Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin

  • rojane
  • 11:05 16 Sibat 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku cara sêyem hat desteserkirin, ji aliyê qeyûman ve hat talankirin, mal û milkên wê hatin firotin, qase hat valakirin û projeyên civakî hatin betalkirin. 

Qeymeqamê Bajêr Ozan Balcî ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Waliyên ku cara sêyemîn tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin kirin, li dû xwe gelek deyn hiştin û gendeliyên mezin kirin. 
 
Di hilbijartinên 31'ê Adarê de Namzetên Şaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji sedî 55,51 ê dengan wergirtin. Waliyê bajör Îbrahîm Taşyapan weki qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
 
KARÊN EWIL ÊN QEYÛM
 
Taşyapan, ewilî têkiliya şaredariyê û gel qut kir. Taşyapan, dîwarên bilind lê kirin û li ketin û derketina şaredariyê lêgerîn dan destpêkirin. Taşyapan ku di dema qeyûmtiyê de bi sedan karker ji kar derxistin, yek bi yek yekeyên jin, ciwan, zarok, perwerdehî û çandê girtin. Gelek projeyên civakî yên wekî Navenda Jiyana Jinê, Navenda Çandê ya Nûda, Sitargeha Jinan, Malên Piştevaniya Perwerdehiyê û Zarokan ku di nava projeyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên wê demê de bûn, hatin betalkirin.
 
NELIRÊTÎ
 
Zirara ku Taşyapan gihandiye şaredariyê, di raporên Dîwana Muhasebatê ya sala 2017'an de cih girt. Li gorî raporê; Taşyapan, di sala 2017'an 125 milyon TL deyn xist stuyê şaredariyê. Dîsa li gorî raporê derket holê ku di kirîna mal û xizmetan de mevzûat hatiye paşguhkirin û şaredarî xisiriye. 
 
Taşyapan ji ber ku pereyê di kaseya şaredariyê de qedand, xwest bi firotina hemû zeviyên şaredariyê "dahatê bi dest bixe." Taşyapan 500 wesayitên "Otoparka Pirqatî" ya bi qadeke 6 hezar û 662 metrekare û kargehên li otoparkê da ber firotinê. Qada 66 hezar û 392 metrekare ya ku aîdî şaredariyê ye û beriya 10 salan hat kirêkirin bi 17 milyon û 500 hezar TL'yî û VOTAŞ'ê ku yek ji tesîsên herî mezin a çandiniyê û sewalkariyê ya Tirkiyeyê bû, bi 19 milyon û 500 TL'yî û 80 dikanên li Cîty Van AVM'yê heya 3 salan da kirê. 
 
Piştî guhertina peywirê ya ku bi Biryara Lijneya Wezîran a 13'ê Hezîrana 2017'an, li şûna Taşyapan Waliyê Trabzonê Mustafa Zorluoglu wekî qeyûm hat tayînkirin. Zorluoglû jî rêya Taşyapan şopand.
 
Zorluoglû di heyama 2 salan a qeyûmtiya xwe de jî bêhiqûqî û zext berdewam kirin. Li bajêr di dema Zorluoglû de, daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin, HDP'ê wê demê tenê karîbû daxuyaniyeke çapemeniyê bide. Zorluoglû her wiha polîs û cendirmeyan li tevahiya bajêr bi cih kir û cezayên trafîkê li welatiyan birî. Her wiha di serdema Zorluoglû de 13 hezar û 226 binpêkirinên mafan pêk hatin. Di dema qeyûm Zorluoglû de ku bi zextên xwe yên li ser rojnamegeran jî dihat naskirin, bi sedan siyasetmedar hatin binçavkirin.
 
KARKER JI KAR HATIN DERXISTIN
 
Serdema ewil a qeyûman hem ji aliyê Îbrahîm Taşyapan û hem jî ji aliyê Mûrat Zorluoglû ve bi qirkirina karkeran derbas bû. Di vê heyamê de nêzî 4 hezar karker ji kar hatin avêtin û der barê bi sedan karkeran de lêpirsîna “ewlehiyê” hat vekirin. Di bin navê lêpirsîna “ewlehiyê” de bi sedan karker bi îdiaya ku ew, malbatên wan an jî kesên derdora wan “endamên HDP’ê ne” ji kar hatin avêtin û li şûna wan kesên nêzî desthilatdariyê hatin bicihkirin.
 
Di hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adara 2019'an de, namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avcî ji sedî 53,83 ê dengan stendibûn. Lê piştî 4 mehan di 19'ê Tebaxa 2019'an de Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez wekî qeyûm hat tayînkirin.
 
MAL Û MILK HATIN FIROTIN
 
Di 12'ê Gulana 2022'yan de li şûna Mehmet Emîn Bîlmez wekî qeyûm Ozan Balcî hat tayînkirin. Balcî jî li ser şopa qeyûmên berê dewam kir. Bi îlanên ku di Rojnameya Fermî de hatin weşandin, li taxên Eskîcamî û Yenîcamî yên navçeya Edremîtê bi dehan zevî, dikan û sîteyên cuda hatin firotin.
 
Tevî van firotinan jî deynê şaredariyê li şûna ku kêm bibe zêde bû. Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ragihand ku deynê şaredariyê di sala 2022'yan de 400 milyon lire bûye û bi tayînkirina Balcî li Şaredariya Bajarê Mezin di sal û nîvekê de deyn bûye 8 milyar û 801 milyon û 703  lire.
 
Hat diyarkirin ku Balcî di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adara 2024'an da bi 2 milyon û 120 hezar TL'yî şal û bi 721 hezar TL'yî jî çoqlat kirîne. Qeyûm Balcî jî di çarçoveya kirîna mal û malzemeyan de 54 hezar û 604 TL dida TRT Kurdî, di çalakiyên AKP'ê de heqê xwarin û vexwarinênan dida. Balcî di dema qeyûmtiyê de jî ji bo Midûriyeta Karên Tenduristiyê 12 hezar û 636 TL zêr, 30 hezar TL pakêtên dermankirinê û 147 hezar TL alavên kirtasiyeyê kirî.
 
Balcî di 15'ê Sibatê de cara duyemîn wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.

Sernavên din

15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê ZINDÎ
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin