Buldan: Tifaqa bi Çiller û Agar re tifaqa dijmantiyê ye

  • rojane
  • 08:14 22 Hezîran 2018
  • |
img
 
BÊDLÎS - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan  di mîtînga HDP’ê ya li Bedlîsê de bal kişand ser tifaqa Erdogan ya bi Tansû Çîller û Mehmet Agar re û got: "Ew bi Tansu Çiller û Mehmet Agar re dibin tifaq. Wan tifaqa xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kirine.  Ji hebûna Kurdan aciz in. Ji miriyên me ditirin û li xerzanê êrîşî miriyên me kirin." 
 
Mîtîngên HDP’ê yên di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de didomim. Rêxistina HDP'ê li Bedlisê mîtîng pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdarî mîtîngê bû û xîtabî hezaran kir. Buldan, di mîtîngê de destnîşan kir ku ev bajar, bajarê Seîdê Kurdî û yê Feqiyê Teyran e û wiha got: "Wekî Seîdê Kurdî jî gotiye, rêya me rêya wekhevî û azadiyê ye.  Li ser vê rêya bi rûmet em ê bigihêjin serfiraziyê. Wan li pişt xwe têkoşîneke mezin hiştin, niha li ser navê HDP’ê em wê têkoşînê didomînin. Ev rê di 24’ê Hezîranê de ew ê bi îradeya we, bigihêje serfiraziyeke mezin." 
 
'JI MIRIYÊN ME DITIRSIN' 
 
Buldan, bal kişand ser Garistaxa Xerzanê ku 267 cenaze derxistin û hêj aqûbeta 265 cenazeyan ne diyar e û got: "Di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê gelek zilm û îşkence hate kirin.  Lê di 24’ê Hezîranê de dê ev zalim têk biçin û ew ê mazlûm bi ser bikevin. Di serdema desthilatdariya AKP’ê de berdêlên mezin hatin dayîn. Li Goristana Xerzanê êrîşî miriyên me kirin. Ji miriyên me jî ditirsin. AKP dibêje ku qey bi êrîş û tirsê ew ê rê li ber vî tiştî bigirin ku kes danekeve kolanan. Em ji tu kesî natirsin û em têkoşîna xwe didomînin." 
 
'MIZGEFT KIRIN BUROYÊN AKP'Ê' 
 
Buldan, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî olê îslamê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Bi nêzbûna 24’ê Hezîranê re zêdetir êrîşan dikin. HDP’ê ji 6 milyonan zêdetir deng stendiye lê êrîşî wê dikin. Ez bang li Erdogan dikim, em ji AKP’ê hînî ola xwe nebûne.  Me wekî wan ol nekir amûra siyasetê. Serokwezîr dema hat vê derê, camî kir buroya AKP’ê. Pankartên AKP’ê bi camiyê ve daliqandin. Camî ne buroyên we yên hilbijartinê ne, camî mala Xwedê ne.
 
'DEM HATIYE' 
 
Buldan, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku êdî dem hatiye û got: "Em ne bawerî, ne siyaset, çand û zimanê xwe emanetî we dikin. Êdî dema AKP’ê hatiye. 24’ê Hezîranê wê gelên vî welatî; kurd, ereb, elewî û sunî, jin û ciwan dersa AKP’ê bidinê. Yên ku aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin; yên li gel edaletê, wê dersê bidin AKP’ê. Berpirsyartiya herî mezin li ser milê we Bedlîsiyan e. Gelê Bedlîsê kiryarên parlemeterên AKP’ê dizane. Kiryarên parlementerên HDP’ê jî dizane. Vê yekê baş bizanin parlementerên HDP’ê yên li Parlementoyê dengê we ye. 24’ê Hezîranê wê Bedlîs bike 3-0. Yekan e derdê AKP’ê û Erdogan ew e ku xwe li ser desthilatê bigire. Bi pirsgirêkên gelê Bedlîsê re eleqedar nake. Derdê wan dewlemendkirina xwe ye."  
 
'ÊDÎ DEMA AKP'Ê QEDIYA' 
 
Buldan, herî dawî destnîşan kir ku dema AKP'ê qediya ye û wiha bi dawî kir: "Dem demê serketinê ye. Piştî 24’ê Hezîranê em ê bi hev re bifikirin. Em ê welateke ku bi nûnertiyeke bi hêz a HDP’ê çûna parlemetoyê û rêveberiya di destê Demîrtaş de bifikirin. Avakirina welatekî wiha ne xeyal e. Êdî dewrê AKP’ê qediya.Divê her kes terciha xwe bike. Ev ji bo me fersendeke, em xwedî şansekê ne ku êdî gelên Tirkiyeyê ji bo di nava aştiyê de bijî ye. Derfet heye. AKP ji bo HDP’ê li bin bendê bixe her cûre lîstikê dike. Lê gelê me rê nade vê. Wê sindoqan biparêze. Muşahîdên me li vir kêm in. Bang li hemû hevalan dikin ku bibin muşahîd. Ji bo serketinê divê em sindoqên xwe biparêzin. Em bi gelê Bedlîsê bawer in." 
 
Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên ku girêdana HDP'ê tîne ziman berz kirin.  
 

Sernavên din

24/06/2018
16:23 Serdozgerî: 4 kesên nelirê deng bikar anîn hatin binçavkirin
16:11 Fermandar li ser sindoqê ye: Ez naxwazim Velî Encu li vir bibînim
15:51 Heyeta Fransî li Agiriyê hat binçavkirin
15:48 Li Rûbarokê jin yekem car çûn ser sindoqan
15:06 Li Mûşê dîmenên dengdayîna komî derketin holê
15:05 Birîndarên êrîşa 5'ê Heziranê çûn ser sindoqan û deng dan
14:39 Xizmên Yildiz ê AKP'î li Pirsûsê HDP'î kêr kirin
14:06 Yildiz û xizmên xwe li 6 dibistanên Pirsûsê dengên blok bikar anîn
13:57 25 kîlo mîtro rê meşiyan û dengên xwe dan
12:52 Serokê YSK’ê ji bo Pirsûsê daxuyanî da
12:52 Buldan: Vê dibistanê oxir anî
12:46 Bi sedyeyê çû ser sindoqê
12:11 Li Stenbolê gel dibistanan naterikîne
11:56 Şaredarê AKP’î gef li peywîrdar û namzetê HDP’ê xwar
11:51 Dayik Emîne Şenyaşar deng da: Înşallah dê hilweşe û biçe
11:40 Li Şirnex, Cizîr û Nisêbînê gel diherike deng dayînê
11:31 Guven li girtîgehê û Ozturk li Agirî dengê xwe avêt
11:23 Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin
11:14 Saçilik: Min dengê xwe ji bo hemû dayikên xemgîn bûne avêt
11:06 Demîrtaş li girtîgehê dengê xwe avêt: Encam dê pir xweş be
11:02 Şik dengê xwe da: Em ê ji vê mafayayê xelas bibin
11:00 Înce dengê xwe avêt: Ez dê êvarî li ber YSK’ê bim
10:54 Li Pirsûsê Yildiz ê AKP’î li ser kar e: HDP’iyan derb kirin û dengên blok bikaranîn
10:36 Gelê Amedê diherike ser sindoqan
09:51 Dayika 107 salî dengê xwe da
09:44 Hevserokê HDP'yê Temellî dengê xwe da
09:38 Cerdevanan peywirdarên sindoqan yên HDP’yî asteng kirin
09:16 Başak Demirtaş dengê xwe da: Dê gelek tişt biguherin
09:02 Dengdayinê destpê kir
08:53 Mezûnên MSGSU'yê: Em ê nehêlin ku me ji kelepûra me dûr bixin
08:52 Cotkar: Êdî em îdare nakin
08:52 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN
23/06/2018
17:27 Wê Bûldan li Sûltanbeyliyê dengê xwe bide
16:59 Wan bû lehî û herikî qada mîtîngê
15:36 AKP’îyên çûn serdana malbatên girtî yên HDP’î: Deng bidin bila bên berdan
15:26 Xwestin nexweşa Wernicke Korsakoffê Bulut bê berdan
15:17 24 sal berê çû qereqolê û carek din nehat
15:16 Îdîaya leşkerê bi zorê leşkertî dikir, întîxar kir
14:27 HDP, ji roja mezin re amade ye
14:26 Dayîkên Şemiyê: Bila hemû kes dengê ji bo edalet û demokrasiyê bidin
14:21 Bi deh hezaran kes ji bo Demîrtaş diherikin Qada Gundogduyê
13:50 Tirkiye di dîroka xwe de kampanyaya hilbijartinek wiha nedît
13:33 Bi deh hezaran Wanî ber bi qada mitîngê ve diherikin
13:20 YSK rojekê biryarê dide rojekê paşve dikişîne
13:12 Li Sîweregê, muxtar gefên ‘neyên ser sindoqan’ dixwe
13:08 HDP li Sêrtê du malbatên xisûmetî li hev anî
12:53 Çewlig ji hilbijartinê re amade ye
12:35 Welatiyê Sûrê: Li şûna di TOKÎ de bijîm ezê di konan de bijîm
12:34 ‘Divê gel dengên xwe biparêzin’
11:16 Parêzerê Pirsûsê: Bi parçekirina dîmenan bûyerê aloz dikin
11:15 Li Amedê 11 hezar û 500 kes dê sindoqan biparêzin
10:43 Li Îdirê 12 hezar hilbijêr dê bibin ser sindoqan
10:27 Li Enqereyê operasyona hilbijartinê
10:16 Jinên HDP’î şahî li dar xistin
10:15 Hozan Canê hat binçavkirin
10:15 Bi telefonan gef li peywirdarê sindoqan yê Erziromê xwarin
10:07 480 çavdêrên navnetewî dê ewlehiya sindoqan pêk bînin
09:59 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:53 Çalakiyên der barê jinan de bûn sûc
09:53 ‘Dema rêwikirina qeyûm hatiye’
09:25 Tecrîda li ser Ocalan: Hindik maye têkeve rêya bêveger
09:24 HDP, DBP û KCD'a Êlihê ji bo ewlehiya sindoqan bang kirin
09:22 Malbata Atûg ku 23 sal in li xizmên winda digerin: Bi serbilindî biçin ser sindoqê
09:21 Li 3 bajarên Egeyê dê 16 hezar û 580 kes sindoqan biparêze
09:20 Namzetên Stenbolê banga dawî kirin: Piştî dengdanê sindoqan biparêzin
09:20 Nakliyatvanên Mêrsînê yek bi yek îflas dikin
09:19 Gundiyên ku sindoqên wan veguhastin: Emê sindoqan ji diza biparêzin
09:18 Ahmet Turk: Desthilatdarî diçe, li sindoqan xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
22/06/2018
20:37 Li Elbîstanê qeyda gelek hilbijêran tune ye
18:49 11 baro: Tiştek bê serê Baroya Amedê berpirsyar Soylu ye
18:46 OSO li Efrînê sivîlekî din kuştin
18:43 Temellî: Em dê wan tevî Torosê wan bavêjin çopa dîrokê
15:54 Gelê Avkevirê got 'Tamam'
15:53 Wesayîta welatî dibirin mitînga HDP’ê qulipî: Kesk mir û 4 kes birîndar bûn
15:08 ‘Di dema AKP’ê de 6 hezar û 400 jin hatin kuştin’
14:55 Îzmîr ji mîtînga Demirtaş re amade ye
14:28 Bi hezaran kes li Qendîlê dimeşin
14:13 Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
14:06 Rapora ÎHD û TÎHV: Di pêvajoya hilbijartinê de tenê îşkence li HDP’iyan kirin
14:01 Hatîmogullari: Em sindoqan dorpêç bikin û biparêzin
13:41 'Bila kes dînîtiya neçûna ser sindoqan û boykotê nekin'
12:50 Bakurê Sûriyê Serdema Neolotîk ronî dike
12:49 Yuksekdag bersiva Soylu da: Ew dîwarên te qet ne di xema me dene
12:48 Dayikên Aştiyê Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
12:11 Kûçikên polîsan 35 mih kuştin
12:06 Li Agiriyê HDP dê bi 2 hezar kesan re sindoqan biparêzin
12:03 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê cara 81’an serlêdan kirin
11:47 Jinên gotin 'Em ji sedî zêde ne" dê li sindoqan xwedî derkevin
11:39 Ji bo cerdevanên deng nadin AKP’ê gefa 'Em dê we bibin operasyonê'
11:17 Li Amedê, 74 sindoqên hatin veguhestin dibin mercekê dene
11:11 Demîrtaş: Li deng û sindoqan xwedî derkevin
10:52 Ji HDP'ê banga muşahîtan
10:38 ‘Di 25’ê Hezîranê dê rojek nû hilê’
10:19 Li dijî lîstik û hîleyên roja hilbijartinê baldar bin!
09:56 Aydin ê Dîroknas: Hemû Tirkiye deyndarê HDP'ê ye
09:31 Sariyildiz bang li gelê Şirnexê kir: Xwedî li sindoqan derkevin
09:31 Wan ji bo mîtînga fînalê amade ye
09:30 Divê hilbijêr hişyar bin: Bûyereke biçûk be jî divê ragihînin maseya krîzê
09:29 Dê li Şirnexê 8 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan