Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne

  • rojane
  • 11:55 17 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re gotarek nivîsî û diyar kir ku salek û 8 meh berê li Amedê hat girtin û bi 1700 kîlometre dûrî malbata li Edîrneyê girtî ye û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê bi deh hezaran mirov ji ber mafê xwe yê azadiya ramanê weke 'terorîst' hatine îlankirin û girtin." 
 
Namzetê Serokkomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re gotarek nivîsî. Demîrtaş bi bîr xist ku yek ji şeş namzetên Serokkomariyê ew e û wiha got: "Di dîroka siyasî ya cîhanê de kêm lîderên siyasî hene ku ji girtîgehê bûne namzetê Serokkomariyê. Tevî ku min nedixwest bi vî rengî bêm hişê mirovan jî, yek ji wan lîderan ez im. Lê belê ev rewş ne tercîha min e, daxwaza Erdogan e. Piştî ku hatim girtin bi salekê qet ez dernexistin pêşberî dadgeriyê. Piştre jî tenê du caran. Li ser darizandineke adîl tiştekî nabînim. Li gorî qanûna heyî diviyabû ji destpêkê ve negirtî bihatima darizndin. Niha jî li gorî daxwaza hikumetê dema darizandina min dikare bê dirêjkirin an jî bi sedan sal cezayê girtîgehê li min bê birîn."
 
Demîrtaş destnîşan kir ku ew ji dadger û dozgerên ji her kesî bêhtir ji Erdogan ditirsin, edaletê hêvî nake û wiha lê zêde kir: "Tevî ku baweriya min a edaletê ya ji saziyên dadgeriyê qels e, baweriya min a bi gelên Tirkiyeyê gelekî xurt e ku wê hem xwe hem jî dadgeiryê azad bikin. Çar namzetên li derveyî Erdogan dan xuyakirin ku divê negirtî werim darizandin. Ji aliyê gel ve rewş hîn tevlîhev e. Eger li gorî îdîayên ku Erdogan her roj di mîtîngan de tîne ziman sûcdar bim, wê çaxê çawa dikarim bibim namzet. Na eger ne sûcdar bim, çima nayêm berdan. Ev pirs di hişê mirovan de ne. Bersiva vê nakokiyê gelekî hêsan e: desthilatdarî baş pê zane ku eger îro serbest bim, mîna 7'ê Hezîrana 2015'an bi mûxalefeteke xurt, ez ê xewn û xeyalên otorîter ên Erdogan lê bikim kabûs."
 
YA DÎKTATORÎ YA JÎ DEMOKRASÎ
 
Demîrtaş di berdewama nivîsa xwe de da zanîn ku bi derfetên kêm hewl dide siyaseta Ewropayê ji nêz ve bişopîne û wiha berdewam kir: "Mixabin bi têrkerî destekê nadin welatên Tirkiyeyê yên li girtîgeha nîv-vekirî ji bo azadiyê têdikoşin. Di hilbijartinê de wê dengdan li ser dîktatorî ya jî demokrasiyê bê dayin. Eger em pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropa deynin aliyekî jî, her pirsgirêkên aborî, ewlekarî û penaberan ên li Tirkiyeyê diqewimin yekser bandorê li Ewropayê dikin. Lewma daxwaza welatên Ewropayê bi xweşbînî pêşwazî dikim ku ji aliyê siyasî û aborî ve Tirkiyeyeke aram dixwazin. Lê mixabin hîn jî nabînin ku Erdogan çavkaniya nearamiyê ye. Hikumetên Ewropayê di berdêla nedîtina kiryarên antî demokratîk ên Erdogan dibe ku di mijarên aborî û penaberan de ji bo pêwîstiyên xwe yên demkin bersiv dîtibin. Lê belê ev rêveçûn nabe ku bidome. Krîza siyasî ku Erdogan bi sorkirina gel û neteweperestiyê rê li ber vekiriye, ber bi krîzeke aborî ya giran ve çûye. Eger Erdogan şeva 24'ê Hezîranê bi dek û dolaban ragihîne ku di hilbijartinê de bi ser ketiye, ev yek wê krîzan girantir bike.
 
Demîrtaş, herî dawî gefên darvekirinê yên Erdogan jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Berdêla xwe çi dibe bila bibe, bi navê xwe, ez ê ti carî ji sekna xwe ya mûxalîf a ji bo gelê xwe venegerim. Mîna min bi dehan milyon mirov li Tirkiyeyê hene ku ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin. Ez zanim ku ew mirov wê ti carî vê rêveçûna otorîterbûyînê qebûl nekin. Lewma encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî, edalet û azadiyê bidomînin."
 

Sernavên din

19/06/2018
17:26 Li Agiriyê binçavkirin û li Wanê mûdaxile
17:03 Hunermend Jiyan ji ber gotina ‘Kurdistan’ hat girtin
17:01 Daxwaza hevdîtina Ocalan a 764’emîn hat redkirin
16:56 Baroya Amedê: Em ê der barê Soylu de serî li rêyên zagonî bidin
16:25 Şenyaşar 19 salin endamê odeya bazirganiyê
16:12 'Roja hesab pirsîna hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî ye’
16:01 Li Îzmîr û Hatayê ji ber medyaya civakî 16 kes hatin biçavkirin
15:32 Ji weşanxaneya Amara pirtûka 'Bizi Temsil Edemezler'
15:29 Di Doza Soma de li dijî mutaleyê parastin: Nirxandin skandalek hiqûqiye
15:21 Jin wê bi reng û dengên xwe li Qada Îstasyonê bin
14:47 Gelê Babê alîkarî ji QSD'ê xwest
14:39 Waliyê Dersimê ji bo AKP’ê deng xwestin
14:29 HDP’ê dengdêrên Amed û Sêrtê vexwendin mîtîngê
14:09 Ji ber medya civakî li Wêranşarê 5 kes hatin binçavkirin
14:04 Mehmet Şenyaşar: Li min dan, kêr kirim, gule berdan min, lê min teqlîdê mirî kir
13:59 Dadger di danişîna doza Rojnameger Toker de gazinç kir
13:37 Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin
13:21 Hunermendan piştgirî dan HDP'ê
12:32 Baroya Edenê bo gotinên Wezîrê Karê Hûndir bang li dozgeran kirin
12:20 Hiqûqnas: Daxuyaniya Wezîr Soylu zordestiya li ser hiqûqê ye
12:19 ‘Em li Qada Seyît Riza dîrokê binivîsînin’
12:05 Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike
12:03 ‘Frênên AKP’ê teqiya wê bi teqe’
11:28 Li Gabarê teqîn
11:24 Doza Soma bi meşê des pê kir: Em ê deng nedin wan
11:23 Parêzeran ji bo Ocalan ziyaret bikin cara 764’an serlêdan kirin
11:14 Rapora Kesê Zana: Polîs bi 'zanebûn' nekiriye
11:13 Çîçek: Emê li Amedê bi her awayî 3 hezar û 319 sindoqan biparêzin
10:41 Ji Waniyan bo Erdogan: Hatina te ya dawî ye, tamê derxe
10:40 QSD'ê li Efrînê li dijî kesên zilme dikin 8 çalakî pêk anîn
10:04 ‘AKP bi polîtîkayên şer xebatên hilbijartinê bi rêve dibe’
09:58 HDP, dê 7 hezar hilbijêrên koçberên demsalî bînin Êlihê
09:25 Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin
09:19 Hevseroka Egîtîm Senê Aydogan: Sînorê OHAL'ê derbas kirin
09:17 Ji ciwanên Mexmûrê banga parastina sindoqan
09:15 Ji zozanan bang kirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:15 Înîsiyatîfa Gaveke Din: Em dengê xwe bi kar bînin, lê neçin malê
09:14 Dê sindoq û deng herî kêm ji aliyê milyonek kesî ve bên parastin
09:13 'Biroj em dengê xwe bidin êvarî jî li pey sindoqan bin'
09:13 Redkarê wijdanî: AKP ji bo dengan bigire leşkeriya bibedêl xistiye rojevê
09:12 Her roj îdiayeke nû derbarê Tûtûlmazê AKP'î de derdikeve holê
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:58 Li Dihê teqîn: Çawişekê pispor mir
18/06/2018
23:19 Mehmet Şenyaşar hat berdan
23:09 Nivîskar û siyasetmedar 'Seher'ê îmze dikin
22:59 Temellî: Dê di 24'ê Hezîranê de AKP biçe
21:46 307 rewşenbîr û demokrat gotin HDP
19:53 Li Mexmûrê tûra fîlanê ya voleybolê
19:37 ‘Mifteya aştiya Rojhilata Navîn di destê Ocalan de ye'
19:05 Buldan: Îtîfaqa Cumhur têra wan nekir niha îtîfaqa Susurlukê ava dikin
18:05 Fakibaba yê AKP’î ji malbata Şenyaşar re gotibû ‘PKK’î ne’ lê…
16:48 Mîtînga Mêrsînê bi tevlêbûna deh hezaran dest pê kir
16:47 Onder: Em berê diçûn, lê niha dema gel me dibîne ew tên
16:17 Eren Keskîn: Tevlêbûna Çîller a mîtînga Erdogan nîşana rojên tarî ye
15:57 Bo mitînga Amedê bang: Em bibin lehî û biherikin Qada Îstasyonê
15:36 TTB: Em dixwazin li nexweşxana Pirsûsê lêkolîn bikin
15:22 Ozturk xîtabî Erdogan kir: Destê de di xwîna gelê Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Efrînê de ye
15:19 Kedkarên Perwerdê: AKP bi hinceta hilbijartinê êrîşî kedkaran dike
14:55 Ji Qoserê bang: Ma zilma Çîller tê jibîrkirin?
14:33 NY'ê ji bo Panahî Îran hişyar kir: Biryara darvekirinê rawestînin
14:20 Mihrîcana Munzurê di navbera 26-29’ê tîrmehê de ye
14:19 Pêkhateyên Başûr ji Qendîl peyam didin
14:00 Endamên lijneya sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin
13:40 Komîserê Bilind Husseîn: Îhalên li Tirkiye nayên lêpirsîn
13:39 Xwişk Şenyaşar: Me rapora otopsî xwest gotin ‘em nadin, ferman nehatiye’
12:40 ‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'
12:35 Ciwan Haco: Em dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş
12:26 Emîne Şenyaşar a 2 kur û hevjînê wê hat kuştin axivî
11:39 Êlihê dê carek din nîşan bide ku AKP dê têk biçe
11:39 Mehmet Şenyaşar jî li nexweşxaneyê binçav kirin
11:22 4 ciwanên HDP’î binçav kirin
11:12 Demîrtaş: Ne pergala yek zilamî, demokrasî dikare me bîne cem hev
10:45 Cezayê pere dan ciwanên afîşên HDP’ê daliqandin
10:40 Bi sedan kes ji Silêmanî diçin Qendîlê
10:32 ‘Bûyera Pirsûsê encama civînên AKP’ê yên bi dizî ne'
10:15 Namzetê AKP’î: Daxuyaniyên Erdogan û Soylu yên li ser Pirsûsê derewand
10:09 Li Edeneyê beriya mitîngê operasyon: 17 kes binçav kirin
10:04 ‘Em li pişt peyamên Demîrtaş in û em ê xwedî derkevin’
10:01 Qeyûm Mala Çandê û Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şahin Oner hilweşand
09:43 2 hezar HDP'î dê li Êlihê sindoqan biparêzin
09:08 LaWje dê li Stenbolê konser bide
09:04 Bajarê ‘navenda dilkêşiyê’ yê herî deyndar Wan e
09:02 Turkelî: Em ê bi Azerî, Kurd û Terekemeyan serkeftinê bînin
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2018'AN
17/06/2018
23:31 HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê
23:02 Di şahiya gel de axaftina Demîrtaş hat pêşandan
22:43 Demîrtaş li Girtîgeha Edîrneyê di TRT de axivî:
Sekna we teminata pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê ye
22:07 Biryara nepen danîn ser dosyeya Pirsûsê
21:14 Ahmet Turk: 24'ê Hezîranê dê bibe firsenda dîrokî
19:03 Bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga HDP'ê bûn
19:02 Temellî: Em nekevin xefik û dafikan
17:40 Bi sed hezaran dimeşin mîtînga HDP'ê ya Bakırkoyê
17:39 Komên çekdar li Til Rifatê 2 Efrînî birîndar kirin
16:45 YSK'ê serlêdana HDP'ê ya ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe red kir
16:24 Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayên wî kuştin hat girtin
16:12 Midûrê dibistanê ji bo tev li civîna AKP’ê bibin mesaj ji weliyan re şand
15:56 Qeyûm gefa ‘Dengê xwe nedin HDP’ê' li cerdevanan xwar
15:43 ‘Mîtînga Botanê peyama 24'ê Hezîranê ye'
14:23 Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin
13:28 Polîsan HDP'iyê li Buyuka hat kêrkirin, binçav kir