Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin

  • rojane
  • 09:31 20 Çile 2025
  • |

STENBOL -  Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin ji ber ku li dijî ferzkirina sepana “lêgerîna nava pêlavê” derketin, dema diçin revîrê jî pêxas diçin.

Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê didomin. Hat zanîn ku girtiyên li dijî zexta lêgerîna nava pêlavan derketin, pêxas diçin gelek cihan û nikarin pêdiviyên xwe yên sereke dabîn bikin. 
  
Çîgdem Ozlu di sala 2016’an de li navçeya Qaxizman a Qersê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin û piştî 6 mehên girtîgehê dîsa hatibû berdan. Di sala 2022’yan de cezayê Çîgdem Ozlu hate erêkirin û dîsa hate girtin. Yek ji jinên mafên wê tên binpêkirin jî Çîgdem Ozlu ye. 
 
Hevjînê Çîgdem Ozluyê, Yaşar Ozlu çû serdana hevjîna xwe û wiha got: “Pêlavên girtiyan derdixînin. Girtî jî ji rêgezên xwe tawîzê nadin û vê sepanê red dikin. Pirsgirêkên dijîn ne tenê ev in. Jinên gardiyan li dijî girtiyan tacîzên fîzîkî û devkî dikin. Dermanên wan nayên dayin. Girtî neçar dimînin ku pêxas biçin her derê. Ji ber lêgerînan, pêxas diçin revîrê jî.” 
 
'NÊZIKATIYEKE CIHÊKAR HEYE’
 
 
Bi domdarî Yaşar Ozlu anî ziman ku di serdemeke ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş tên kirin de binpêkirinên li ser girtiyên siyasî zêde bûne. Ozlu, wiha domand: “Li dijî girtiyên siyasî nêzikatiyeke cihêkar heye. Her kes aştiyeke birûmet dixwaze. Ew jinên girtî, ji bo aştiyeke civakî têkoşiyan. Her tim ji bo xwîn neyê rijandin têkoşiyan. Divê malbatên girtiyan li dijî zextan bi hev re têbikoşin. Divê êdî rê li ber zilmê were girtin. Tu zext dê nekarin îradeya girtiyan teslîm bigirin. Girtî cisareta xwe ji berxwedêrên sala 90’î digirin. Çawa ku wê demê nekarîn ji zext û îşkenceyan encamê bigirin, dê niha jî nekarin.” 
 
PARÊZER ALADAG: NAHÊLIN GIRTÎ BIÇIN REVÎRÊ 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Şeyma Aladag jî li girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin kir û têkildarî hevdîtinê wiha got: “Girtiyên jin nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêk bînin. Biryara wezaretê heye ku paketên hîjyenê bidin girtiyan lê rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî asteng dike. Dema me pirsa çima pedên bihîjyen nayên dayin kirî, ji me re gotin; ‘Em wisa dizanin ku tên dayin, ma nayên dayin?’ Di dema hevdîtinên girtî de lêgerîna nava pêlavan li girtiyan ferz dikin.” 
 
Bi domdarî Şeyma Aladag ev tişt anî ziman: “Piştî rêveberiya girtîgehê guherî, zext zêde bûn. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nahêlin girtî biçin revîrê. Dema girtî dixwazin biçin revîrê, kesên nediyar e ka çi ne tên pêşiya qawîşan û ji girtiyan re dibêjin ‘derdê xwe bibêjin ka çi ye, em ê ji we re dermanan bînin.’ Dema girtî dermanên psîkiyatrûk bi kar tînin, du gardiyan li cem wan disekinin û bi kameraya destan ji bo nava dev bikişînin, kontrol dikin. Dema dixwazin têkildarî van pirsgirêkan hevdîtinê bikin jî li odeya hevdîtinê dikin li ser pêyan tên sekinandin û jê dixwazin daxwazên xwe bi vî awayî bibêjin. Dema me sedema vê pirsî jî ji me re gotin; ‘jixwe divê bi kurt û kurmancî bibêjin û biçin.’ Banga me ji bo partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ewe ku li dijî van binpêkirinan bi hestiyarî tevbigerin û bêdeng nemînin.” 
 
MA / Ferhat Sezgîn
 
 

Sernavên din

26/01/2025
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn
25/01/2025
16:43 Li dijî xespkirina vînê nobed: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî nayê
15:47 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
15:45 Îtalya û Fransayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin
15:13 Hakan Fîdan sibê wê biçe Bexdayê
15:11 Hamasê 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
14:43 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujer Levent Ersoz e
14:21 Li Îranê kolberek bi giranî birîndar bû
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn
12:20 Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
11:11 Der barê bavê Jîna Emîniyê de biryara binçavkirinê
11:07 Parêzerê berê yê Abdullah Ocalan: Divê ev firsend ji dest neçe
10:04 5 ambulans hedef hatin girtin, 3 tenduristkar hatin qetilkirin
09:56 Ji Şaredariya Îdirê xebatên ji bo jinan
09:12 Bi lêgerîna li hundirê dev dermankirina wî tê astengkirin
09:02 Şandeya ÇHD'ê ku çû Kartalkayayê: Me xwe negihand dozgeran
09:01 Ekolojîst Sezgîn: Maden dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2025'AN
24/01/2025
20:05 Rojnameger Eylem Babayîgît hat girtin
19:57 Hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê
15:34 Parêzeran ji ber biryara beraetê ya di Doza Tahir Elçî de serî li AYM’ê dan
15:23 Nobeta li Tişrînê di roja 17’an de didome
15:06 Rojnameger Eylem Babayîgît sewqî edliyeyê hate kirin
15:04 Rêveberiya Xweser a Şengalê bertek nîşanî Qanûna Efûya Giştî da
14:55 38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:14 Li Akdenîzê çalakiya nobetê: Heta qeyûm diçe dê têkoşîn bidome
13:51 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dev ji van polîtîkayan berdin
12:53 Hevşaredar Sariyildiz sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
12:52 HSD: 9 çete hatin kuştin
12:39 Malbata Durdu ê bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin serî li baroyê da
11:40 41 kesên binçavkirî birin edliyeyê
11:29 Sekreterê ÎKK’a Boluyê ya TMMOB’ê: Wezaret nikare xwe ji berpirsyartiyê xelas bike
11:04 Abdullah Ocalan: Erebeyê nexin pêşiya hespê, ewilî ‘Tirkiyeya Demokratîk’
11:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Çepnî: Destkeftiyên Kurdan destkeftiyên çîna karker in
10:22 Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje
09:59 Rojnameger Eylem Babayîgît 3 roj in binçavkirî ye
09:47 Ji bo Elçî ku astengdarê zêhnî ye bang: Bila were berdan
09:27 Raportorê NY’ê: Cezayê darvekirinê yê li Ezîzî hatiye birîn rewşa Kurdan a li Îranê nîşan dide
09:26 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê
09:23 Dayika ku di berxwedana Kobanê de kurê wê jiyana xwe ji dest da: Wê bi ser nekevin
09:22 Bertek nîşanî qetilkirina sivîlan dan: Êdî bes e
09:02 Meclisa Jinan a Konseya Bajêr a Amedê ji bo çareserkirina pirsgirêkan zend û benda badan
09:00 Ji Jin Artê banga ji bo kursên nû
09:00 ROJEVA 24’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:42 Ji meteorolojiyê hişyariya barîna berfê
23/01/2025
19:36 Banga ji bo kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze'
16:48 Abdullah Ocalan di hevdîtinê de çi got, çima daxuyaniyekê berfireh nehat dayin?
16:17 Rojbîn Kartal Manzak a DEM Partiyî hate girtin
16:13 Dewleta tirk bajarokê Sirînê bombebaran kir
16:12 ‘Divê êriş bên bidawîkirin û ji bo çareseriyê gav bên avêtin’
15:56 MYK’a DBP’ê ya serdema nû diyar bû
15:45 Jin li dijî êrişan meşiyan: Şoreşa Rojava hêviya azadiyê ya gelan e
15:17 Girtî Emrûllah Kalkan ji Amedê sewqî Erziromê hat kirin
14:49 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê: Ev pêvajo ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike
14:41 ÎHD’ê ‘Komîsyona Şopandina Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Çapemeniyê’ ava kir
13:57 Li Dêrsimê girtina rojnamegeran hat protestokirin
13:40 Dozger xwest kujerê Şahîn Oner ji ‘qisûrê’ bê cezakirin
13:32 Di çalakiya li dijî qeyûm de ji bo Rojava bang kirin: Êrişan bidin sekinandin
13:06 Li Iraqê ‘Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan’ hate avakirin
13:06 DEM Partî: Divê berpirsyarên komkujiya li Kartalkayayê bên cezakirin
12:45 Rêveberiya Xweser têkildarî ‘Kampa Holê’ daxuyanî da
12:05 Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan
11:41 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:09 Wezareta Dadê: Di şewatê de 78 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:09 Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’
10:52 Li belavkarê rojnameyê Aslan 10 meh cezayê hefsê hate birîn
10:49 Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne
10:31 Jineke ku ji aliyê hevserê xwe rastî tundiyê hat xwîn çû ser mêjiyê wê
10:24 Niştecihên Kadikoyê têkildarî nîqaşên ‘çareseriyê’ çi dibêjin?
10:10 HDK’ê ji muxalefetê re got: Em bi xwe qadên azadiyê ava bikin
09:50 Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin
09:37 'Binpêkirinên li girtîgehan girêdayî tecrîda li Îmraliyê ye’
09:10 ‘Divê Erdogan hay ji zimanê xwe û pratîkên xwe hebe'
09:06 Rojnameger Cîhan: Gel paş de gav navêje, li ber xwe dide
09:05 Guldane Kiliç a ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, rêya muzakereyê bê vekirin
09:02 Rewşa girtiyê ku gardiyanan parxan û diranên wî şikandin xerab dibe
09:01 ROJEVA 23’YÊ ÇILEYA 2025’AN
22/01/2025
16:57 Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir
16:45 Dewleta tirk gundên Zirgan û Kobanê bombebaran kir
16:20 Nivîskar Leyla Saraç bi xwîneran re hate gel hev
16:11 Ji rojnamegera binçavkirî peyam
16:03 Platforma Çandiniyê ya Wanê hat avakirin
15:13 Tehliyeya Çelebî careke din hate taloqkirin
14:50 Li Dêrsim û Edeneyê binçavkirin hatin protestokirin
14:30 Li Rojhilat li dijî biryarên darvekirinê greva giştî hat destpêkirin
14:15 ÎHD’ê ji bo Rojîn Kabaîşê daxuyanî da: Rapor kêm e, pirs bêbersiv in
14:10 40 endamên ESP, SKM û SGDF’ê 2 roj in binçavkirî ne
13:57 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî bang li Kurdan kir
13:49 Li Îmraliyê 144 binpêkirin hatin tespîtkirin
13:27 Jinan got: Qeyûm xesp e, rewa nîne
13:27 Ji ewil desteser kirin 37 roj piştre jî biryara komkirinê dan
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan