwanekî kurd û tirk bigirim watedar e. Ya herî girîng jî, kî bindest bûya li cem wan bû. Lewma tevî hemû êrişan jî li cem kurdan cih girt. Ne kurd bû. Lê Sirri Sureyya Onder gotibû, 'Heya kurd azad bibin, ez kurd im.' Digot, 'Heya kedxwariya li ser kedkar û karkeran bidome, ez karker im.' Bi ya min ev taybetmendiyeke gelekî girîng e."
‘HEQÎQETÊ DI PARADÎGMAYA OCALAN DE DÎT'
Temel bal kişand ser têkiliya Onder ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ûg ot: "Ya herî girîng jî pêwendiya wî ya taybet a bi birêz Ocalan re ye. Ji ber ku cihgirtina li cem birêz Ocalan, ji bo kesekî ne kurd qadeke rîsk e. Yanî hevrêtiyeke eşkere ne hêsan e. Lê gaba Sirri Sureyya Onder cara ewil di sala 2013'an de çû wir, vê rêyê wekî rêya rizgariya gelan dît. Xeyaleke wî ya Tirkiyeyeke Demokratîk, Komareke Demokratîk hebû. Vê heqîqetê jî di paradîgmaya birêz Ocalan de dît. Me ev pir pê re nîqaş kir."
Temel bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder jî û got: "A rast di wir de, pênaseya hevrêtiyekê, kesayeteke xema civakê hilgirtiye heye. Gava em van tiştan hemûyan bînin cem heb, belê windahiyeke cihê wî nayê dagirtin. Lê em soz didin wê rêya ku wî vekiriye neyê girtin. Em ê di rêya ku wî vekiriye û rêya aştiyê de bi biryardarî bimeşin."
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel got: "Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin."
MA/ Omer Îbrahîmoglû