Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin

  • rojane
  • 09:01 22 Çile 2025
  • |

AMED - Ji rêveberên Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku di êrişên li derdora Bendava Tişrînê de mafê jiyanê yê sivîlan hatiye binpêkirin û got: "Divê êriş demildest bên rawestandin."

Êrişên Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê yên Artêşa Netweyî ya Sûriyê (SNA) li derdora Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8'ê Kanûnê ve berdewam dikin. Di êrişên Tirkiyeyê yên bi Balafirên Hewayî yên Çekdar (SÎHA) û balafirên şer, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û zarok jî di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Piştî rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, lîstikvanê şanoyê Bavê Teyar jî di êrişan de hat qetilkirin. Li gorî SOHR’ê heta niha 40 sivîl di êrişan de hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
 
'MAFÊ JIYANÊ HAT BINPÊKIRIN'
 
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Baver Mîizrak hedefgirtina sivîlan di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxand. 
 
Mizrak, anî ziman ku hedefgirtina cihên sivîlan, çavkaniyên binerd û ser rûyê erdê, çavkaniyên av û enerjiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: "Ev di çarçoveya sûcên şer de tên nirxandin. Dema em li medya civakî û dîtbarî dinêrin, êrişên li ser konvoyan ku pir eşkere ye sivîl in tên kirin." 
 
Mizrak hedefgirtina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi bîr xist û got ku hem mafê jiyanê, hem jî mafê şîn û definkirinê yê rojnamegeran hatiye binpêkirin. Mizrak anî ziman ku destûr nehatiye dayîn malbat cenazeyan bînin Tirkiyeyê jî û got: "Di vê çarçoveyê de mafê xatirxwestinê yê malbatan hat astengkirin. Ev jî mînakeke din a binpêkirina hiqûqê ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de ye."
 
Mizrak diyar kir ku ji ber êrişan metirsiya rûxandina Bendava Tişrînê heye û got: "Bendava Tişrînê yek ji mezintirîn bendavên Sûriyeyê ye û bendava ku çavkaniyên av û enerjiyê yên herêmeke berfireh di xwe de dihewîne. Dibe ku li vir bibe sedema karesatên mezin."
 
'DIVÊ ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN'
 
Mizrak wiha got: "Ev rewşa aloz di heman demê de îstiqrara nisbî ya li Sûriyeyê jî asteng dike. Berdewamiya vê rewşê dibe sedem ku rêxistinên wekî DAIŞ'ê bi hêz bibin. Her wiha dibe ku bibe sedema koçkirina bi deh hezaran kesî çêbike. Her wiha ev dibe ku fikra kesên dixwazin ji Tirkiyeyê biçin Sûriyeyê biguherîne. Ev yek wê bibe sedema ji nû ve destpêkirina pêvajoyê. Ev yek wê di gelek xalan de bibe sedema krîzên mezin û karesatên mirovî. Lewma divê êrişên li ser Rojavayê bi taybet li derdora Bendava Tişrînê demildest bên rawestandin."
 
 
 
 
 

Sernavên din

26/01/2025
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan