Hilbijêrên Uskudarê: Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke

  • rojane
  • 09:22 15 Hezîran 2018
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Uskudarê ku demekê wekî keleha AKP'ê bû di referanduma 16'ê Nisanê de dengê "NA" derketin pêş. Hilbijêrên Uskudarê diyar kirin ku êdî baweriya wan bi AKP'ê nayê û gotin: “Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke." 
 
Xebatên hilbijartinê li hemû navçeyên Stenbolê berdewam dikin. Ji ber ku Stenbol rengê rêjeya partiyan diyar dike HDP, CHP û AKP'ê giranî dane Stenbol û navçeyên Stenbol. Yek ji navçeya ku balê dikişîne ser xwe jî Navçeya Uskudarê ye. Navçeya ku li ser sînorê herêma Anadolu ye, li gorî daneyên 2017'an 533 hezar û 570 nifûsa wê heye. Navçeya Uskudarê wekî keleha AKP'ê dihat zanîn. Lê di referanduma 16'ê Nîsanê de ji sedî 53,3 dengê "NA" derket û bal kişand ser xwe. Tê payin ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê AKP'ê kêmtir bibe. Dîsa dengê eniya muxalif zêdetir bibe. AKP ji bo dîsa xwe bide qebûlkirin dest bi xebatên rê û peyarêyan kiriye. Yek ji navçeya ku herî zêde kampanyayên partiyên siyasî navçeya Uskudarê ye. 
 
HDP: GEL DIXWAZE ME NAS BIKE
 
Rêxistina Pardiya Demokratîk a Gelan (HDP), wekî hemû navçeyan li Uskudarê jî stand vekiriye û xebatên hilbijartinê dimeşîne. Li ser Stanta hilbijartinê Hevserokê HDP'ê Hakkı Cengiz me pêşwazî dike. Cengîz diyar kir ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê, 1'ê Mijdarê û Referanduma 16'ê Nîsanê de  kolan bi kolan mal bi mal geriyan û xebat meşandin û niha jî bi heman rengî xebatan dimeşînin. Cengîz, diyar kir ku gotina Erdogan a "Yên hespê xwe girtin Uskudar derbas kirin" ne raste û wiha got: "Êdî Erdogan nikare hespê xwe jî bigire û nikare Uskudarê jî derbas bike. Li vir xebat û stantên me rastî eleqeyek mezin tên. Em tax bi tax, mal bi mal digerin. Em rastî bertekên gelek erênî tên. Berê em nikaribûn biçin malan. Lê niha hemû me dawetî malên xwe dikin. Gel dixwaze bêtir me nas bike."
 
Cengiz, destnîşan kir ku hilbijêrên Uskudarê heta niha dengê xwe didan AKP'ê, lê êdî piranî diyar dikin ku dê dengê xwe bidin HDP û Selahattin Demirtaş. Êdi em dibînin ku AKP'ê li Uskudarê winda kiriye. Em bang li hemû hilbijêran dikin ku biçin ser sindoqê û li deng û sindoqan xwedî derkevin. 
 
‘JI BO DEMÎRTAŞ 10 HEZAR ÎMZE KOM BÛN'
 
Cengîz, anî ziman ku ji bo namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku girtî ye bê berdan kampanya îmzeyan vekirine û hemû kesên ji keştiyê dadikevin berê xwe didin stantê û ji bo Demîrtaş bê berdan îmze didin. Cengiz, anî ziman ku ji niha de ji bo berdana Demîrtaş 10 hezar îmze kom kirine. 
 
‘POTANSIYELA USKUDAR’Ê JI YA REFERANDUMÊ ZÊDEDIR E
 
Yek ji hilbijêra ku li ser standa hilbijartinê rastî me hat Sibel Erdogan e. Erdogan wergêra pirtûkan dike. Erdogan, diyar kir ku ev hilbijartin ji bo Tirkiye pir gîng e. Erdogan bal kişand ser Serokomar Tayyip Erdogan û got: "Ger ew hemû îktîdarê têxin destê xwe êdî tiştekî efû nakin. Dê tenê ji bo sermayedaran bixebitin. HDP dikare li dijî xizanî û betaliyê têbikoşe. Ez dibînim ku li Uskudarê potansiyela li ser referandumunê heye." 
 
Hilbijêr Gulşen Ay ku di 10'ê Cotmehê de birîndar bû jî wiha got: "Piştî 10'ê Cotmehê heta niha betal im. Hêj dermankirina birînên min didomin. AKP bi guhertina bajarvaniyê zerarek mezin da mirovan. Li vir xaniyên mirovan xera kirin. Hemû xanî ser û bin kirin. Mirovan di ferandumê de berteka xwe anî ziman. Êdî mirov dengê xwe nadin AKP'ê." 
 
KARKERÊ ÎNŞAETÊ: KEDA ME TÊ XWARIN
 
Em li taxa Kirazlitepe ya  Uskudarê derbasî Komeleya Gundê Aydinlar a Sêrtê bûn. Em li vir rastî karkerê înşaetê Hasan Filiz hatin. Fîlîz diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP'ê û wiha got: "Keda me tê xwarin. Lê HDP mafê hemû gelan diparêze. Ji bo keda me neyê xwarin û mafê mirovan neyê binpêkirin divê em nehêlin HDP di bin bendê de bimîne. AKP tenê zilm pêş xist. Gelek hilbijêrên ku berê deng dan AKP’ê ji ber vê zilmê êdî dengê xwe nadin AKP'ê. Ji ber ku betalî û xizanî zêde ye. 
 
Rêveberê CHP'ê yê Uskudarê Deniz Yildirim jî diyar kir ku di qada aborî, hiqûq û demokrasiyê de pirsgirêk pir zêde bûne û wiha got: "Mirovên li Uskudarê dijîn êdî îktîdarê nas nakin. Êdî baweriya xwe bi wê nînin. Em naxwazin HDP di bin bendê de bimîne. Em wekî CHP'ê bi çavê rêxistinek demokratîk li HDP’ê dinerin. Em nûnertiya wê jî diparêzin."  
 
MA / Bilal Seçkin - Servet Karaduman
 

Sernavên din

17/06/2018
12:59 Walî saet di 03.00’an de telefon kir: Hûn nikarin biçin Pirsûsê
12:02 Li Buyukada 2 HDP’î kêr kirin
11:55 Demîrtaş ji Le Monde re nivîsî: Li Tirkiye bi deh hezaran mirovên mafê xwe dixwazin girtî ne
11:36 Polîsan destûr neda Rêxistinên Sivîl biçin Pirsûsê.
11:34 Malbatên leşker û polîsan: Em operasyona Qendîlê naxwazin
11:23 Temellî: Kral li Pirsûsê tazî ye
10:05 Aqûbeta 265 cenazeyên ji Xerzanê derxistin hêj ne diyar in
09:32 Hêzên çekdar li Efrînê zeviyan dişewitînin
09:13 Nas: Ji bo parastina aştî û demokrasiyê divê HDP bendê derbas bike
09:11 Dayikên Aştiyê: HDP bi ser bikeve, dê Erdogan winda bike
09:10 Kûrtûlan: Erdogan li ser sûc hat zevtkirin
09:09 Yekîneyên hilberîna şîr yek bi yek tên girtin
09:08 Li Îdirê ji bo her sindoqeke hatiye veguhastin 4 kes hatin peywirdarkirin
09:00 ​ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2018'AN
16/06/2018
20:28 Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn
20:06 Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin
18:12 HDP’ê rapora Pirsûsê aşkere kir: Delîl tune kirin
17:52 Rojnamegerên fransî: Demîrtaş ji bo Erdogan gef e
17:40 Li Agiriyê zarokek winda bû
17:16 Şahidên Pirsûsê: Bav û kur lînç kirin
Wezîr Fakibaba, wali û qeymeqam li baxçayê nexweşxaneyê bûn
17:12 Namzetê HDP’ê Kaplan ê binçav kirî, anîn Rihayê
16:46 Gelê Cizîrê bi ruhê Newrozê herikin qada mitînga HDP’ê
15:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Yildiz berdin
15:39 Wekîlê CHP’ê Gok hat Pirsûsê: Bi lez raporên otopsiyê aşkere bikin
15:38 HDP’ê li Pîran û Gêlê mitîng li dar xistin
15:17 Soylû: Berpirsiyarê bûyera Pirsûsê Înce ye
14:59 Xizmên windayan aqûbeta Saygi pirsîn
14:58 Bav Şenyaşar li tenişta zarokên xwe hat definkirin
Xwişk: We kuşt lê hûn çima raporê nadin?
14:30 Taşdemîr: Hilbijêrên AKP'î derbasî HDP'ê dibin
14:15 Dayîkên Şemiyê: Cejin ji bo me ne cejn e
13:50 Dersimiyan bersîv da Serokwezîr: Ewil komkujiyê ronî bikin
13:38 Dikandarên Pirsûsê bi bertekin: Madem PKK’î bûn wê demê çima deng ji wan xwestin?
13:08 Pirsûs rojeva sereke ya pîrozbahiyên cejnê yên partiyên siyasiye
12:23 Namzetên ciwan ên HDP’ê bertek nîşanî bûyera Pirsûsê dan
11:46 3 xwendekarên mitînga AKP’ê şermezar kirin, hatin binçavkirin
11:42 Temellî: Roja biryara hilbijartinê girtin ev bûyer diyar bû
11:35 Li Sîlopî qeze: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:47 Ji bo mitînga Bakirkoyê bang: Werin em dengê xwe bikin yek
10:41 QSD dê bi kijan hêzan re operasyona Efrîn, Cerablûs û Ezazê pêk bîne?
10:39 Namzetê HDP’ê yê Rihayê Kaplan ê Soylu ew kir hedef hat binçavirin
09:14 Ji Efrînê heta Qendîlê
09:14 Dayik û bav dest ji hev berdan 4 zarok li holê man
09:13 Ozturk: Operasyona Qendîlê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
09:12 200 hefte ye ji bo girtiyên terkî mirinê hatine kirin azadiyê dixwazin
09:12 ESHÎD'ê ji bo sindopên seyar serlêdan kir, lê YSK'ê bersîva muşahîdan da
09:11 Riza Turmen: Ji ber HDP heviya demokrasiyê ye êrîş dikin
09:10 Dayika Cemile: Destê xwe dînin ser wîcdanê xwe û dengê xwe bidin
09:09 Jina 79 salî li dijî betaliyê kar ava kir
09:08 HDP'î ji bo guhertinê dê biherikin Bakirkoyê
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2018'AN
15/06/2018
18:51 Bav Şenyaşar ê AKP'îyan bi giranî birîndar kir jiyana xwe ji dest da
18:36 Cenazeyên Şenyarar ên birayên hev ji aliyê hezaran ve hatin defin kirin
16:39 HDP’ê ji bo mitînga Bursa banga tevlîbûnê kir
16:33 Polîsan li Pirsûsê mudaxaleyî merasima cenazeyên Şenyaşar kirin
16:21 Namzetên HDP’ê cejna gel pîroz kirin
15:35 Soylu tev li cenazeyê Yildiz bû: Dibe bûyerên wisa biçûk çê bibin
14:58 Cenazeyê birayên Şenyaşar ji Dilokê şandin Pirsûsê
14:57 Temellî: Destûr nedin rastiyan tarî bikin
14:56 HDP dê mitînga fînalê li Wanê pêk bîne
14:21 Aktîvîsta TJA Derya Aslan hat binçavkirin
14:20 Dayik Şenyaşar: Erdogan bêbextiyê dike
Şahid: Li ber çavê polîs û bijîşkan êrîş kirin
14:08 Welatiyê ji Elmanye hat, bi hinceta heqaret li Erdogan kiriye hat girtin
13:38 Platforma Maf û Edaletê banga tevlîbûna mitînga HDP'ê kir
13:32 Li Rihayê gule li bedena 8 kesan ket
13:13 Demîrtaş: Divê welatiyên me neyên provokasyonan
12:45 Şandeya HDP'ê: Berpirsiyarê kuştina li Pirsûsê hikûmet e
12:29 Dozgerê Rihayê: Ji ber hûrguliyên bûyerê nediyar in kes nehatiye binçavkirin
12:23 Ji Demîrtaş peyama cejnê
12:13 Bav bernamzetê AKP’ê bû keç namzetê HDP'ê ye
11:14 301 cenaze cejnek din jî ‘bêkes’ pêşwazî kirin
11:08 Li gelek bajar û navçeyan gor hatin ziyaretkirin
11:00 Ji HEP’ê heya HDP’ê kedkarê hemû kesan ên ji destên wî çay vexwarin
10:50 Namzetên ciwan ên Dîlokê: Em dê bibin dengê ciwanan
10:31 Siyasetmedarên kurd, Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
10:30 Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin
09:45 Rojnamegerên jin: Pêwîstî bi guhertinek teqez heye
09:24 Îtîfaqa hilbijaritnê ya AKP-MHP û PDK’ê
09:23 Namzetê HDP'ê Kirkazak: Êdî li Bursayê wekîltiya HDP'ê ne surpriz e
09:22 Hilbijêrên Uskudarê: Erdogan dê vê carê Uskudarê derbas neke
09:21 Li kolanên Îzmirê tenê HDP heye
09:20 Cizîr ji bo mîtînga ku dê bi deh hezaran kes beşdar bibe amade ye!
09:19 Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk: Eger hûn samîmî bin niha dawî li Rewşa Awarte bînin
09:19 Jinan ji bo mîtînga HDP’ê bang kir: Bila jin Bakirkoyê rengdar bikin
09:18 Hunermend: Ji bo azadiya xwe em li Bakirkoyê bin
09:17 Li Bekîr Kaya doza ‘Çima te pir çêkiriye?’ kirin
09:16 Li Îdirê êdî cotkar nikarin erdên xwe jî bajon
09:16 Dê HDP li Îdirê 10 hezar hilbijêrên livdar veguhêzîne ser sindoqan
09:15 Dayika 60 salî, tevî 3 zarokên xwe û bûka xwe girtiye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2018'AN
14/06/2018
19:51 Malbatan bi girseyî gorên zarokên xwe ziyaret kirin
19:18 Malbatên Roboskê biryara DMME û AYM’ê rexne kirin
16:59 Di êrîşa Namzetê AKP’î de hêjmara kuştiyan derket 4'an
16:04 Malbatên leşker û polîsan: Em zarokên xwe dixwazin
15:14 Onanç a CHP’î bertek nîşanî Erdogan da: Ev bêexlaqiye
15:08 Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan
14:51 Serokê Baroya Enqereyê: Gelo rêxistinên taxan dê mirovan tehîd bikin?
14:51 Li dijî leşkeran êrîş: Leşkerek mir û 4 leşker birîndar bûn
14:50 Komekê êrîşî HDP’iyan kirin û 7 kes birîndar kirin
14:22 'Ez dê pirsgirêkên karkeran bibim meclîsê'
14:06 Sezer ê polis bi maşinê lêxist û kuşt hat definkirin