Li Şamê lîstikên dewleta tirk

img

KOBANÊ - Hat zanîn ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’iyên di nava komên paramîlîter de hatine bicihkirin, di nava Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî de bi cih bike û ji bo HSD li herêmên cuda belav bike jî zextê li HTŞ’ê dike. 

Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ), Şam û îktîdar bi dest xist. Ji bo rewabûna xwe jî gelek hevdîtinan dike. Hat zanîn ku bi arastekirina Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) tê xwestin ku 8 hezar DAIŞ’iyên di nava komên paramîlîter ên SMO’yê de hatine bicihkirin, di nava Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî de bi cih bike û bi vî awayî wan rewa nîşan bide. 
 
Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin li Şamê bi Colanî re hevdîtin kiribû. Piştî vê hevdîtinê, Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Şamê hate vekirin û li kêleka wê jî Odeya Îstîxbaratê ya Hevpar a HTŞ û MÎT’ê hate avakirin. Piştî hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta AKP-MHP’ê Hakan Fîdan a li Şamê jî li balafirgehê û cihên stratejîk ên aydê rejîma Esad, navendên biryargehan hatin avakirin. Di serî de xetên telefonan ên Sûriyeyê, li gelek navendên ragihandinê, ji bo xebatên îstîxbaratê endamên MÎT’ê hatin bicihkirin.  
HEWLDANA REWAKIRINA DAIŞ’Ê
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Tirkiyeyê di 25’ê Kanûna 2014’an de li ser MÎT’ê fermaneke nû ji Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya di bin kontrola HTŞ’ê de re şand. Hat zanîn ku Tirkiyeyê di fermanê de xwest ku 8 hezar DAIŞ’iyên di bin sîwana HTŞ û SMO’yê de hatibûn bicihkirin û li bajarên Tirkiyeyê li kampên leşkerî yên taybet hatibûn perwerdekirin, di nava Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî de bên bicihkirin. 
 
Komên girêdayî HTŞ û SMO’yê ku DAIŞ’î di nav wan de hatine bicihkirin û niha MÎT dixwaze di Wezareta Parastinê de bên bicihkirin ev in: “Lîwa (Tugay) Ensar El Sîna, Artêşa El Sînayê, Tûgaya Saîd Bîn Ebu Weqas, Tevgera Nûredîn Zenkî, Ehrar El Şam (Hem girêdayî koma Hesen Sofan e hem jî koma Amir El Şêx), Feyleq El Rehman, Hêzên Cebhet El Cinubiya, Ceyş El Îza yên girêdayî Cemîl Salih, Ceyş El Nasir, Cebhet El Şamiye, Ceyş El Îslam ên di bin berpirsyartiya Biwêdanî de, Feyleq El Mecid, Firqeya 51’emîn, Siwar El Şam, Firqeya 9’an, Firqeya Sûltan Suleyman Şah, Firqeya El Hemza, Tûgaya Sûltan Mihemed El Fatih, Tûgaya 113’an, Ceyş El Nuxba, Sûltan Melîk Şah, Firqeya El Mutesîm, Ceyş El Şerqiye, Tûgaya Semerkandê û Tûgaya El Selamê.”
 
ZEXTA JI BER HSD’Ê
 
Li hêla din, dewleta tirk israr dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji holê bên rakirin. Di çarçoveya zextê de hat xwestin ku heke HSD ferz bike ku di nava artêşê de weke hêzeke cuda cih bigire, wê demê divê li herêmên cuda bê bicihkirin. Li dijî îxtîmala ku HSD xwe jinûve birêxistin bike jî hat xwestin ku destûr neyê dayin ku xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike û divê li cihên weke Hums, Hema û herêmên navîn û başûr bên bicihkirin. 
 
SMO: TIRKIYE ME DIXAPÎNE
 
Dewleta tirk, beşekê komên SMO’yê yên girêdayî xwe di êrişên ser Minbic, Tişrîn û Qereqozaqê û sînorê Kobanê de bi kar tîne. Li gel ku soz dabû endamên SMO’yê yên li Serêkaniyê, Girê Spî û Cerablusê ku piştî hilweşîna rejîma Esad dê wan bişîne herêmên lê dijiyan. Hat zanîn ku dewleta tirk ev soza xwe pêk ne aniye. Hat gotin ku beşekê SMO’iyan ên ku digotin Tirkiyeyê soza daye wan bi cih ne aniye, jê veqetiyane. Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê jî ferman ji tevahiya fermandarên van koman re şandiye û jê re gotiye ku ew înîsiyatîfê didin wan ku her kesên hewl didin birevin bikujin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di serî de Serêkaniyê û Girê Spî, ji herêmên di bin kontrola dewleta tirk de heta niha 325 endamên SMO’yê reviyane û 10 kesên dixwestin birevin jî hatine kuştin. 
 
Di heman demê de hat zanîn ku dewleta tirk ji bo aramkirina koma Ceyş El Îslamê ku bi dijberiya xwe ya HTŞ’ê tê zanîn, tevî berpirsyarên MÎT’ê ji Deriyê Bab El Hewayê derbasî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Helebê bûne û li vir bi berpirsyarên HTŞ’ê yên herêmê re civiyane. 
 
LI DIJÎ RÊVEBERIYA XWESER KOMA CEYŞ EL ÎSLAMÊ 
 
Di civîna behsa xeberê ya bi pêşengtiya MÎT’ê de ji bo Koma Ceyş El Îslamê pirsgirêkan nederxîne, soz hate dayin ku hinek herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bidin wan. Hat zanîn ku koma behsa xeberê dê ne bi navê xwe lê bi navê Redîe El Îdwanê li van herêman cih bigire. Herêmên behsa xeberê jî ji hinek deverên Helebê dest pê dike û heta Dêr Hafir, Meskene û xeta Tebqayê didome. Li gorî agahiyên çavkaniya nûçeyê dane; Koma Ceyş El Îslamê ditirse ku ev soz lîstikeke li dijî wan be. Kom ditirse ku li dijî Rêveberiya Xweser bên bikaranîn. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

31/12/2024
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome
09:04 Li Sûriyeyê firsend û hevsengiyên nû
09:02 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya Tirkiyeyê ya herî lezgîn aştiya bi kurdan re ye
09:00 ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN
08:19 Di doza Narîn Guranê de biryar hat dayin: Cezayê muebbeta girankirî dan 3 kesan
28/12/2024
16:08 Nobeda li sînorê Kobanê: Parastina Rojavayê peywira me hemûyan e
16:04 Bîranîna Roboskiyê: Dê têkoşîna hesabpirsînê bidome
15:32 Xwestin girtiyên nexweş Erol, Erturk û Arslan bên berdan
14:33 Tevî hewaya sar jî nobeda li sînorê Kobanê didome
14:14 Li Wanê leşkeran welatiyek qetil kir
13:57 Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir