NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 281’emîn de bi manşeta “Her kes berpirsiyarê ziman e” derket.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 281’emîn de bi manşeta “Her kes berpirsiyarê ziman e” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, hevpeyvîna ku bi aktivîstê zimanê Kurdî Rifat Ronî re kiriye derxist manşeta xwe. Rifat Ronî pirsên rojnameyê dibersivîne û dibêje ku “Parastina ziman erka her kesî ye.”
Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Guher Hesen, Heval Dilbihar, Adar Jiyan, Felemez Ulug, Hasan Huseyîn Denîz, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof. Dr. Abdulîllah Polan, Siyabend Aslan, Zaza Cebelî, Dildarê Amedê, Homayon Ebasî û Ayhan Erkmen bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.