Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin

  • rojane
  • 12:51 27 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di “Belgeya Helwesta Siyasî ya Hevpar” a di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hatiye erêkirin de bal kişandin ser yekitiya gelê Kurd û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çarçoveya Sûriyeya demokratîk. 
 
Duh li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hat lidarxistin. Konferans, bi beşdariya 400 delegeyên ji 3 parçeyên Kurdistanê hat lidarxistin. Konferans, bi erêkirina “Belgeya Helwesta Hevpar” bi dawî bû. Di belgeya bi yekdengî hate erêkirin hem li qada Sûriyeyê hem jî li qada neteweyî ya Kurdan xwedî gelek biryaran e.
 
Li qada neteweyî ya Sûriyeyê xala destpêkê bi vî rengî ye: "Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike."
 
Li qada neteweyî ya Kurdan jî xala destpêkê bi vî rengî ye: "Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibe yekîneyeke îdarî û siyasî ya hevgirtî."
 
Ji bo Kurdan tê xwestin, "Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin."
 
Belgeya hate erêkirin bi vî rengî ye:
 
QADA NETEWEYÎ YA SÛRIYEYÊ:
 
* Sûriye dewleteke ji gelek netewe, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.
 
* Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û pîvana welatîbûna wekhev tevbigere.
 
* Sîstema Rêvebirinê (Hikûmraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre meclisên herêman.
 
* Sûriye nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.
 
* Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeê nîşan bide.
 
* Dewletê li beramber ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.
 
* Xwe bispêre nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.
 
* Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.
 
* Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.
 
* Dabeşkirinên gerînedeyî (îdarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hejmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.
 
* Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.
 
* Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên Kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darê zorê yên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê bi ewle vegerin malên xwe.
 
* Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.
 
* Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê eye.
 
* Roja 8’ê Adarê weke Roja Jinan were qebûlkirin.
 
QADA NETEWEYÎ YA KURD:
 
* Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.
 
* Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
 
* Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAIŞ'ê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.
 
* Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.
 
* Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.
 
* Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.
 
* Kurd tev li saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.
 
* 21'ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12'ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.
 
* Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên aşkera û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.
 
* Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962'yan di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.
 
* Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.
 

Sernavên din

01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin HATE NÛKIRIN
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban