Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’

  • rojane
  • 16:32 20 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - KONGRA-GEL diyar kir ku dewleta tirk sivîlan hedef digire û li dijî êrişan banga “seferberiyê” kir. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û xelkê herêmê jî li dijî êrişan li ber xwe dide. Dewleta tirk a ku ji êrişên ser Bendava Tişrînê tu encaman bi dest naxe, sivîlan hedef digire. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî êrişan dan. 
 
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL jî têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û wiha got: “Êrişa yekser a li hemberî gelê sivîl ê li ser Bendava Tişrînê êrişeke eşkere ya terorîstî ye ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev êrişên terorîstî bi ti awayî nayên qebûlkirin. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van êrişên terorîstî yên ku cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin." 
 
‘DEWLETA TIRK JÎ MÎNA DAIŞ’Ê DIKE’ 
 
Daxuyaniyê wiha domiya: “Ji bo rawestandin û têkbirina êrişên DAIŞ'ê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan û mirovahî li dijî vê hovîtiyê parastin. Wê demê raya giştî ya navneteweyî li dijî DAIŞ'ê rabû ser piyan û wezîfeya xwe ya mirovî bi cih anî bû.
 
Ya ku duh DAIŞ'ê dikir, niha dewleta Tirk yekser bi xwe û bi rêya çeteyên xwe yên SMO'yê li dijî gelê Rojava dike. Li hemberî van êrişên terorîstî yên dewleta Tirk divê raya giştî ya navneteweyî weke wijdanî û exlaqî bi lez helwestê nîşan bide. Bêdengiya li pêşberî van êrişan wê bibe sedema komkujiyên hîn mezin. Weke ku berê kir divê raya giştî ya navneteweyî bi baldariya xwe ya li ser vê mijarê hêvî û baweriyê bide mirovahiyê.
 
KES NIKARE VÊ ÎRADEYÊ BIŞIKÎNE
 
Em sekna bi îrade ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk bi hurmet silav dikin. Ti hêz nikare vê îradeya berê xwe li jiyaneke azad û bi rûmet têk bibe. Hunermendê gel Bavê Teyar (Cuma Xelîl Îbrahîm) ku li Bendava Tişrînê di nobedê de şehîd bû û hemû şehîdên din, em wan hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Pitik Tala ya sêwî ma bû yek ji sembola vê berxwedanê.
 
BANG LI GEL KIR 
 
Banga me li gelê me yê li welat û derveyî welat e;
 
Berxwedana li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê bi qasî berxwedana Kobanê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Divê em planên van hêzên ku dixwazin destketiyên gelê me kêm bikin yan jî tine bikin, têk bibin. Parastina destketiyên şoreşa Rojava gava destpêkê ya fermî ya hilweşîna faşîzma dewleta Tirk e. Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye.
 
Em bang li gelê xwe yê li welat û derveyî welat, bang li dostên xwe yên enternasyonal dikin ku li ser bingeha xwedîderketina li şoreşa Rojava li her qadê seferber bibin. Divê em raya giştî ya navneteweyî bixin nava liv û tevgerê û destpêkê dengê xwe bilind bikin.
 
Sala 2025'an wê bibe saleke fînalê ku faşîzma dewletê ya dijminê gelê Kurd têk biçe û azadî û demokrasî bi ser bikeve. Bi vê bawerî, coş û kelecanê em bang dikin ku ji bo Rojava seferber bibin."
 

Sernavên din

26/01/2025
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan