Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike

  • rojane
  • 12:41 20 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Gelek kesan bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan. Ji siyasetmedaran heta rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan û rojnamegeran, gelek kesan gotin: “Kesek nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike.” 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Gelek kesan li ser hesabên medyaya dijîtal bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan. Siyasetmedar, rojnameger û rêxistinên civaka sivîl, qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin. 
 
Bertekên li dijî qetikirina rojnamegeran wiha ne: 
 
OHD: EM Ê TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ JI BÎR NEKIN  
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD): “Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, bi êrişa SÎHA’yan a Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ev demekî dirêj e geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve dikirin. Çapemeniya Azad, dengê gelan, baweriyan, kesên rastî cihêkariyê tên, bindetan, jinan, zarokan û xwezayê ye. Em, vê êrişa li dijî mafê xwegihandina heqîqet û nûçeyê ya gel hatiye kirin şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê têkoşîna heqîqetê ya kedkarên Çapemeniya Azad ji bîr nekin.! 
 
DBP: ROJNAMEGER HEDEF TÊN GIRTIN
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Em bi xemgînî jê agahdar bûn ku rojnameger #NazımDashtan û #CîhanBilgîn di encama êrişên dewleta tirk de bi SÎHA’yan hatine qetilkirin. Her du rojnameger weke kedkarên Çapemeniya Azad dibûn dengê rastiya Rojava. Ên ku bi dagirkerî, qetlîam û pêkanînên ne hiqûqî îradeya gelê Rojava hedef digirin hewl didin li ser sûcên şer û qetilkirina sivîlan bigirin. Ji ber vê yekê jî rojnamegeran hedef digirin. Divê neyê jibîrkirin ku, yên ku li dijî van êrişan bêdeng dimînin dibin perçeyên sûcên şer. Divê li hemberî van êrişan têkoşîneke xurt bê meşandin da ku êrişên li ser dijî gelê Rojava bên rawestandin. Bi vê mebestê em ji Çapemeniya Azad re sersaxiyê dixwazin. 
 
TJA: KESEK NIKARE PÊNÛSA HEQÎQETÊ BÊDENG BIKE 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA): Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Rojava di êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Em, kujerên ku azadiya jinê û dengê heqîqetê hedef digirin baş nas dikin. Ji Nagihanê heta Cîhanê, dê kesek nekare pênûsa heqîqetê bêdeng bike! 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren: Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, ji bo heqîqeta l i Rojava bi tevahiya cîhanê re ragihînin derketin rê lê belê bi SÎHA’yên kesên vê heqîqetê înkar dikin ve hatin qetilkirin. Xwestin bi bomeyan dengê kesên bi pênûsa xwe têdikoşin qut bikin. Çapemeniya Azad bêdeng namîne! 
 
Rojnameger Candan Yildiz: Hedefgirtina rojnamegeran a di şer û pevçûnan de sûcekî navneteweyî ye. Mixabin rêya Îsraîlê vekirî dişopînin. Mixabin. 
 
Hevdîrektorê MLSA’yê Veysel Ok: Hedefgirtina rojnamegeran al i herêmên şer, binpêkirina hiqûqa mirovparêz a navneteweyî û Peymana Cinêvê ye. Divê jiyan û qadên xebatê yên rojnamegeran bên parastin û azadiya çapemeniyê di hemû şert û mercan de bê misogerkirin. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê: Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di êrişa bi SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dan û ev yek tê wateya tunehesibandina qeydên hiqûqa navneteweyî. Em hestên xwe yên piştevanî û sersaxiyê bi malbatên rojnamegerên hatine qetilkirin û kedkarên Çapemeniya Azad re parve dikin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn: Du sivîl, du rojnameger.. dema karê xwe dikirin... êşeke pir mezin e, hêrseke pir mezin... 
 
Welatparezên Sosyalîst: Dê êriş û komkujiyên faşîzm û çeteyên wê nekarin rê li meşa me ya şoreşê bigirin. Dê Nazim û Cîhan di têkoşîna me de her bijîn. 
 
Rojnameger Fehîm Işik: Barbariyê careke din rojnameger hedef girt. Hevalên me nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan şehîd bûn. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, di 19’ê Kanûna 2024’an de dema karê xwe yê rojnamegeriyê dikirin, saet derdora 15.20’ê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de bi SÎHA’yên dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Em ê ji bîr nekin, dê nedin jibîrkirin! Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin û têkoşîna wan bidomînin... 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî: Tirkiyeyê di êrişa xwe ya bi SÎHA’yan a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê e rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetil kir. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Heqîqet û nûçeyên rast, mafê herî bingehîn ê gelan e! Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, wêraniya şer, êşa gelan û rastî raxistin berçavan lewma hatin qetilkirin. Ez vê êrişa nemerdane lanet dikim. Hûn nikarin heqîqetê bêdeng bikin.! 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk: Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Rojava nûçe dişopandin, bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Îktîdara ku ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd serî li hemû sûcên li dijî mirovahiyê dide, ne ji ber kirina sûc lê ji derketina holê ya sûc ditirse. Heqîqet, ji neyartiya li hemberî Kurdan mezintir e. 
 
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû: Nazim... Ji ber ku dema DAIŞ’ê ji bo êrişî Kobanê bikin li ser sînor derbas dibûn kişandibû lewma hedef hate girtin, hate girtin. Dema li Rojava nûçe dişopand birîndar bû lê xwe paşve nekişand. Em şahidên têkoşîna te ya heqîqetê ne. Em ê vê têkoşînê bidomînin. Berê kadraja wî her tim li têkoşîna gelan bû. 
 
Kasim Taşdogan: Heqîqet namire, bijî Çapemeniya Azad.”
 

Sernavên din

28/12/2024
13:47 Xizmên windayan ji bo Roboskiyê doza edaletê kirin
13:32 44 sal in aqûbeta Mahmut Kaya ne diyar e
13:09 Malbatên Roboskiyî serdana goristanê kirin
12:04 Heyeta DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:52 Parêzerê di nobeda li ser sînor de: Divê Tirkiye dest ji fobiya kurd berde
10:32 Welatiyê ku ji ber berfê li çiyê asê ma jiyana xwe ji dest da
10:10 Gelê Amedê: Em deyndarê kesên ku rastiyê dinivîsîn in
09:52 'Mûçeya kêmtirîn mafê jiyanê binpê dike'
09:34 Li Êlihê eleqeyeke zêde ji bo şanoya kurdî
09:09 'Kesên nikarin ji ser qoltixên xwe rabin zarokên gel li qadên şer didin kuştin'
09:04 Di sala 2024’an de bûn pêşengên berxwedanê
09:03 Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2024'AN
27/12/2024
21:46 Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin
19:18 Destûra hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re hat dayîn
18:55 Navnîşana înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:05 Berteka hevpar a li dijî qetilkirina rojnamegeran
15:54 1043 welatiyan bang kir: Ji bo aştî û demokrasiyê gavê lezgîn biavêjin
15:51 Di doza Nezîr Tekçî de cara duyemîn daxwaza beraetê hate kirin
15:46 Ji sînorê Kobanê bang kirin: Heya êriş bi dawî nebin wê nobeda me bidome
15:09 Nobeda li sînorê Qamişloyê di roja 15'emîn de ye
14:52 Li derdora Tişrînê pevçûnên dijwar
14:12 Bahtiyar, Guran sûcdar kir: Min ne kuşt, wî cenaze da min
14:11 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
14:00 IFJ: Li Xezeyê 147 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin
12:58 Ji bo nivîsa der heqê qeyûman de biryara neşopandinê
12:33 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 DFG’ê di sala 2024’an de piştgiriya hiqûqî da 152 rojnamegeran
11:34 DEM Partiyê Zeynî Îpek ji partiyê îxrac kir
10:40 HSD: Di pevçûnên dawî de 22 çete hatin kuştin
10:25 Rolên li HTŞ'ê hatine barkirin
09:51 Weşanxaneya Aryenê 4 pirtûkên nû çap kir
09:37 Îfadeyên binakok parast, Nevzat Bahtiyar sûcdar kir
09:31 Zextên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê zêde bûn
09:27 Bedela daxwazkirina edaleta ji bo Roboskê: 17 doz, gelek salên girtîgehê
09:08 Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan
09:08 Emîra Er a rojavayî ya li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê: Roj roja yekitiyê ye
09:07 Dayikên di 2014'an de li ser sînor: Em bi ruhê 2014’an xwedî li Kobanê derkevin
09:06 Biryarên DMME'yê nehatin bicihanîn, muxalif hatin cezakirin
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2024'AN
26/12/2024
21:59 Ferhat Şamî li Bendava Tişrînê ye: Em li vir in
15:50 Di doza Narîn Guranê de mutalaa hat dayin
15:41 ÎHD’ê ji bo rewşa girtiyên nexweş hişyarî da
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan