Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast

img
AMED - Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de axivî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “Hûn nikarin li hemberî herikîna avê avjeniyê bikin, siyaseta şaş nagihîne cihê rast.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de xîtabî sed hezaran kesî kir. Bakirhan wiha got,"Ez mêvanên me yên hêja ku li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn beşdarî Newroza Amedê bûne silav dikim û dibêjim hûn bi xêr hatine."
 
Bakirhan têkildarî mijarên rojevê wiha got: “Pûsûlaya Rojhilata Navîn îro di Newroza Amedê de lê dide. Îro ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê çav li qad û Newroza Amedê ye. Ji ber ku Amed Newroz e, Newroz Amed e. Tu Newroz î. Em cejna Newrozê ya birêz Ocalan ê ku gelê Kurd veguherand gelê Newrozê, pîroz dikin. Newroz pîroz be birêz Ocalan.
 
EV BANG MÎLAD E
 
Ev bangawazî ji bo girêkên li Mezopotamya û Anatolyayê bên vekirin û banga ji nû ve destpêkirina dîrokê ye. Birêz Ocalan di meşa xwe ya çareseriya demokratîk de, ku di sala 1993'an de dest pê kir, di 27 'ê Sibatê de bi banga sedsalê gaveke herî dîrokî avêt. Ev bang îfadeya rastiya gel e ku bi dehan salan e li ber xwe dide û ji bo çareseriya demokratîk têdikoşe. Ev manîfestoya gelên Mezopotamya û Anatoliyê ya jiyana bi hev re ye. Cewhera Banga Aştî û Civaka Demokratîk konsensûsa demokratîk e. Ev bang mîladek e û xwediyê vê bangê hûn in, gelê me yê li Qada Amedê ye.
 
Me bi dayîna berdêlên mezin em gihandin serketineke bi rûmet. Em ji pirsgirêkeke dîrokî derbasî aştî û çareseriyeke dîrokî dibin. Tirk û Kurd di seranserê dîrokê de deriyên hevjiyanê ji hev re vekirine û qedera xwe kirine hevpar. Lê belê di sedsala dawî de hewl hat dayîn ev biratî bi dîwaran û cihêkariyê bê ceribandin. Mirovên ku hezar sal berê deriyên Anatolyayê vekirin, sedsal in li pişt derî hatine hiştin. Êdî dem hatiye ku dawî li vê dîroka cudaxwaz were anîn.
 
Em di paşeroja hevpar a Tirk û Kurdan de li çareseriyê digerin û biryardariya wan a avakirina siberoja bi hev re ye.
 
WERIN EM BI HEV RE LI VÊ RÊYÊ BIMEŞIN
 
Banga 27'ê Sibatê ya birêz Ocalan, ji bo Tirkiyeyeke ku ti gel li van xakan neyê hiştin û her kes lê wekhev û azad be, bangek e. Me destê xwe daye kesên ku destê xwe dirêjî aştiyê dikin û milê xwe jî daye kesên ku mil dane milê me û em ê vê yekê bidomînin. Birikandina dîrokî û feraseta hevpar a têkiliyên Tirk-Kurdan dikare hemû rê li ber siberojeke demokratîktir nîşanî me bide. Em ne ji derve li çareseriyekê digerin, lê belê di paşeroja hevpar a Tirk û Kurdan de û biryardariya wan a ji bo avakirina siberojê bi hev re ne. Bi pêçandina birînên berê bi hev re em dikarin pêşerojê bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re di vê rêyê de bimeşin.
 
Biryara me, helwesta me zelal e. Em bi milyonan, aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin, em civakeke demokratîk dixwazin. Binêrin bi milyonan mirov li qada Newroza Amedê aştî û çareseriya demokratîk dixwazin. Divê her kes peyama qadên Newrozê baş bixwîne. Meydanên Newrozê vexwendina peymana aştiyê ya sedsalê ye. Divê Tirkiye bi Kurdên li derveyî sînorê xwe dijîn re bibe xizmatî, ne dijmin.
 
DIJBERÎ BI TIRKIYEYÊ NADE QEZENCKIRIN 
 
Gelên Tirkiyeyê yên hêja; di hizûra milyonan de dibêjim ku Kurd, Ereb û Tirkmenên li derveyî sînorên Tirkiyeyê ne tenê cîranên me ne, di heman demê de xizm û gelê me ne. Têkiliyên xurt ên em bi van gelan re datînin, ne tenê ji bo aştiya Tirkiyeyê, ji bo aramiya tevahiya Rojhilata Navîn jiyanî ye. Dixwazim bi bîr bixim ku divê bi Kurdên derveyî sînorê Tirkiyeyê re ne dijminatî divê xizmatî were kirin. Dijberî dê bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Biratî û diyalog dê bi Tirkiyeyê mezin bide qezenckirin. Di demeke ku dê hevkêşeya Sûriyeyê jinûve were teşegirtin de divê bi Kurdan re diyalog were pêşxistin û ev yek dê sûdeke mezin bide Tirkiyeyê. Em ji bîr nekin ku Kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê ne dijmin, ji bo aştiyê firsend in. Divê Tirkiye vê firsendê rast binirxîne û ev berpirsyartiya wan e. 
 
Gelên Tirkiyeyê yên hêja; demokrasî, hiqûq û aştî rêya mecbûrî ya xelasiyê ye. Wateya bêhnstandinê çi be, avakirina zemîna siyasî û hiqûqî jî ewqas jiyanî ye. Heke her du alî jî gavan biavêjin, dê civak ji pêvajoyê bawer bike. Bawerî, hêvanê pêkvjiyanê ye. Serkeftina vê pêvajoyê, girêdayî nûjenkirina têkiliyên Kurd-Tirkan a li ser bingeha wekhevî û demokratîk bibe. 
 
Têkildarî vê pêvajoyê em her tim ji aliyê erênî ve lê dinêrin. Em bang li îktîdar û dewletê dikin ku aliyê vala yê îskanê tije bikin. Aştî, ne meseleya têkçûn-têkbirinê ye. Aştî, bihara herî xweşik e ku hemû kes serdikeve. Em destûrê nedin ku ev bihar veguhere zivistanê. Em 85 milyon welatî xwedî li banga  Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. 
 
ÎKTÎDAR BER BI TURBULANSÊ VE DIBE
 
Gelê me yê hêja; Rojhilata Navîn ketiye turbulanseke dijwar û ev bahoz bandorê li her kesî dike. Derdê me ew e ku em bi sax û silametî ji vê turbulansê derkevin. Lê belê îktîdar bi rêya qeyûman, bêdengkirina muxalefetê re rê li ber turbulanseke dijwartir vedike. Gavên ku ji rêgeha 27’ê Sibatê derdikeve diavêje. Em bang li îktîdarê dikin ku ji vê xeletiya xwe vegere. Bi ji hev cudakirina gelan re aştî û civaka demokratîk nabe. Bi binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê û krîmînalîzekirina Lihevkirina Bajar re, bi qeyûman û êrişên ser Rojava re aştî û civaka demokratîk nabe. 
 
Gelên hêja yên Tirkiyeyê; nêzikatiya Tirkiyeyê ya înkarger, yekperest û dij-demokratîk a li dijî gelan, bû sedem ku Tirkiye sedsalan winda bike. Bi xwe re xizanî û birçîtî anî. Bi banga sedsalê re berê me dîsa zivirî pêşerojê û me saetên xwe li ber aştiyê girt. Nifteya ku dê deriyê aştiyê veke, çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirkiyeya demokratîk e. Rêgeha çareseriya pirsgirêka Kurd jî Banga Sedsalê ya birêz Ocalan e. Nabe ku êdî çareseriya vê pirsgirêkê were taloqkirin. 
 
SIYASETA XELET ME BER BI CIHÊ RAST VE NABE 
 
Ji ber ku li herêmê em di nava senaryoya qiyametê de ne. Rêya xelasiya ji vê qiyametê jî tifaqa Kurd-Tirkan a li ser bingeha demokrasî û wekheviyê ye. Lewma em careke din dibêjin; siyaseta xelet me ber bi cihê rast ve nabe. Rêgeha me, dê me ber bi komareke demokratîk ve bibe. Heval û rêhevalên hêja; binêrin, hemû rêyên dizanin dê ber bi ku de biçin vekirî ne. Em rêya xwe dizanin. Nirx û evîna me ya aştiyê rêya me diyar kir. Rêya me, rêgeha me ber bi Komara Demokratîk ve diçe. Cewhera rêya me jî bi Banga 27’ê Sibatê xwe rave kir. Di siyasetê de em li cem edalet, demokrasî, wekhevî û nirxên azadiyê ne. Rêya me, Rêya Sêyemîn e ku ber bi demokrasî, wekhevî û azadiyê ve diçe. Bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa û bi cisareta Mazlum em ê meşa xwe bidomînin. Dawiya vê rêyê jî aştî ye, demokrasî û azadî ye. Ev sed sal in ev xak bi hesreta aştiyê dijî. Niha dema bihîstina dengê wê aştiyê ye û dema qîrîna wî dengî ye. Dema wê hatiye ku em aştiya li asoyê xuya dike bînin van xakan.” 
 

Sernavên din

29/03/2025
13:28 Ji Hevserokên Giştî peyama cejnê
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan